Arşiv | PÊKENOK RSS for this section

pêkenokên kurdî…kürtçe fıkralar…

Çavkanî:

1-http://artuklu.org/pekenoken-kurdi-kurtce-fikralar/

2-http://www.bydigi.net/komik-yazilar-fikralar/21093-pekenoken-kurdi.html

 

1-Xêr…

Hiso mirovekî şivan bû.pismamê wî miribû, Jina pismamê wî jinbî mabû.Hisoyê me yê şivan piştî pênci saliya xwe bû zilamekî olperest (sofi).Ji ber vê yekê jî,dizanîbû ku di misilmantiyê de ku Jinek bi ciwanî bimîne ,guneh e û zilamekî ku jineke bî re bizewice pir xêr e û li cim Xwedê pirr biqîmet e.

Hiso diçe cem meleyê gund:

-Seyda ez dixwazim xêrekê bikim.

-Bêje ezbenî,ka xêra tu dixwazî bikî çi ye?

-Fata bûka me ev deh sal in bî ye.Ez dixwazim nikê bavêjim ser wê ,li xwe mahr bikim.

-Xêra te ev e Hiso?

-Erê wele seyda.Ma ne baş e?

Mele dibêje:

-Erê wele baş e.Tereso,ma xêr bi doxîna min û te ve ye?

—————————————————————————————————————

2-Xwarzîye Xwedê…

Yekê Şuşarê dıçe gundeki Bydigiya jêr, lı derê ki dıxe wi mevani nahebinın.Tê zanin ku zıvıstanan bydigi gelek sare u tipi ji heye.. Şuşariye me ji gelek birçi buye u berbi êvarêye ji… Bı xwe bı xwe dıbeje ez gerek çareyeki bıbinım u wexta ez nebinım li van deran bımırım. Lı bın gund de tenê malık maye. Dıçe derê male dıxe. Xwediyê malê deri vedıke u şuşariyê me dibeje selamualeykum u ez xwarzîye xwede me u işev mêvanê te me . Xwediye male ji dıbeje aleykumselam serseran serçavan u bide pê mın. Wi dıbe nava gund u bı tıliya camiyê nişan dıde u dıbêje mala xalê te wayê biçe mala xalê xwe….

———————————————————————————————————————

3-Ma bajarê Bismilêye gîdipseeen…

Li hêla Bismilê, ji gundê Koselîya merivek wê biçe bajêr.
Jina wî jê re dibêje:
– Ma bajarê Bismilêye gîdipseeen, Fatoşêye bîr don getiiir!

– Ma ne bilim ne qedemdiiir?
– Wîîî, ma hema bîr mîtro bîr nigine
Bîr mîtro jî dîger nigine,
Ellî santîm nav nigine
Girmî bêş santîm jî pizîsine getir bestir.

————————————————————————————————————-

4-Dewsa bavê xwe de…

– Tu çend salî yî?
– 10 salî.
– Deh salî yî û tu dizîyê dikî ha?
– Welleh polîs efendî, ez bi xwe ne diz im.
Bavê min nexweş e, ez di dewsa wî de kar dikim!

—————————————————————————————————————–

5-Felekreşo…

Piştî ku Osmanî heldiweşe û welatê nû tê ava kirin; serokên dewêla nû bang dikin ji bo hemû xortan ku herin eskeriyê.

Di gundê Felekreşo de jî, ew û cîranekî xwe diçin. Ji ber ku di wan çaxan de eskerî çar sal bû bavê wî nehiştibû ku berî ekseriyê bizewice.

Felekreşo û havalê wî didin ciyekî dûr. Ji ber ku xwendin-nivîsandina wî û hevalê wî tune; ne dikarin pirsekê ji malbata xwe bikin û ne jî dikarin nameyê ku keya ji wan re şandibû bixwînin.

Demeke dirêj derbas dibe, havalê Felekreşo nexweş dikeve û ji bona çend rojan destûr didinê û wî dişînin gundê wî.

Kêfa Felekreşo tê cî. Di dil xwe de dibêje ku ew ê hevalê wî ji wî re nûçeyên xweş bîne. Ka belkî bavê wî jê re keçikek xwestibe û dê li hêviya Felekreşo be ku dawî li eskeriya wî bê û herê malê deweta wî bikin.

Destûra ku serokê eskeriyê daye hevalê Felekreşo diqede û hevalê wî dizivire. Felekreşo bi kêf diçe, bi hesret himbêza xwe bi sotûyê hevalê xwe wertîne. Demeke kurt kêfxweşiyê bi hev tînin û Felekreşo bi keserek xurt ji hevalê xwe pirsa malbata xwe dike û axaftinek wiha di navbera wan de derbas dibe:
Felekreşo : “Heval gelo tu çûyî mala me, çawa bûn, baş bûn?”
Hevalê wî : “Belê heval ez çûm lê ne ewqas baş bûn.”
Felekreşo : “Tu bi Xwedayê xwe ke ku tuyê zêde dirêj nekî. Gelo çi hatibû serê malbata min?”
Hevalê wî : “Kûçikê we cihimî bû.”
Felekreşo : “Tu çi dibêjî heval? Kûçikê me wekî şêrekî bû, tu gura pê nikaribû. Malbata me tenê na, temamî gund diparast. Gelo çima cihimî bû?

Hevalê wî : “Hestiyê gayê belek di qirikê de mabû.”
Felekreşo : “Qey gayê me jî mirar bûbû? Gayê me yê ku mirov biqesibanda, mirov dikaribû pê mewlûdek bida ji bo heft gunda!”
Hevalê wî : “Na, gayê we nemiribû, kiribûn boraqa bavê te.”
Felekreşo : “Qey çi bûbû bi bavê min, çima miribû, kîngê miribû?
Hevalê wî: “Heval çi bêjim, çewa bêjim? Deh roj neketibû nava wî û diya te.
Felekreşo : (Eman dike, yeman dike…) “Heval tu çi dibêjî? Qey diya min jî rehmet kiribû?”
Hevalê wî: “Lê ka feqîrê çi bike? Ku şivanê we birê te kuştî û keçika ku bavê te ji te re xwestî revandî, feqîra Xwedê nesebirandî û biheciye.”
Felekreşo eman dike, yeman dike ka ew ê çi bike, tişt ji desta nayê. Dibîne ku nabe zariya ji hevalê xwe re dike û dibêje: “Heval ji bo xatirê Xwedê tu heş kî. Birayê min jî miriye. Bes indî te agir bi mala min xist.”
Hevalê wî ji bal diçe û bi dengekî nizim di ber xwe de dibêje: “Wele dema ku ez ji diyarê gund de qelibîm dû ji mala we diçû….”

——————————————————————————————————————-

6-Ahmet û ker

Rojekê Ahmet bi kerê xwe ve diçe bajarê Hewlerê.
Ew tê ba lembeyên trafîkê. Lembeya sor pêdikeve. Herkes radiweste, lê Ahmet bi kerê xwe ve derbasê aliye din dibe. Polîsê trafîkê wî digire û jê re dibêje:

– Çima dema lembeya sor pêketiye du derbasê aliyê din dibî?
Ahmet matmayî ji polîs dipirse:
– Lembe lembe ye, ya sor çi ye, ya zer çi ye! Ferq nîne. Û hemû jî ji bo ronahî û spehîbûnê ne, na?
Polîs dinêre ew tiştekî fam nake, hema wî digire û dibe qereqolê. Li qereqolê jê re dibêjin ku:
– Dema lemba sor pêketî be û mirov jî derbas bibe ceza ye. Û ji ber vê yekê, em ji bo te 2 dînar û ji bo kerê te jî dînarekê ceza li te dibirin.
Ahmet li polîs dinêre û bi lavatî:
– Ma hûn nikarin min jî wekî kerekî hesab bikin û ji min jî dînarek ceza bistînin?

——————————————————————————————————————————————-

7-Serê Kurd û bizmar

Rojekê ciwamêrekî dixwaze di dîwarê xwe de bizmaran bikute. Bi çakûç û giranan dike-nake bizmar di dîwêr de naçin. Ew an xwar dibin an jî dişkên. Ciwamêr matmayî dimîne! „Ev çi hal e. Her roj bizmar bi hêsanî di dîwêr de diçûn. Gelo îro çi bûye, çi ciriya ye?“
Di dawizê de diçin li aliyê dîwêr ê din temaşe dikin ku Kurdek li ber dîwêr razaye û serê xwe spartiye dîwêr. Bizmarên wan jî diçin û rastê serê wî tên û xwar dibin.

———————————————————————————————————————-

8-Herdu jî yek in

Şerebvexwarek û meleyekî dîndar li ser hela û heramiya şerebê munaqeşe dikin. Şerabvexwar ji melê re dibêje :
« Mele, bi Qurana ku te xwendiye, şerab ne heram e. Çima dê şerab herem be ? Ma ew ji demûşa tiriyê çêdibe, na ? Dema miro tirî dixwe ne heram e. Demûşa wê vedixwe, ne heram e, lê dema şerabê vebixwe heram e ? Heru jî, ji tirî çêdibin. Bi Qurana ku te xwendiye, di nav wan de tu ferq tune lo ! »
Li ser van gotinan, mele dike ku dîn bibe û êrîşsê şerabvexwar dike :
« Ma zindîq herê welle, dema herdu jî, ji tirî bin dibin yek ? Wê çaxê şîr û mîza diya te jî yek in, herdu jî ji laşê diya te derdikevin. De here mîza diya xwe vexwe !

———————————————————————————————————————

9-“Ji pêş an ji paş de?”

Li paytexta Swêdê Stockholm û di kurseke fêrkirina dîlanê bo ciwanên kurd de, keçekê xwest bizanibe bê ew gavên xwe bi pêş an bi paş ve bavêje; wê ji mamosteyê xwe yê dîlanê pirsî: “**** em ji pêş an ji paş de çêkin?” Mamosteyê ku bi zorê hişt ku ken zora wî nexe, bersiv da: “Hema çawa li xweşiya we were, wilo bikin.

—————————————————————————————————————

10-Xwediyê sola nû

Yekî destgirtî û çavteng cara pêşî ku ji xwe re cotek solên (qundere) nû kirî. Rabû çû nav zadê xwe, da ku li rewşa wî binere. Ev demek dirêj bû, ku baran nehatibû. Lê piştî ku giha nav zad, baraneke xurt dest pê kir. Mêrik li ber sola xwe ket, ku biqete. Wî berê xwe da ezman û bangî Xwedê kir: “Xwedêyo, ez bêjim bila baran neyê, zadê min şîn nabe û mala min wê xerab bibe. Û ez bêjim bila baran bê, sola min a nû wê bilewite û biqete. Hema ya rebî, tu rihê min bistînî û min ji vî halî xelas bikî.”

——————————————————————————————————————-

11-Xapandin û poşmanî 

Yekî aşîtî çêlekeke wî ya pir xerab, diranketî û ziîf hebû, zabû û tenê kîlok şîr dida. Xwediyê wê jê aciz bû û xwest wê bifroşe. Cîranê wî şîret lê kir û jê re got: “Ger tu bixwazî pereyine baş ji bo wê bistînî, divê tu wê bidî delalekî xerbî, ji ber xerbî dizanin tiştan xweş bikin.” Mêrik rahişt çêleka xwe û çû Qamişloyê cem delalekî xerbî. Yê delal pirsa eybên çêlekê kir. Xwedî got: “Hema giş eyb in: Ne şîr dide, ne diran mane û hestiyê wê derketine.” Yê delal jê re got: “Baş e. Rûnê û îşê te ji tiştekî tune.”Xwediyê çêlekê li ber dîwar rûnişt û destê xwe xist ber çena xwe û ji xwe re dinerî, bê yê delal dê çi bike. Yê delal bi dengekî bilind bang kir: “Werin çêleka baş, a malan; rojê sî kîlo şîr ji min bixwazin. Lê nenerin ku ziîf e; Avis e, lê hingî dirêj e, ev yek lê nexuyaye. Diranên wê bi pensan nayên rakirin. Çêlek ev çêlek in. Xelk pesnê yên holandî û danmarkî didin, lê ev giş li ber vê çêleka me netiştek in. Çêlekên wilo hîn çênebûne.” Delalî bala xelkê kişand û ew li dor xwe civandin. Pi#351;tî pesindana delalî, xwediyê çêlekê ket wê baweriyê ku gotinên wî rast in. Ew rabû ser xwe û ji yê delal re got: “Ji te 500 wereqe delaliya te û ez nema çêleka xwe difroşim.”
%d blogcu bunu beğendi: