HELBEST

Occo Mahabad Albûma DEM

524784_598905970120604_638931261_n-1-tile-horz

Hûn dikarin albûma Occo Mahabad ya DEM daxin û guhdarî bikin..

Occo Mahabad’in DEM adlı şiir albümünü indirip dinleyebilirsiniz..

Ji bo daxistin û guhdarîkirinê li ser lînkan bitikînin..İndirmek için aşağıdaki linklerî tıklayın..

LÎNK-1

LÎNK-2

 

************************************

Occo Mahabad Albûma Helbestên Dînik

İstedik ki herkes parasız karşılıksız şiir dinlemenin tadına varsın…

”Bu şiir albümünün her hakkı acılar çeken,sömürülen,direnen halkıma aittir.Herkes indirebilir,çoğalatabilir,paylaşabilir… ‘OCCO MAHABAD….”

Occo Mahabad-Albûma Helbestên Dînik ya înternetî daxe….

Me xwest ku bila Gelê me bêpere bigihîje tehma helbestan…

Lînka li jêr bitikînin û albûmê bi foramata mp3 daxin..

Occo Mahabad’in Helbestên Dînik adlı şiir albümünü MP3 formatında indirebilir ve dinleyebilirsiniz….

Aşagıdaki DAXE-İNDİR linkine tıklayın ve şiir albümünü indirin……

LİNK 1:DAXE-ÎNDÎR

LİNK 2:DAXE-İNDİR

LÎNK 3:DAXE-ÎNDÎR

LÎNK 4:DAXE-ÎNDÎR

LÎNK 5:DAXE-ÎNDÎR

***********************************************************************

Helbestên Occo Mahabad bi formata mp3’ê daxin an jî guhdar bikin..

Occo Mahabad şiirlerini mp3 formatinda indirin yada dinleyin..

kitappp943338_408492015924978_1554189400_n

Ji bo daxistin an jî guhdarkirinê li ser navê helbestê bitikînin..

Şiirleri indirmek yada dînlemek için üstüne tıklayın..

Dosyaya Occo Mahabad-Bella Sturki-Radyoya Ronkayi

DOSYEYA OCCO MAHABAD- BERNAMEYA HELBESTÊ ASOYA EMRO YA RADYO DİNYAYÊ

helbest-occo mahabad-helbestên dînik

Helbest Occo Mahabad-Çavmorîkê-1

helbest-occo mahabad-çavmorîkê-2

helbest-occo mahabad-bajarek-1

helbest-occo mahabad-bajarek-2

helbest-occo mahabad-dendika min

helbest-occo mahabad-ez dimirim tu dimirî-1

OCCO MAHABAD- HELBEST- EZ DIMIRIM TU DIMIRİ-2

helbest-occo mahabad-her stran

helbest-occo mahabad-ji bîr neke-1

occo mahabad-helbest-ji bîr neke-2

helbest-occo mahabad-ka guhdarî bike-1

occo mahabad-helbest-ka guhdarî bike-2

helbest-occo mahabad-kevoka min

helbest-occo mahabad-kî-kê

helbest-occo mahabad-lê bêyî xapandinan

Helbest-Occo Mahabad-min

helbest-occo mahabad-name

helbest-occo mahabad-qaçax

helbest-occo mahabad-tu bibe dêlika min-1

occo mahabad-helbest-tu bibe dêlika min-2

helbest-occo mahabad-were nexeyide

helbest-occo mahabad-weyy delal weyy delal-1

helbest-occo mahabad-weyy delal weyy delal-2

helbest-occo mahabad-weyy delal weyy delal-3

occo mahabad-helbest-weyy delal weyy delal-4

occo mahabad-helbest-weyy delal weyy delal-5

LI CIHE KU EZ HATIM-occo mahabad-1

Occo Mahabad-li cihê ku ez hatim-helbest-2

occo mahabad-çend helbest

occo mahabad-helbest- ji bo bîranîna şairên ku xwekuştine

occo mahabad-helbest-ax desto desto

occo mahabad-helbest-ax kafir ax

occo mahabad-helbest-bi xatirê te

occo mahabad-helbest-bi xêra Xwedê

occo mahabad-helbest-di şeva kambax de 

occo mahabad-helbest-ev bû

occo mahabad-helbest-îşev

occo mahabad-helbest-ka bêje ez çi bikim

occo mahabad-helbest-şa be-1

helbest-occo mahabad-şa be-2

occo mahabad-helbest-xwezî

occo mahabad-helbest-tu xerab î xerab

**************************************************************************************************************

helbestên dînik…

bedena wê ya spî û spî
wekî şîrê spî,
bêhna xwe ya beybûnî belav dikir cegera min
min diheland
min perîşan dikir…
ceger diteqiya,
di mêrga odeyê de
mehîna min heyfa rojên tenê
heyfa rojên bêkes distand
kulîlkên qedexe bêhn dikir
bi ava kaniya min
tenêtiya xwe dişuşt,
guneh qedeh bi qedeh dihate rijandin
gunehkarî bêxem bêxem dihate jiyîn
di navbera me de
bi tenê tazîtî û eşq…
min didît ku
hevşabûnên dînik
di bedena wê de
dibûn helbestên dînik
min dinivîsand
wê dixwend…
Helbest:Occo Mahabad

71423_10200464184115462_1402760463_n

******************************************************************************************************************

ka guhdarî bike …

birînê birînê ev jî çîroka min e
ka guhdarî bike
ka lê binêre me çi êş kişandine
bavê min hat kuştin di hewşa mala me de
bi heftê gulleyan
ji aliyê heft kesan ve
bêhna cesedê wî hê jî
di hewşa mala me de digere…
gotin ku:birakujî ye…

birînê birînê ka guhdarî bike
birayê min ê biçûk li çiyê hat kuştin
bi heftê gulleyan
ji aliyê heftê kesan ve
li ser cesedê wî nivîsandibû
”ez bi azad nejiyam
lê ez ê bi azad bimirim”…
bêhna cesedê wî
hê jî derdora gundê me de digere…

birînê birînê ka guhdarî bike
bi heft rojan
ji aliyê heft kesan ve
êşkence li min hat kirin
di bedena min de
hê jî şopên destên wan hene…
birînê birînê em birîndar in….
wekî te
wekî herkesî…
Helbest:Occo Mahabad

993376_655041654507035_956015913_n (1)

*****************************************************************************************************************

qaçax…

li ser singê min
şopên destên te
kor û lal û kerr…
li ser zimanê min
germahiya devê te
kesk û sor û zer…
li ber laşê min
çavên te qaçax qaçax dikenin
tu qaçax qaçax şa dibî
evîn qaçax
qêrîn qaçax
tu qaçax…
li ser laşê te qaçaxek
qaçax qaçax xwe dide te
qaçax qaçax di erdên te de xwe vedişêre
awirên te qaçax
hezkirin qaçax
ez qaçax…
Helbest:Occo Mahabad

1012305_431366606970852_1187031790_n

**************************************************************************************************************

ez bibim ”tu”yê te…
ez bibim ”tu”yê te
tu bibe ”ez”ê min
ez bibim ”derdê” te
tu bibe ”dermanê” min
ez li zozanên te bigerim
tu li ser çiyayên min
ez bibêjim ”nanê” min
tu bibêje ”ava” min
tu bişewite
ez bişewitim
em agirê hev bitemirînin…
Helbest:Occo Mahabad

602146_554010114631348_967881164_n

**************************************************************************************

şerab…

şerab çavên te ye
bêhna te ye
ez te vedixwim
dibim serxweş
şerab kenên te ye
awirên te ye
ez te vedixwim
dibim evîndar
dibim dînik….
Helbest:Occo Mahabad

10514684_1565218347029131_3900185456284458274_n

*************************************************************************************************

ez û tu …

ez û tu
weke Kurdistanê birîndar û bindest
ez û tu
weke Kurdistanê dagirkirî û talankirî
ez û tu
weke Kurdistanê parçe parçe
ez û tu
weke Kurdistanê birçî û tazî
ez û tu
weke Kurdistanê sefîl û belengaz
ez û tu
weke Kurdistanê berxwedêr û şoreşger
ez qurbana te
ez qurbana Kurdistanê…..
Helbest:Occo Mahabad

10565211_330142207146564_7618653573919204502_n-horz

**********************************************************************************************************

weyy delal weyy delal…

weyy delal weyy delal
evîna me klamek bû
çiqas bihata gotin
min têr nedikir
çiqas bihata lêxistin
min sermest û dîn dikir
weyy delal weyy delal
devê te şekirek bû
çiqas bihata mijandin
min têr nedikir
çiqas bihata gezkirin
min serxweş û dîn dikir
weyy delal weyy delal
min digot tu dilê min î
min digot tu jiyana min î
ha min digot min digot…
weyy kubara min weyy
weyy nezana min weyy
eşqa me rûbarek bû
çiqas biherikiya
ewqas mezin dibû
weyy min digot
derdê min tu yî
weyy min digot
emrê min tu yî
weyy delal weyy delal
tu delala min î
weyy delal weyy delal
tu nezana min î…

Helbest:Occo Mahabad

1972338_762431947101338_54527456_n

*************************************************************************************************

tu xerab î xerab…

evîn bi fêlan
evîndarî bi derewan
eşq bi tenêtiyan
ez bi derd û qehran
dil bi xapandinan
ax dilê min tu xerab î xerab
bi derewan xerab î
bi fêlan xerab î
ez te nikarim
nikarim derewên te
nikarim fêlên te…
ax gurçika min
tu xerab î xerab…

Helbest:Occo Mahabad

11403362_984117211622365_642643966063795401_n

*********************************************************************************************

Bi xatirê te…

Îşev dilê min….çû
îşev dilê min…mir
Bi tenê êşeke mezin ma
Bi tenê…êş
Ev êş min nekuje baş e
Bi xatirê te dilê min
Bi xatirê çavên te
Bi xatirê kenên te
Bi xatirê maçên te
Bi xatirê te….

Helbest:Occo Mahabad

562696_10151055371734463_1494865266_n

******************************************************************************************

Bajarek…

Bajarek bifikire ku
di nav de ez
bêkes û tenê.
Te difikirim
te digerim
te dixwazim
hesreta te dikişînim.
Bajarek bifikire ku
bê te bi hertiştên xwe min dixeniqîne
tehma jiyana min jehr kiriye.
Bajarek bifikire ku
bûye hepsa min
ez bûme mehkûmê wî
dest û lingên min girê daye
min dixapîne.
Bajarek
ez û tu
eşq û tenêtî
hesret û gazin…
Çi bibêjim
tenêtî ji her alî ve min dikuje
Bizanibe ku ez dimirim
saet bi saet
roj bi roj ez dimirim
tu tune yî
ez dimirim…..
Helbest:Occo Mahabad

1230034_713342328692739_1893925470_n

***********************************************************************************************

Min…

Min birîn berhev dikirin
birînên zarokên sêwî û bêxwedî
min êş kom dikirin
êşên dêlikên birçî û tazî
min derd vedişêriyan
derdên kesên tenê û perçiqandî
ez dibûm dengê bindestan
min ken û xêmgîniya wan dianî zimên
Bi wan re digiriyam û dikeniyam…
Helbest: Occo Mahabad

431948_422890544485125_409160221_n

*******************************************************************************************************

Şa be…

Ez li nava evîneke bêçare mame
şa be şa be
te ez kirime xulamê çav û mijangên xwe
qet nebe
lêvên xwe yên zalim bîne
qet nebe
lêvên xwe yên agir û pizot bide
ez gez bikim
ez sor bikim
wekî du ewrên hesretkêş
em hev maç bikin
em hev hembêz bikin
wekî Adem û Hewayê
sêvên qedexekirî bixwin
bikevin gunehên kûr û bêdawî
Bi gunehên cehenemî
em hev biafirînin
hev nas bikin
hev bibînin
Netirse
Lêvên xwe bîne
dibe ku em werin lenetkirin
dibe ku em werin qewirandin û şewitandin
ez razî me
tu bi tenê lêvên xwe bide…
Helbest: Occo Mahabad

579438_204034339711064_1279892056_n

************************************************************************************************

Çavmorîkê…
Çavmorîkê
Veqetînek bû evîn
Çavên girî
Esmanên bêdawî
Rêyên dûr bû
Dizanim
Dawiyê
Her rê digihîşt destên te yên biçûk
Her hesret di hembêza te de bi dawî dibû
Tu digiriya
Min hêstirên çavên te vedixwar
Te nifiran dikir
Ez dikeniyam…

Helbest: Occo Mahabad

Goz_Resimleri (5)

***********************************************************************************************

Dendika min…
Dendika min dîsa şev hat
Dîsa ez bûm dîn
Divê kiras û fîstan werin çirandin
Divê lêvên têrgoşt werin mijandin
Divê sêvên gihîştî werin xwarin
Divê laş di nava vê behrê de were şuştin
Dendika min dîsa bagerek derket
Dilê min ê tolaz ji dîn û îmanê derxist
Divê şerbeta evînê were vexwarin
Divê bilûr were lêxistin
Divê erdên te werin avdankirin
Divê şev dîsa biheje û bilerize

Helbest:Occo Mahabad

B_a8b5BXAAI9nn_

********************************************************************************************************

Ax desto…

ax ax desto desto
desto te ez kuştim desto
desto destên min bernede
min wêran û dêran neke
min belengaz û sefîl neke
tucarî
qet
destên min bernede
bihêle bila baran bibare me şil bike
me dîn bike
me ji rê derxe
ax delalê dînê
ez ketime derdê te
ez ketime jana te
ez ketime dev û lêvên te
bihêle bila dilê min bi têra xwe biqîre
bibêje ku ez ji bo te dimirim
bibêje ku min bernede
ax bihêle bila dilê me bigihîje hevdu
derdo derdo
derdê min
derdê min ê giran
bila diya te bimire
bila mala te bişewite
bila xof û derd bikeve canê te
ax derdo derdo
ax desto desto
min wêran û dêran neke
Helbest:Occo Mahabad

602547_333532153411923_507752746_n

**************************************************************************************************

ax kafir ax…

ji bo te
ji cenetê hatim qewirandin

ax kafir ax
tu çima evqas xweşik dikenî
çima çima çima…
ax kafir ax
tu çima evqas xweşik digirî
çima çima çima…
xwezî min maçên tazî bavêta ber lêvên te
xwezî xwezî xwezî…
xwezî min di hembêza te de xwe veşêrta
xwezî xwezî xwezî…
ax kafir ax
bila cenet yên wan bin
tu ya min be bes e
tu destên min bigire bes e…
bes e bes e bes e…
Helbest: Occo Mahabad
1424573_696540883690445_981494805_n
************************************************************************************************
çav…
çav çawa meriv dikujin dibêjin
lê min dît
çav dikujin

bawer bike
ew çav dibin nêrîn
ew nêrîn dibin qiyametek
wekî birînekê
bi salan dilê te diêşînin
tu çi bikî jî dernakevin
bawer bike
min dît
çav dikujin
ez jî hatim kuştin…
Helbest:Occo Mahabad
1604767_776271195717413_1405776519734021542_n
****************************************************************************************************
Bila îcar çavên te birijin
a niha
tu dikarî herî
paşilên din bextewar bikî
dev û lêvên din nas bikî

lê te îcar gunehê min stend
a niha
tu dikarî bi çavên din aram bibî
ken û awirên din xwe bixapînî
bila rêya te vekirîbe
lê te îcar gunehê min stend
dîsa dibêjim bila îcar çavên te birijin
rêya te vekirîbe…bi xatirê te…
Helbest:Occo Mahabad
———————————————————————————————–
ax gewrê gewrê tu nabî buka dilê gewrê
gewrê şerek qewimî li pişt çiyayê qerejdaxê
mal û milk bû wêran gewrê
gewrê gewrê dil avêt gewrê
gewrê gewrê şer çêbû gewrê
gewrê gewrê te mala min şewitand gewrê….
Helbest:Occo Mahabad
———————————————————————————————
kî/kê?

min tu hez kir ku
tu
bi tenê

ya min bî
min tu hez kir ku
tu
bi tenê
min hembêz bikî
ax emannn emannn…
ax lê lê-lê lê…kî dikare me
bi qasî me fêm bike
kî dikare me
bi qasî me birîndar bike
tu wekî demê yî
bi qasî demê zilimkar
bi qasî demê demdemî
nizanim
dibe ku
zilma te
ji ber hezkirinê belê
bi çavên xwe
li min dinêrî
erd diheje
fêlbaz fêlbaz dikenî
min dixapînî
dilê min diheje
maç dikî
wekî xezalekê tî
ez dihejimax emannn emannn…
ax lê lê-lê lê…kî dikare me
biqasî me hez bike
kî dikare me
bi qasî me biêşîne
erê kî/kê?
Helbest:Occo Mahabad

Pirtûka Occo Mahabad ya bi navê Êşên Qehbik derket…

229602_10151429824500698_312159251_n

Piştî pirtûka yekemîn, Occo Mahabad bi pirtûkek nû li pêşberî
me ye. Mijara pirtûkê bi temamî êş in.
Mahabad di pirtûka xwe de behsa êşên cur bi cur kiriye. Êşên siyasî, êşên eşq û evînê, êşên tenêtiyê, êşên veqetînê, êşên terikandinê û êşên din bi zimanekî cuda û hosteyî hatine honandin û nivîsandin…
Em dikarin bibêjin ku heta niha mijara êşê evqas xweş û baş nehatiye vegotin. Pirtûk di warê xwe de ronesansa êşê ye…

Em bawer in ku hûn ê vê pirtûkê pir biecibînin û bi meraqeke mezin bixwînin…

Weşanxaneya Do

——————————————————————————————————————-
kitappp

Mijara pirtûkê eşq û evîn e….

One response to “HELBEST”

  1. Şeyhmus Özzengin says :

    OCCO MAHABAT, devê pênûsa xwe jahr kiriye û dixe devê birînan. Hin êşê tîne bîra birîndaran û hin jî dibe hêvî ji birîndaran re. Afirînerekî pêkera gotinê ye, dirêse û ristên xwe dike dermanê kewê 3u dixe devê birînê. Ken., girî û eş li cem OCCO hevalin; hev û dû xwedî dikin. YŞek dibe sebebê hebûna a din..
    Destên te saxbin Ristikvanê zimanê sêviya..

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Google+ fotoğrafı

Google+ hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Connecting to %s

%d blogcu bunu beğendi: