Arşiv | WÊNE HELBEST-1 RSS for this section

Occo Mahabad-wîjdan

1466381805962

Wîjdan…
Ji bo ku te ji bîr bikim
Min xwe diavêt nivîna her jinê
Şev xayîn bû
Şev dikeniya
Şev tolaz bû.
Dengê girînên te
Dijmin dijmin
Dilop bi dilop
Diket li ser dilê min ê rezîl
Dil tarî bû
Diqîriya
Jan dida.
Wîjdan di nava şevên bênamûs de
Dibû kujerekî bêbext
Min hinekî tu dikuştî
Hinekî xwe
Hinekî jinên şevê
Şev serxweş
Ez kew
Her jin nêçîrvan bû.

Ji bo ku te ji bîr bikim
Min lêvên her jinê dimijand
Şev şerm dikir
Lêv şerm nedikir
Lêv qerisî
Lêv qermiçî bû
Lêv bi derewan maç dikir.
Di nava şevên bênamûs de
Her deng dibû dengê te
Her jin dibû bedena te

Ne awirên te yên qehbikî hebûn
Ne destên te yên biçûk
Ne jî germahiyên te.
Ji bo ku te ji bîr bikim
Dibûm riswa
Dibûm qeşmer
Dibûm bahoz

Min çi dikir te ji bîr nedikir
Dicemidim
Ka hembêza te
Ka kenên te…

Helbest:Occo Mahabad

Occo Mahabad-bêrî

15317996_1361551587189368_364440368994084249_n.jpg

Bêrî…
Herkes tiştekî hez dikir
Min kêleka çavên te hez dikir
Di nava tenêtî û qerebalixan de
Hesreta te hebû
Tenêtî dibû tu
Qerebalix dibû tu…
Herkes bêriya tiştekî dikir
Min bêriya kenên te dikir…
Ez diçûm
Kenên te jî
Bi min re dihatin…
Her der dibû kenên te
Herkes bi kenên te dikeniya
Şa dibû
Ne derd dima ne jî keder…

Herkes tiştekî dixwest
Min destên te yên biçûk dixwest
Destên te
Rûyê min
Dilê min
Bedena min germ dikir
Di destên te de
Tîna tenêtiya min dihat şikandin
Di destên te de
Min derdên xwe ji bîr dikir
Di destên te de
Ji nû ve dihatim afirandin…

Helbest:Occo MAHABAD

occo mahabad-tenê me

408114_2986799905738_2087074665_n copy.jpg

Tenê me…
Bajarek heye
Bi hezaran kolan e
Di nav de bi mîlyonan qerebalix

Ez ji kûçikan berbattir tenê me..
Jinek heye
Dilê min girtiye
Devê min maç dike
Bi germahiya xwe hembêz dike
Nivîna min germ dike

Ez ji çivîkan zehftir tenê me..

Destên min digire; tenê me
Dikene; tenê me
Diaxive; tenê me
Li min dinêre
Weke zarokan şa dibe

Ez ji çiyayan bilindtir tenê me..
Ditirsim
Rojekê
Ev tenêtiya min a orispî
Qerebalixên dilê wê bikuje
Ew jî bimire…

Helbest:Occo MAHABAD

 

Occo Mahabad-Malkambaxê

944820_719435078067692_1048016663_n

Malkambaxê…
Carinan wisa dixwazim bigirîm
Dibêjim bigirî dilê min bigirî
Bi têra xwe bigirî
Heta sibê bigirî
Paşê tu têyî bîra min
Hêrs dibim
Diqehirim
Kufirek dikim
“fahişeya herkesî”
Nifirek dikim
“Xwedê bela xwe bide te”
Cixareyek dikişînim
Qedehek araq vedixwim
Li stêrkan dinêrim
Destên xwe dinêrim
Serê xwe ditewînim
Dîsa dixwazim bigîrim
Dîsa dîsa dîsa lê çênabe
Malkambaxê
Fêm dikim ku
Bi te jî tenê me bê te jî
Bi te jî ne bextewar im bê te jî
Bi te jî belengaz im bê te jî…

Helbest:Occo Mahabad

Occo Mahabad-Bêbavê…

fb_img_1455068482079

Bêbavê…
Di çavên te yên kilkirî de
Hespên boz dibezin
Siwar dibim bi esmeriya xwe ve
Tu diwestî
Ez diwestim
Êş xwe dikuje…
Di porên te yên reş de
Bêhna sosinan digerin
Bêhna te
Bedena min dagir dike
Lêvên min îsyan dikin
Peyvên veşartî bêwate dimînin
Heyv dinale
Roj dimire
Hesret diqede
Tu dikenî
Ez dikenim…

Destên min diherikin destên te
Destên te maç dikim
Şerm dikî
Diricifim
Tu dîsa şerm dikî
Ez dîsa diricifim…
Gotinek belav dibe dilê te
“Bêbavê
De bikene
Ez hatim”
Tu dîsa dikenî
Min hembêz dikî…

Helbest:Occo MAHABAD

Occo Mahabad-Reşikê…

15940372_1423389161005610_4517953563693745933_n

Reşikê…
Çima îşev destên te
Xayin xayin hez dikin
Çima tu xayin xayin dikenî
Çima kulîlkên te
Xayin xayin bêhn didin
Reşê Reşikê
Porreşikê
Rûreşikê
Çavreşikê
Mijangreşikê
Ka bêje
Kî berxikên çavên te
Bazar bi bazar firotiye
Kî helbestên rêkirî
Şev bi şev kuştiye
Kî klamên hembêzkirî
Kêlik bi kêlik girandiye..

Reşê Reşikê
Tu reşik î
Xayintî ne li gorî te ye
Ka bêje
Kî te êşandiye bi dilê xwe
Kî te xapandiye bi peyvên xwe
Kî bi gunehên xwe
Gunehên te şuştiye…
Oyy oyy Reşikê
Ma tu nabînî
Min hembêza xwe vekiriye
ji bo hêstirên çavên te
Ma tu hîs nakî
Dikarim
Her tiştên xwe bidim te
Dikarim
Wekî mirinekê te hez bikim
Reşê Reşikê
Dilreşikê
Rondikreşikê
Kenreşikê
De bêje
Çima tu wiha perîşan î
Bi perîşaniya xwe
Min jî dikî perîşan…

Helbest:Occo MAHABAD

occo mahabad-çûyîn

fb_img_1455106292240

Çûyîn…

Min got neçe
Ew çû
Wê got bimîne
Ez çûm…
Ew çû
Ez giriyam
Çavên wê
Di çavên min de man
Bêhna min
Di tiliyên wê de ma
Ez çûm
Ew giriya
Dengê min
Di dengê wê de ma
Xwêdana wê
Di bedena min de ma…

Helbest:Occo MAHABAD

%d blogcu bunu beğendi: