Arşiv | JÎNENÎGARÎ RSS for this section

Jiyana Aramê Tîgran..Aram Tigran’ın yaşamı..

3d3e2eee7e758b2a1642dc8324495aca

Aram Tigran (Ermenice: Արամ Տիգրան,Kürtçe: Aramê Dîkran veya Aramê Tîgran; 1934, Kamışlı – 8 Ağustos 2009), Ermenibesteci.

Ailesi Ermeni Tehciri sırasında Diyarbakır‘dan Suriye Kürdistan’ın da ki Qamışlo kentine göç etmiştir. Tigran, dokuz yaşındayken ilgisini müziğe yönlendirdi ve ud çalmaya başladı. 20 yaşındayken Kürtçe, Ermenice ve Arapçaşarkılar söylemeye başladı.[1] Kürtçe söyleyen şarkıcı ve müzisyenler arasında en iyilerden sayılmaktadır.[2]

Sanatçı, hayatı boyunca 11 albüm çıkardı. Aram, 230’u Kurmancî, 150’si Arapça, 10’uSüryanice, 8’i Yunanca şarkı okudu.[3] 2009 Newroz kutlamaları için geldiği Diyarbakır’da rahatsızlandı, sanatçıya kaldırıldığı hastanede anjiyo yapılmıştı. 6 Ağustos 2009 tarihindeYunanistan‘da tedavi gördüğü hastanede beyin ölümü gerçekleşti ve 8 Ağustos 2009 tarihinde vefat etti.

ALBÜMLERİ:

  1. Çiyayê Gabarê, Aydın Müzik, 2004.
  2. Zîlan, Aydın Müzik, 2004.
  3. Serxwebûn Xweş e, Aydın Müzik, 2004.
  4. Kurdistan, Aydın Müzik, 2004

 

 JIYANA ARAMÊ DÎKRAN  (ARAMÊ TÎGRAN )..

Aramê Dîkran (wekî Aramê Tîgran jî tê naskirin; navê wî yê ermenî: Aram Melîkyan),hunermendekî ermenî ye ku bi kurdî û ermenîdistre. Di sala 1934an de li bajarê Qamişlokê (Binxetê) hatiye dinê. Aramê Dîkran di roja 8êtebaxa 2009an de li Atînayê (Yewnanistan) çû ser dilovaniya xwe.

Gotineke bav û kalan heye ku wiha dibêje: “Tenê deng û huner dimînin û nemirin”. Ji mêj de ye ku nermiya dengê tijî his û xweşê mamosta Aramê Dîkran di nava civata Kurdan de tê bihîstin. Li Kurdistanê kesê ku dengê tijî êşiq û evînê wî nebihîstibe, tine ye. Kurmanc,Soran, Zaza, Loran, Goran û hemû Kurd wî û evîna wî ya ji bo kilamên cimaeta Kurdan nas diken. Sedem jî ew e ku hakimiyeta deng û stranên wî li ser dil û mejiyê mirovan bandorek taybetî çêdikin. Yek ji dengên ku hertim para kurdî ya Radyoya Êrîvanê di nava Kurdên her çar perçên Kurdistanê de dide guhdar kirin, dengê zelal ê Aramê Dîkran e. Dengê ku ji kûrahiya dil derdiket û evîn û heza bêdawî ji bo rûmeta bilind û jiyana bi şan û şeref diafirand.

Deng û awazên hunermendên mîna DawudêXelo, Sosika Simo, Kawîs Axa, Karapêtê Xaço,M. Arifê Cizîrî, Şeroyê Biro, Eyşe Şan, Hesenê Cizîrî, Aslîka Qadir, Nesrîn Şêrwan, Mecîdê Silêman, Reşîdê Baso, Meryem Xan, Belga Qadir, Zadîna şakir, Aramê Dîkran û hwd… her roj ji roja berê zêdetir guhdarên Radyoya Êrîvanê zêdetir dikirin.

Lê di vê navê de pirsa herî girîng ji bo Kurdan ev bû ku Aram Dîkranê Ermenî çawa wiha ji dil û bi şewatek tijî soz dikare stranên kurdî bixwîne?! Çawa dikare wiha li ser bedewiya deşt, zozan, dol û newal, mêrxas û egîdên Kurdan bistire? Aram kî ye ku nekitiye bin bandora siyaseta wan xwînmijên ku hertim dihola neyartiya kurdî û Ermeniyan lêdixistin û neteweya kurdî bi wê hîndê tawanbar dikirin ku di ferman û qira Ermeniyan de li rex Osmaniyên xwinxwar, cih girtine!? Û gelek pirsên din. Lê emeknasî û famkirina siyaseta çewta dagirkerên Kurdistanê ji mêj de bû ku di malbata Aramê mirovhez de hatibû famkirin. Aram Dîkran bixwe di vê derbarê de wiha dibêje:

Bavê min jî mîna gelek Ermeniyên din di çaxê tevkujiya Ermeniyan de bi riya Kurdan ji kuştina bi destê Tirkan hat rizgar kirin. Ji bona wê jî hertim ji min re wiha digot: Kurê min qedir û qîmetê gelê kurdî bizanibe, Kurdan ji bîra neke. Emekê wan li ser min pir e, zehmetî û xiwêdana wan li ser min pir e. Ewan min xwedî kirine û ger hûn çar bira û du xwîşik vê gavê li ser rûyê dinê dijîn bi xêra Kurdan e ku hûn dijîn. Heke dijimin min bikuşta, hûn jî nedihatin rûyê dinyayê. Ew axayê kurdî ku çend salan bi nihênî ez di mala xwe de xwedî kirim û pişt re ez şandimBinxetê (Başûrê Kurdistanê yê biçûk), jiyana me rizgar kir û bi xêra wan vê gavê hûn li rûyê dinê dijîn. Ji bona wê jî divê hûn vê emeka wan qet ji bîra neken. Bi stranên xwe zimanê kurdî biqedirîne û van helbestên ku ez didime te bike stranên xweş. Tu bixwe jî bibe dostek baş ji Kurdan re û emeka wan ticarî ji bîra neke…

Bi vî awayî Aram, li herderê bi birayên xwe yên kurd re jî û şîreta bavê xwe yê emeknas heya roja îro jî ji bîra nekiriye. Heya roja îro jî li ser vê riya dûr û dirêj Aramê hêja dimeşe. Sala1966´an gelek Ermeniyên ku li welatê Sûriyêdijîn, vegerîn welatê bav û kalên xwe Ermenistanê. Li wir bû ku Aram bi hevkariyaXelîl Muradov ku berpirsyarên para kurdî ya radyoyê bûn, bi awayekî berfireh dest bi karê xwe yê stranbêjiyê kir. Carek din jê re hat îsbat kirin ku kurdî li her derê mêranî û mêvanperweriya xwe wenda naken. Li wir bû ku Aramê evîndarê stirîn û awazên kurdî bi hevkariya Cemîla Celîl û Keremê Seyad bêtir ket nava deryaya stranên kurdî û bi melevantiya di nava vê deryaya bêbin de bû hosta û şehrezayekî pispor. Elbete Aram rihê kurdîtiyê û hezkirina zimanê kurdî ji bav û diya xwe girtine ku hertim di nava malê de bi hevre bi zimanê kurdî diaxivîn û behsa bextereşiyên kurdî û Ermeniyan dikirin.

Rêbaza (istîla) hunerî û naveroka stranên Aram Dîkran bêtir vê rastiyê bi me didin selmandin ku ew bi şiyarî xebitiye û ji hunera resen hezkiriye. Awaz û helbestên wî ji nava dilê civata Kurdan derketine. Kiye ku strana “Bilbilo” nebihîse û Kurdistana bindest û bextreşiyên gelê Kurdî li ber çavên wî zindî nebin?! Kîjan evîndar e ku strana “Keçê ji bona te ez dîn im” bibhîse û hêsrên evîndariya bi şewat nebarîne?!

“Stranên Hey lo lo delal”, “Şev çû”, “Çiyayê Gabarê”, “Zîlan”, “Diçim-diçim”, “Bi hesreta Êrîvanê”, “Çil-çil kezî”, “Ey welato em heliyan”, “Elmasa min ji dersê tê”, “Ax dê û bavê me” û bi dehan stranên din bi riya Aram Dîkran ketin ser zimanê gel û ji Kurdan re bûn samanek netewî ku di nava rûpelên dîroka hunerê de nayên wenda kirin.

Bi serhev de mirov dikare bêje ku naveroka stranên hunermend Aramê Dîkran pênaseya hunermendî, kesayetî û dilpakiya wî ne. Bedewiya erdnigariya Kurdistanê, dewlemendiya ziman, stran û bi giştî kultura Kurdan, heza ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê, selmandina biratiya Kurdî û Ermeniyan, evîna ji bo Gerîla û şervanên riya bi şan û şerefa azadiyê, evîna ji bo mirovantiyê, canfîdayiya egîd û lehengên Kurdistanê ku bi netirsî canê xwe fîda kirin, wefadarî û emeknasî û… tev kevir û binaxê stranên Aram Dîkran pêktînin.

Bi salaye ku ew wek dergevanekî xwendingeha hunera Kurdistanê bi dengê xwe yê germ û nerm dewlemendiya lorîk, stran û zimanê şirînê Kurdî bi bîra herkesî tîne. Aram bûye nîşana demokrasiya di navbera gelênRojhilata Navîn de. Wî di piratîka xwe de daye xuyakirin ku hemû gelên Rojhilata Navîn dikarin bi hevre û di nava aştî û biratiyê de bijîn.

Dema ku ji sala 1915‘an û pêde genosîda li dijî gelê Ermenî (cîranên Kurdan yên dîrokî) bi destûra nifşparêzên Împeratoriya Osmanîdestpêkir, Kurdan gelek ji wan di nava dilê xwe de veşartin. Kurdan nedikarîn bibînin ku neviyên Mongolan li ber çavên wan birayên wan bikujin.

Herkes nikare muzîkê bi guhdarên xwe bide hezkirin. Ger hunermend bi deng û awazên xwe di vî karî de biser nekeve, nikare muzîka xwe mîna xwarina riha mirovan, pêşkêşî gel bike. Di vî karî de Aram mamostayekî jîr e û dizane çawa hest û hisên gel bilivîne. Ji bona wê jî mamosta Aramê Dîkran di derbarê huner û hunermendiyê de wiha dibêje:

Gava em dibêjin huner, du wate ji hunerê tên ber çav: Ya yekê hunerê jê dertê me’irîfet û ya duduyan hunera sazbendî û kilambêjiyê. Di nava van çend salan de hunerê rih daye min, nehişt ku ez zû êxtiyar bibim û min hertim xwe di nava gel de dît…

Aram hunermendekî bextewere. Ji ber ku wî di nava civakê de dilxweşî pêk aniye û mirovên hunerdost bi can û dil ji wî razîne. Hunera wî bi hezek bêdawî di nava gel de hatiye pejirandin.

Kilamên Aram yên evîndariyê rewşa sosyolojî û kilamên siyasî jî rewşa siyasî ya gelê Kurdî didin nasandin. Mamostayê me Aram Dîkran bi pirensîbên xwe yên exlaqî û kesayetiya xwe ya bilind jî di nava Kurdan de xwedî rûmet û hurmeteke bilind e.

Aram kurê Dîkran Melîkyan di sala 1934’an de li Qamîşlokê di nava malbateke hejar de hat dinê. Karê xwe yê hunerî bi evînek tijî his û xweşî ji temenê 18 saliyê di nava dewat û şahiyên Kurd û Ermenyan de da destpêkirin. Bavê wî di karê stran gotinê de pir ew teşwîq kir ku riya hunerê bidomîne. Sala 1966’an bi malbata xwe re hatin Ermenistanê û heya sala 1985’an di Radyoya Êrîvanê de mîna xebatkarekî fêrmî xebitî.

Di sala 1990’an de wek penaber hatEwropayê. Di roja 8ê tebaxa 2009’an de liAtînayê (serbajarê Yewnanistanê) miriye.

Çavkanî

MIHEMED ŞÊXO’NUN HAYATI..JIYANA MIHEMED ŞÊXO. .

untitled-1

MIHEMED ŞÊXO’NUN HAYATI..
Mihemed Şêxo, asıl adıyla Mihemed Salih Şêxmûs 1948 yılında Qamişlo’nun Girbanîn köyünde dünyaya geldi. Ailesi ile birlikte başka bir köye göç eden Şêxo, ekonomik yetersizlikten dolayı okula ancak 11 yaşında başlayabildi. Ortaokula başladığı yıllarda onun müziğe olan ilgisi, dönemin kürt müzisyenlerinin etkisi ile giderek artmıştır ve Mihemed Şêxo o dönemlerde arkadaşlarından saz çalmayı öğrenmiştir. 1969 yılında şarkılar yazıp söylemeye başlayan Şêxo’nun, ömrünün sonuna dek sürecek olan müzik yaşamı başlamış oldu. Mihemed Şêxo’nun, o yılların ünlü müzisyenlerinden biri olan Aram Tigran’ın etkisinde kaldığı söylenir.
Ekonomik sıkıntılar nedeniyle müzisyenlik hayalleri zora giren Mihemed Şêxo aynı yıl Lübnan’a yerleşmek zorunda kalır. Bu zorunluluğu fırsata çevirmek isteyen Şêxo, lübnanda kaldığı 2 yıl boyunca müzik eğitimi alır ve sanatını ilerletme şansını yakalar. Eğitimin ardından 1972 yılında birkaç arkadaşı ile birlikte ‘Serkeftin’ adında bir müzik grubu kurar, ancak bu grup ile yaptığı müzik hakkında veriye ulaşmak zor. Şêxo’nun müziği ile ilgili ilk kayıtlar, 1973 yılında güney Kurdistan’a geçmesi ve oradaki şarkıcılar ile tanışması ve onlarla birlikte şarkılar söylemesi ortaya çıkmıştır. Böylelikle Mihemed Şêxo güney Kurdistan’da bir müzisyen olarak tanınmıştır. Ayrıca onun yurtsever kimliği de, o dönemlerde güney Kurdistan’daki verilen mücadele ile de bağdaştırılmış ve adı kısa bir sürede güney Kurdistan’da yayılmıştır.
1973 yılında Şam’a giden Mihemed Şêxo, orada ‘Ay Gewrê’ adında bir album çıkarır. Fakat suriyede siyasi baskılara maruz kalır ve tekrardan güney Kurdistan’a dönüp peşmerge birliklerine katılır. Peşmergenin başarızlığa uğramasıyla birlikte, doğu Kurdistana geçer ve burada bir album daha hazırlar. Şêxo doğu Kurdistan’da müzisyenlik dışında öğretmenlik de yapar. Öğrencilerinden biri de daha sonrasında evleneceği kadın olan Nesrîn’dir. Bir rivayete gore Mihemed Şêxo doğu Kurdistan’a gitmeden çok once Nesrîn’i rüyasında görür ve unutamaz. Nesrîn onun öğrencisi olarak geldiğinde, Mihemed Şêxo Nesrîn’i hemen tanır ve daha sonrasında evlenirler. Bu olay Mihemed Şêxo’nun memleketi olan Qamişlo’da onunla ilgili anlatılan destansı olaylardan sadece biridir. Bu da O’nun bir halk kahramanı olduğunun göstergelerindendir .
Doğu Kurdistan’da kaldığı 11 yılın ardından iran rejimi Mihemed Şêxo hakkında rejim karşıtı olduğu gerekçesiyle yakalama kararı çıkarır ve Şêxo tekrardan Rojava’ya döner. Döndüğü zaman artık o Rojava’da herkesin şarkılarını bildiği, dinlediği bir müzisyen olmuştur. O’nun gelmesiyle halkta oluşan heyecan Suriye devletinin işine gelmez ve kısa bir sure sonra Mihemed Şêxo zindana atılır. Fakat Mihemed Şêxo zindana atılmasına rağmen şarkılar yazmaya devam eder. Bugün en bilenen şarkılarından çoğunu zindanda yazmıştır.
1989 yılının başlarında hastalanan Mihemed Şêxo’nun durumu, o yılın mart ayına gelindiğinde iyice ağırlaşır ve Şêxo zindandan çıkarılarak hastaneye kaldırılır. 3 gün boyunca farklı hastanelere tedavi için götürülür fakat Mihemed Şêxo 9 Mart 1989’da hayata gözlerini yumar.
Ölüm haberi ile birlikte bütün rojava ayaklanır ve saatler içinde Qamişloda 70bine yakın kişi toplanır. Cenazesi büyük bir katılım ile toprağa verilir.
Mihemed Şêxo’nun eşi Nesrîn ile olan aşkı, Şêxo’nun ölümünün ardından büyük bir trajediye dönüşür. Eşi, Mihemed Şêxo’nun kardeşi Baha Şêxo ile evlendirilir ve Baha ile Nesrîn birlikte avrupaya göç ederler. Bu evlilik ile ilgili çeşitli söylentiler olsa da kesin bir bilgiye ulaşmak zor.

Mihemed Şêxo sanatı ve yurtseverliği ile Kürt tarihine damga vurmuş isimlerden biridir. Onun müziği Kurdistan’ın dört parçasına yayılmıştır. Kendisinden sonra gelen bir çok ünlü müzisyeni etkilemiştir. Bu konudaki en bilinen örnek ise Ciwan Haco’dur.
Bugün hala şarkıları eskimeyen ve Kurdistan’nın dört yanında dinlenen, söylenen Mihemed Şêxo’nun adı hiçbir zaman unutulmadı ve unutulmayacaktır da. Ölüm yıldönümünde kendisini saygı ile anıyoruz.

JİYANA MİHEMED ŞÊXO. .

Hunermendê kurd mehelmî ê navdar Mihemed Şêxo di sala 1948’an de li Başûrê Rojavayê welat, li gundê Gîrbanîna Qamişloyê tê dinê. Navê wî yê rastî Mihemed Salih Şêxmûs mehelmîe. Di zarokatiya wî de malbata wî koçberî dibe û li gundê Xecokê bi cîh dibe. Li vir mirêbetiyê dike. Şêxo mezinê yanzdeh bira ye. Di sala 1959´an de dest bi xwendinê dike, lê sê sal şûnda dest ji dibistanê ber didê. Di salên xwe yê dibistanê da Mihemed Şêxo gelek hunermendên kurd nas dike. Ji bandora wan nêzikî muzîkê dibe û di sala 1969’an de dest bi dengbêjîtiyê dike. Ew salên xwe yên di navbera 1969 û 1972’yan li Lubnanê ji bo xizmeta hunerê xerc dike û liBêrûtê du sal dersên muzîkê distînê. Di sala1972’an de bi hinek hevalên ji xwe rê bi navêKoma Serkeftin komek mûzîkê saz dike. Mihemed Şêxo 1973’an de derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û li wir mîna hozan û şervanan kar dike, têkiliyê xwe bi hunermendê kurdên ên din rê saz dike. Paşê diçe Şamê, li wir kaseta xwe ya bi navê Ay Gewrê derdixe. Lê li wir dewleta Sûriyê Mihemed Şêxo rihêt nehêlê û gelek caran tê binçav kirin. Li ser wê yekê carek dîn berê xwe da Îraqê û di nav refên pêşmergeyan de cîhê xwe digre. Bi têkçûna serhildana ji Başûr rê ew derbasî Rojhilat dibe û li wir kasetekê tomar dike. LiRojhilatê Kurdistanê ji bilî karê xweyê muzîkê çend sala mamostetiyê jî dike. Demek şunda rejîma Îran ê jî Şêxo wek dijberê rejimê dihesibîne û derheqê wî da biryara binçavkirinê digre. Ji ber wê yekê Mihemed Şêxo piştî 11 salan carek din berê xwe didê Sûriyê û li wir bi hezkirineke mezin tê pêşwazîkirin. Dewleta Sûriyê ji têkiliya Mihemed Şêxo û gelê kurd aciz dibe û wî digrê, davêjê zindanê. Lê ev biryar jî dengê Şêxo nade birîn. Ew kilamên xwêyê herî baş li heps û zindanan de dibêje û di kilam û stranên xwe de derd û kulên gelê xwe û daxwaz û baweriyên wan bi hunermendîyek bilind tîne ziman. Hunermend di sala 1983’yan de vedigere Qamişloyê û heta sala 1988’an de gelek berheman diafirîne.

Mihemed Şêxo di 9’ê adara 1989‘an de çû li ser mafeya xwe. Li Qamişlokê ji aliyê 70.000 kesî bêr bi rêwîtiya xwe ya dawî hat rêkirin.

Mihemed Sêxo mehelmî bi stran, stîl û awazên xwe kartêkirineke mezin li muzîka kurdî kir û gelek stranên wî ji aliyê gelek stranbêjên kurd hatin şîrovekirin û gotin. Bi deng û awazên xwe, kilam û stranên xwe jiyan û hunera gelê kurd dewlemend kir. Mihemed Şêxo bi giştî 14 kasêt amade kirin û pêşkeşî gelê kurd kir. Berhemên wî li hemû parçeyênKurdistanê hatin belavkirin. Mihemed Şêxo ku yek ji strana wî ya herî bi nav û deng Ay lê Gulêye, gelek stranên din yên nas û hezkirî bi deng û awazê xwe xist guh û devê guhdaran. Piştî mirina hunermendê mezin, kasetên wî li gelek cihan ji nû ve hatin derxistin û bi vî awayî bêmiriniya wî xwe nîşan da.

Berhem

  • Ay Gewrê
  • Cana min/Sînem
  • Koçê Me Barkir
  • Gulîzar
  • Ey Felek/Kewê
  • Ême
  • Dil Perîşanım
  • Nesrîn
  • Ay Lê Gulê
  • Nalinêk
  • Çavkanî :Malpera Navkurd

Mele Mehmûdê Bazîdî’nin Hayatı..Jiyana Mele Mehmûdê Bazîdî..

kedkar_me_melle_mehmd_bayazd_h19141

Mahmud Beyazidi (Kürtçe Mehmûdê Bazîdî, d.1797 Ağrı – ö.1863 Erzurum) Kürt tarihçisi, ve İslam alimi.[1][2]

Mahmud Beyazidi 1797’de Ağrı‘nın Doğubeyazıt ilçesinde doğmuş önce medrese‘de dinî eğitim almış daha sonra Kürt edebiyatı veKürt tarihi ile ilginlenmiş. Mahmud Beyazidi 19. yüzyıl Kürt rönesansının öncülerinden bir tanesidir. Aynı zamanda Kürt edebiyatında düz yazıyla ilk metin yazan kişidir. Kürtçe nesirin temeli O’nun eliyle atıldı. Mahmud Beyazidi denemeleri ve değerli ansiklopedik yazılarıyla Kürt edebiyatının yönünü değiştirdi. Kürt edebiyata yeni bir tarz getirdi û nesirle yeni bir süreci başlatmak istedi. Mahmud Beyazidi’ye kadar Kürt edebiyat tarihi sadece şiirden oluşuyordu. Fakat onunla birlikte, artık şiir yerini yavaş yavaş nesire bırakıyor.[3]

Mahmud Beyazidi Doğu’nun il ve ilçelerini gezip Kürtlerin örf ve adetlerini içeren Adat û Rusûmatnameyê Ekradiye (Kürt Adetleri) adında kitap yazmış. Kürtlerin Örf ve Adetleri ismini taşıyan bu eser, dönemin Erzurum Rus Konsolosu Aleksandr Jaba’nın desteğiyle Mahmud tarafından yazılmıştır. Bu eser, Kürtlerin örf ve adetlerine dair yazılmış bir eser olarak kendi alanında ilktir ve büyük bir tarihi öneme sahiptir.

Eser’in el yazmaları Aleksandr Jaba tarafından korunmuş olup onun sayesinde günümüze ulaşmıştır.

Bu eser yazar ve araştırmacı Jan Dost tarafından yayına hazırlanmış ve notlandırılmış. Arapça harflerle yazılmış orijinal metin de kitapta yer alıyor. Beyazidi 1863’da Erzurum‘da vefat etmiştir.

Mahmud Beyazidi’nin Eserleri

  • Adat û Rusumatnameê Ekradiye (Kürtlerin Adetleri)[4]
  • Kîtaba Tewarîxê Cedîdê Kurdistan (Kürdistan Tarihi)
  • Cami’iyê Risaleyan û Hikayetan (Çirok ve Kürt kültürü’nün yazıldığı eser)

Mahmud Beyazidi ayrıca Şerefhan Bitlisi‘nin Farsça kaleme aldığı Şerefname adlı kitabını da Kürtçe‘ye çevirmiştir.

Kaynak

  1. ^ http://www.kabalci.com.tr/mele-mahmude-bazidi-w143186.html
  2. ^ http://www.nadirkitap.com/adat-ras-matnamey-ekradiye-mele-mehm-d-baz-d-kitap4291013.html
  3. ^ Mela Mehmûdê Beyazîdî, Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, Jan Dost, s. 102, Nûbihar, İstanbul, 2010.
  4. ^ http://www.ilkehaber.com/haber/nbihardan-kurt-klasikleri-dizisi-11403.htm

melamehmudebeyazidi2

Mele Mehmûdê Bazîdî

Mehmûdê Bazîdî (1797 Agirî, Bazîd – 1863 Erzirom) alim, dîrokzan û nivîskarekî kurd bû.

Bazîdî yek ji wan fîlozofên ku di sedsala hejdehan de dest bi nivîsandina neşra kurdî kiriye.

Wî kitêbeke bi navê Adetên kurdan nivîsandiye[1] û pirtûka Şerefxanê Bedlîsî ya Şerefname ji wergerandiye zimanê kurmancî. Mele Mehmûdê Bazîdî herweha gelek çîrokên gelêrî jî nivîsandine.[2]

Jiyana Mehmûdê Bazîdî

Mele Mehmûdê Bazîdî, di sala 1797an de li navçeya Bazîdê ji dayîk bûye. Piştî ku medreseyê diqedîne û dibe meleyekî çê, navê Mehmûd dibe Mele Mehmûd û dû re jî navçeya Bazîdê ya ku lê ji dayîk bûyî, dibe paşnavê wî. Her wiha di nava gel de weke Mele Mehmûdê Bazîdî tê naskirin. Mixabin sala koçkirina wî ya dawî baş nayê zanîn.

Lê li gor belgeyên di destan de, tê zanîn ku heta sala 1860î li cîhanê bûye. Lewra di vê salê de jî berhem nivîsîne. Lê li gor belegeyeke din jî, Mele Mehmûdê Bazîdî di sala 1863an de çûye li ser dilovaniya xwe.

Mele Mehmûdê Bazîdî, zaroktiya xwe li Bazîdê derbas dike. Dû rê dest bi xwendinê dike û pêşî fêrî xwendina Quranê dibe. MewlûdaMelayê Bateyî û Nehculenam a Mele Xelîlê Sêrtî dixwîne. Ji bo xwendina Nûbihara Ehmedê Xanî û berhemên din, derbasî medreseya Bazîdê dibe. Tevlî feqiyên li medreseya Bazîdê dibe û bi wan re dest bi xwendinê dike. Piştî demekê ku dersên wî û zanîna wî pêşve diçe, dikeve rêza medreseyan û li gelek medreseyên Kurdistanê digere. Zimanê Erebî, Farisî û Osmanî fêr dibe. Piştî qedandina dersan ku îcazê werdigire, carekî din vedigere Bazîdê cîhê ku lê ji dayîk bûyî. Li Bazîdê ji aliyekî ve dersê dide feqiyan, ji aliyê din ve jî li ser wêje û rêzimana Kurdî dixebite.

Giraniya xebata xwe bi kurdî, bi zaravayê kurmancî dinivîse. Pirtûka Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî, ji zimanê Farisî werdigerîne zaravayê kurmancî. Di heman demê de helbestan jî jiErebî, Farisî û Osmanî werdigerîne Kurmancî. Dîroka Kurdistanê ya piştî Şerefnameyê, heta dema jîna xwe bi awayek rêkûpêk dinivîse. Li ser wêjeya kurdî radiweste û beşekê jê dinivîse. Li ser rêzimana kurdî jî radiweste û bi gelek qaîdeyan dinivîse. Ji bilî van xebatan, gelek berhemên din jî ji destê Mele Mehmûdê Bazîdî derketine. Lê mixabin heta weke îroj ew berhemên wî yên delal negihîştine ber destên me. Piraniya berhemên Mele Mehmûdê Bazîdî, ji aliyê Rojhilatnasên Sovyetî ve di arşîvên Petersburgê de hatine komkirin.

Ji berhemên Mele Mehmûdê Bazîdî ya ku ketî destê me, berhema bi navê Adab û Risûma Kurdan e. Adab û Risûm tê wateya orf û edet. Ev berhem bi zaravayê kurmancî hatiye nivîsandin.

Orf, edet û kevneşopiyan Kurdan, di vê berhemê de bi awayek balkêş li ber çavan rahêxistine. Li gor agahiyan, ev pirtûka wî li zimanên Rûsî, Tirkî, Farisî, Erebî û zaravayê Soranî hatiye wergerandin.

Mele Mehmûdê Bazîdî, ji bo ku gelê xwe baş nas bike, li gelek deverên Kurdistanê digere. Li erdnîgariya welatê xwe lêkolînan dike. Li nava gel, eşîr û koçeran dahûrînên baş dike. Rewş û timtêla gel baş hîn dibe. Mêvanî, malevanî, keçxwestin, dawet û dezgîran û cîrantiyê, hîn dibe û baş dişopîne. Van kevneşopiyan dinivîse û berhema wî ya bi navê Adab û Risûma Kurdan derdikeve holê.

Kurdolog Margeret Rudankov a Rûsî, di pêşgotina vê berhemê ya wergêra rûsî de wiha dibêje: Heger ev xebata Mele Mehmûdê Bazîdî, li cem Aleksander Jaba tine bûya, ev çand û nasîna kurdan a serdema navîn bi vê rewşê bi dest me neketana.

Mele Mehmûdê Bazîdî kesekî berhevkar û arşîvkar bû. Xebatên ku dikirin û ew belegeyên ku bidest wî diketin, tev arşîv dikirin û ev arşîv ji her kesî re vekirî bû. Gelek lêkolînvan û zanyaran ji pirtûkxane û arşîva Mele Mehmûdê Bazîdî sûd digirtin. Çi tişta ji wan re pêdivî bûna bi dest dixistin û li ser dixebitîn.

Balyozê rûs Aleksander Jaba, di nîvê sedsala 19an de, weke balyozê Rûsistanê tê Erziromê. Aleksander Jaba, hê ji berê de bi awayek mezin meyla xwe dibû, çand, wêje û dîroka Kurd. Li Erziromê ev keys dikeve destê wî ku hê bêtir lêbikole û ji nêzîk ve bibîne. Herwiha bi Mele Mehmûdê Bazîdî re peywendiyan datîne. Hêdî hêdî hevûdin nas dikin û êdî xebatên wan bi hev re dest pê dikin. Xebatan li ser dîrok, çand, wêje û rêzimana Kurdî pêktînin. Mele Mehmûdê Bazîdî, ji pirtûkxaneya xwe gelek pirtûkan dide Aleksander Jaba. Di nav van pirtûkan de gelek ji wan destxetên Mele Mehmûd in. Yek ji van pirtûkên ku dayî Aleksander Jaba jî, Adab û Risûma Kurdan bû.

Herwiha destnivîsên Mele Mehmûdê Bazîdî keti bûn destê Aleksander Jaba yê Rûsî. Dema ku Aleksander Jaba vedigere welatê xwe Rûsistanê, van destnivîsên Mele Mehmûdê Bazîdî jî bi xwe re dibe. Aleksander Jaba van destnivîsên Mele Mehmûdê Bazîdî di arşîva Petersburgê de bi cîh dike. Ji wê rojê û bi şûn de ji vê arşîva Mele Mehmûd gelek sûd hatiye wergirtin.

Berhem Wî

Ev kitêb ji aliyê Mele Mehmûdê Bazîdî bi xwe ve hatiye nivîsandin. Lê mixabin ew wenda ye. Heta niha ji bo peydakirina wê gelek hewil hatine dayîn, lê ew bêyî netîce mane. Li gor ew agahdariyên ji alîyê A. Jaba ve hatine dayîn, ew pêşgotina ku ji aliyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve ji kitêbê re hatiye nivîsandin û A. Jaba ew wergerandiye fransizî û heta niha hatiye parastin û gelek kesên din ku di derbarê vê kitêbê de nivîsandine, em bi hindikî jî be di saya van de, di derbarê vê berhemê de dibin xwediyê zanyariyekê.

Mele Mehmûdê Bazîdî, di sala 1857an de dest bi nivîsandina vê kitêbê kiriye. Ew yek nusxe tenê hatiye nivîsandin û hecma wê nêzîkî hezar rûpelan bûye. A. Jaba ew bi pêşgotina pênceh rûpelan pêkhatî (A4) ya ji alîyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve ji kitêbê re hatiye nivîsandin, wergerandiye fransî û ew di 30yê adara sala 1867an de ji bo zana û rojhilatnasên rûsî di vî warî de nêrînên xwe bêjin û vê xebatê binirxînin, ji Akademiya Zanistî ya Peterborgê re şandiye.

Wekî me got, ji bo ku kitêb bi xwe wenda ye û heta niha gelek kes hewil dane ku ew bidest bixin, lê ev hewildan bê netîce mane. Ji ber vê, ez pêwîst dibînim ku li vir hinek dirêj li ser vê berhema hêja bisekinim. Ji bilî vê, em ê ew pêşgotina Mele Mehmûdê Bazîdî ya ji vê berhemê re niîsandiye û ji aliyê A. Jaba ve wergera wê ya fransizî hatiye kirin, Y.Y. Vasîlîva jî di lêkolîna xwe ya li ser “Kitêba Wenda Ya Dîroka Kurdistanê” de behs kiriye û wê pêşgotinê jî weşandiye, dê em ê jî kurtiya wê di dawiya vê maqalayê de biweşînin.

  • Cami’iyê Risaleyan û Hikayetan

Çavkanî

  • Dr. Ferhad Pîrbal, Mele Mehmûdê Bayezîdî 1799-1867, weşanxaneya Aras, Hewlêr- 2000
  • Jîr DILOVAN
  • Ji kovara Bîr

Jiyana Mihemed Arifê Cizrawî…Mihemed Arifê Cizrawî’nîn hayati..

maxresdefault

Jiyana Mihemed ARİFÊ CİZÎRÎ (1912-1986) /

(Bulbulê Kurdistanê) Mihemed Arifê Cizîrî, di sala 1912an de li Cizîra Bota hatiye dinyayê. Dema di sala 1914an de Şerê Yekem ê Cîhanê dest pê dike, Mihemed Arifî 2 salîye. Weke ku di nav xelkê de jî tê gotin şer û xelayê bi hev re dest pê dikin. Ne tenê halê malbata Mihemed Arifî her weha halê hîç malbeteke Kurd xweş nîne. Di vî şerê dijwar de bavê Mihemed Arifî ji alîyê dewleta Osmanî ve tê şandin ji bo cepheya şerî.

Lê mixabin em nizanin bê ew çûye kîjan cepheyê. Ji bo ku di ew demê de cepheya Rûs û Qafqasyayê, ya Fîlîstînê, ya Yemenê û hwd. hene. Lê çi heyfe ku bavê Mihemed Arifî ji şerî venagere û ew dimîne sêwî.

Mihemed Arifê Cizîrî, di sala 1912an de li Cizîra Bota hatiye dinyayê. Dema di sala 1914an de Şerê Yekem ê Cîhanê dest pê dike, Mihemed Arifî 2 salîye. Weke ku di nav xelkê de jî tê gotin şer û xelayê bi hev re dest pê dikin. Ne tenê halê malbata Mihemed Arifî her weha halê hîç malbeteke Kurd xweş nîne. Di vî şerê dijwar de bavê Mihemed Arifî ji alîyê dewleta Osmanî ve tê şandin ji bo cepheya şerî. Lê mixabin em nizanin bê ew çûye kîjan cepheyê. Ji bo ku di ew demê de cepheya Rûs û Qafqasyayê, ya Fîlîstînê, ya Yemenê û hwd. hene. Lê çi heyfe ku bavê Mihemed Arifî ji şerî venagere û ew dimîne sêwî.
Mihemed Arif hêj 13 salî ye, Şerê 1925an dest pê dike. Ev şer şerê rêxistina Komîteya Îstîqlala Kurdistanê (AZADÎ) ye. Bi deh hezaran Kurd di vê serhildanê de têne kuştin. Lê yên ku serpereştiya bizava (hereketa) Kurdistanê dikin, piranîya wana tînin zîndana Diyarbekirê. Hin ji wana jî direvin Îranê û Agirîyê. Serokê serhildanê Şêx Seîdê Paloyî ango Pîranê ye.
Di wê demê de, di ew temenê(emrê) xwe yê 13 salî de Mihamed Arifî digrin û tînin zîndana Dîyarbekirê. Ji 4 salan zêdetir di zîndanê de dimîne. Di vir de em nizanin ka çend sal ceza didine Mihemed Arifî. Lê bi sedema ku emrê wî biçûke, ji îdamê xelas dibe. Di sala 1928an de, di mabeyna serfermandarê hereketa Agirîyê Îhsan Nûrî Paşa û dewleta Tirkîyê de hevdîtinên dûqolî dest pê dikin. Dewlet ji bo ku xwe ji Kurdan re samîmî û dostane nîşan bide lêborîneke (efû) derdixe. Di vê lêborînê de hemû Kurd ji zîndanê derdikevin.

Ji zîndanîyan yek jê Mihemed Arif e ku serbest tê berdan. Lê ew ji 2 saliya xwe û vir de tu rehetîyeke ji dil û canê xwe nedîbû. Li ber çavên wî Seyîd Ebdulqadirê kurê Şêx Ubeydullahê Nehrî ku serokê Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê bû, bi kurê xwe û 4 hevalên xwe ve hatibû dadgehkirin û îdamkirin. Her weha Şêx Seîd û 46 hevalên xwe, li ber çavên Mihemed Arifî hatibûn mehkemekirin û îdamkirin. Ev bûyerên han hemû Mihemed Arifî kiribûn şahidê xwe.

Dîya M.Arifî Edlê Xan, stranbêjeka bi nav û deng ya Cizîra Botan bû. Ew li ber destê dayîka xwe mezin bûbû. Edlê Xan bi hevalên xwe re diçû mewlûd û qesîde û şahîyan. Ji xwe di nav Kurdên Cizîrê de meşhûr e, dibêjin di wextê de Mîrê Botan gotiye ‘ew kesê ku di Cizîra Botan de qesîdeyek an stranekê nizanibe bibêje bila li Cizîra Botan nemîne.’ Ev tê wateya ku dengê xelkê Cizîrê zahf xweşe.

Mihemed Arif, piştî van bûyeran diçe bajarê Dihokê. Li wir dest bi sineta zarokan dike. Dengbêjîya xwe berdewam dike. Paşî ji xwe re xwaringeheke vedike û aboriya mala xwe pê dike.

Di sala 1932an de bi keçeke Colemêrgî re dizewice û ji ev zewacê 2 zarokên wî têne dinyayê.

Di sala 1934-35an de li Bexdayê Sêlikekê (plaq) bi Meryem Xanê re dadigre. Di wê demê de hêj radyoya Bexdayê nehatiye sazkirin.

Di sala 1946 û 1947an de, tevî Remezan Cizîrî û çend kesên din komeke olî (dînî) ava dikin. Li Kerkûk û Dûzxwurmatû û Germîyan û gelek cihên din mewlûd û îlahîyên dînî dixwînin.

Mihemed Arif, di salên 1940an de Elmas Xanê dinase. Mala Elmas Xanê weke mêvanxana hunermendan bûye. Li wir bi Elî Merdan, Teyar Tewfîq, Resûl Gerdî re têkilî datîne.

Elî Merdan dibe pireke di mabeyna Mihemed Arifî û radyoya Bexdayê de. Di vir de, divê em rola Elî Merdan ya hunerî û pêwendî danîna di mabeyna dengbêjên Kurmancên Jorîn û Jêrîn (Soran) de jibîr nekin. Di sala 1949an de diçe radyoya Bexdayê û di beşa Kurdî de strana dibêje û tomar dike.
Di sala 1961an de, bi Hesenê Cizîrî û Îlyas Hacîn re diçe radyoya Kirmanşahê ya Îranê. Li Kirmanşahê seredana ozanê bi nav û deng Hesen Zîrek dike. Bi hev re stranan tomar dikin. Bi tembûra xwe tevlî stranên Hesen Zîrek dibe. M. Arifî ji tembûra xwe re zahf jêhatî bû.

Di sala 1966an de, li ser daxwazîya Asûrîyan diçe Kuweytê. Li Kuweytê bi dengbêjên Ereb re çend konseran dide. Ev jî nîşan dide ku xelkên ne misilman jî çendîn jê hez dikirin.

Li gorî ku nivîsarê Kurd yê hêja Konê Reş dibêje di sala 1968an de diçe Qamîşloyê. Li Qamîşloyê, li Seyrangeha Gerbîs konserek dide. Kurd û Ermenî her yek ji wan dixwazin ew ji xwe re bikin mêvanê xwe. Hetta ev dibe sedema nexweşiyeka mabeyna Kurd û Ermenan. Lê paşî Mihemed Arifî dibe mêvanê Ermenan.

Di sala 1973an de, bi Gulbahar û Îsa Berwarî re diçe Lubnanê û li wir dibe mêvanê Seîd Yusifî û di konseran de stranan dibêje. Xaseten di konsera Sinemaya Rîvolî de.

Her weha di sala 1970an de, tevî ahengên niştîmanî dibe. Di heman salê de, di Newrozê de bi rêvebiriya radyo û televisyona Bexdayê re, bi Elî Merdan, Teyar Tewfîq, Hesen Cizrawî, Îlyas Xizir, Husên Nîmet û kesên weke wan re diçe Newroza Kerkûkê, Silêmanî û Hewlêrê. Xelk wan bi germî pêşîwazî dike. Di ew salê de, peymana 11ê Adarê hatibû îmzekirin û Kurd gelek mafên xwe bi dest xistibûn. Di Kurdistanê de azadîyeke temam hebû. Ew tevgerîya bi serbestî, ji ber otonomiya Kurdistanê bû.

  1. Arifî di sala 1974an de, xaneşîn(teqawud) dibe. Di sala 1979an de diçe Hecê. Lê piştî ku ji hecê dizivire, dev ji tembûr û hunera xwe bernade. Di van salan de, Eyşe Şan diçe Dihokê û bi hev re gelek strana tomar dikin. Di sala 1986an de li Dihokê diçe ser dilovanîya xwe. Gora wî li Goristana Şêxika, li Dihokê ye.

Ordûxanê Celîl dibêje; Mihemed Arifî gelek stranên herêmî ji kirasên herêmî derxistiye û kiriye kirasên Kurdistanî. Ev rast e. Zahf caran stran bi Mihemed Arifî dibe stran.

Em di nava stranên Mihemed Arifî de, car cara stranên Tirkî jî dibihîzin. Dengê Mihemed Arifî ne tenê di Kurdistanê de lê di hemû cîhanê de hatiye bihîstin. Dibêjin ko UNESCOyê çend stranên wî, weke kelepûrên cîhanê bijartîye û xistiye bin parastina xwe.

Çavkanî:Mahmut BEGİK

Gidyano

Mihemed Arifê Cizîrî’nîn hayati..

Kürt müziği dengbêj geleneğinin en önemli temsilcilerinden biri olan Mihemed Arifê Cizrawî (Mehmet Arif Cizravi) 1912 yılında Cizre’de doğdu. Sesi güzel olan annesi Edla hanımdan etkilenerek müziğe daha ilgi duydu. Celila Eli’den temel müzik eğitimini aldı.

12 yaşında iken 1924 yılında başlayan Şex Said harekatından sonra arkadaşları ile birlikte yakalandı. Ayaklanmayı destekleyen eski Şuray­ı devlet reislerinden Kürt Teali Cemiyeti reisi Seyit Abdülkadir ve 12 arkadaşı İstanbul’da tutuklanarak yargılanmak üzere aynı zamanda Diyarbakır’a getirildi Yargılanma sonucunda Cizrawi 4 yıl zindana atılırken 27 Mayıs 1925 yılında Seyit Abdülkadir ve 5 arkadaşı idam edildi. Diyarbakır’daki Şark İstiklal Mahkemesi kısa süren bu yargılamadan sonra Şeyh Said ve 47 ayaklanma yöneticisi hakkında da ölüm cezası verildi. iki çocuk babası olan Mihemed Arifê Cizrawî 1934 ve 1935 yılları arasında da ilk Kürt kadın sanatcı Meryem Xan ile birlikte Bağdat’ta Ebul Kelb Kampanyası çerçevesinde birçok plak ykaydı gerçekleştirdi. 1949 ve 1972 yılları arasında Bağdat radyosu Kürtçe servisinde çalıştı. Bu süre içerisinde 300’ün üzerinde derleme kaydetti. Yaşının küçük olması nedeniyle idam edilmekten kurtulan Cizrawî’nin sonraki hayatı bütün yaşamı zorluklar içinde geçti. 1986 yılında 74 yaşında Bağdat’ta yaşama veda ederek Duhok’a gömüldü.

Kaynak:http://www.cafrande.org/gecmisten-bir-hatira-mihemed-arife-cizrawi-arif-ciziri-sitranlariyla-cafrande-orgta/#more-689

Şêx Seîd’in Hayati…Jiyana Şêx Seîdê Kurdî..

1474469_704981696179697_1778891726_n

Şeyh Said (Şeyh Said Palevi, Şeyh Said Pirani, Şeyh Muhammed Said Nakşibendi, Şeyh Said Efendi), (1865 ya da 1866;Palu, Elazığ[1][2] – 29 Haziran 1925, Diyarbakır[3]), Seyyid bir aileye mensup [4][5][6] Zazaların[7][8] içinde ikamet eden Nakşibendişeyhi,[7] Kürt kökenli lideridir.[9] Müderris, Mutasavvıf, Müfessir ve Muhaddis olan Şeyh Said,[10][11] Şeyh Said İsyanı lideridir.[12]

Babasının adı Şeyh Mahmud Fevzi, annesi ise Gulê Hanım’dır.[13][14] Palu, Elazığ, Diyarbakır, Muş’ta, eğitim gördükten sonra babasının vefatından sonra Nakşibendi Tarikatı postnişini olmuştur.[15][16] Babası Şeyh Mahmud Fevzi’nin Palu’dan Hınıs‘a göç etmesiyle oraya yerleşmiştir. Nakşibendi târikatının liderlerinden olup Ermeniler konusunda fetvalar vermiştir.[17][18] I. Dünya Savaşısırasında Rusya İmparatorluğu‘nun Doğu Anadolu‘ya ilerlemesinden dolayı Piran‘a taşınmak zorunda kalmış ve savaştan sonra Hınıs Kolhisar‘a yerleşmiştir.[19] 1925 yılında yargılanmış ve idam edilmiştir.

Aile geçmişi

Şeyh Said, Muhammed’in neslinden olup Seyyiddir.[20][21][22] Şeyh Said’in dedesi Palulu Şeyh Ali Sebdi’dir. Şeyh Ali Sebdi’nin beş oğlu vardır: Şeyh Muhammed Nesih, Şeyh Mahmud Fevzi (Şeyh Said’in babası), Şeyh Hasan Naki, Şeyh Hüseyin Zeki ve Şeyh İbrahim (Kudo Efendi). Şeyh Mahmud Fevzi’nin de yedi oğlu vardır: Şeyh Said, Şeyh Bahaeddin, Şeyh Diyaeddin, Şeyh Necmeddin, Şeyh Tahir, Şeyh Mehdi ve Şeyh Addurrahim.[23][24]

Şeyh Said’in beşi kız, beşi erkek olmak üzere on çocuğu olmuştur. Şeyh Said’in oğlu Ali Rıza Efendi’nin oğlu Mehmet Fuat Fırat, 1973’te Erzurum bağımsız milletvekili olarakTBMM‘ye girmiştir.[25] Günümüzde Şeyh Said ailesinin temsilcisi Şeyh Said’in torunu Abdulilah Fırat’tır.[26][27]

Şeyh Said, dedesi Şeyh Ali Septi’nin halifelerinden Şeyh Ahmed-i Çani’nin kızı Amine Hanım ile evlenmiştir. Amine Hanım, aile Rus Harbinden dolayı Hınıs’tan Piran’a göç ettiği zaman rahatsızlanmış ve vefat etmiştir.[28] Hanımı vefat ettikten sonra Şeyh Said, Kürt Miralayı Hamidiye Alaylarının liderlerinden Cibranlı Halit Bey‘in kız kardeşi Fatma Hanım ile evlenmiştir. Yine Halit Bey’in kardeşi olan Güllü Hanım da, Binbaşı Kasım (Ataç) ile evliydi.[29] Şeyh Şaid’i ayaklanmanın bastırılması ardından eleveren, Binbaşı Kasım’dır.

Şeyh Said İsyanı – Genç Hâdisesi

Birinci Meclisin Bitlis milletvekili Yusuf Ziya tarafından aşiretler arasındaki tanınmışlığı ve sözünün geçmesi nedeniyle gizli Kürt İstiklal komitesi’ne (“Azadi” örgütü) üye yapıldı. 1924 yılında Yusuf Ziya tutuklandı. Suçunu itiraf eden Yusuf Ziya Bey, Cibranlı Halit, Hasananlı Halit, Hacı Musa ile birlikte Şeyh Said’in de adını verdi. Doğu illerindeki aşiretleri dolaşan Şeyh Said, Cumhuriyet ve Mustafa Kemal’in dinsizliğinden, çıkarılan yasalar ile İslamiyetin, nikah, ırz ve namusun Kuran’ın ortadan kalkacağından, ağaların ve hocaların idam edileceğini veya sürüleceğinden bahseden propagandalar yaptı. Kayınbiraderi Albay Cibranlı Halit‘in adamları Cemiyet-i Akvam’a haber vereceklerini, bölgede devletin askeri güçlerinin bulunmadığını ve kolayca bölgeyi ele geçirebileceklerini söyledi. Cumhuriyete ve devrimlere karşı bir ayaklanma fetvası hazırlayarak devrimlere destek verenlerin canları ve mallarının helal olduğunu yazdı. Fetvayı aşiretlerin ileri gelenlerine gönderdi. Varto’daki Hormek aşireti devlet yanlısı olduğu için ayaklanmaya uymayacaklarını açıkladı. Şeyh Said ifade vermek için Bitlis Harp Divanı’na davet edildiğinde yaşlı ve hasta olduğu için ifade vermeye gitmeyince ifadesi Hınıs’ta alındı. Diyarbakır, Çapakçur, Ergani ve Genç illerinde bir ay kadar dolaştıktan sonra 13 Şubat 1925 tarihinde Piran’daki kardeşinin evine yerleşti. Piran’da jandarmanın 5 suçluyu tutuklama girişimi üzerine çıkan çatışma sebebiyle ayaklanma hareketi planlanandan önce başladı.[38] 1924 Ekim ayından yakalanacakları güne kadar hükûmetle haberleşmekte olan bacanağı Kasım Bey (Kasım Ataç) tarafından ihbar edilmiştir.[39] Genç Hâdisesinin (Şeyh Said İsyanı) bastırılmasından sonra “Şark İstiklal Mahkemesi“nde yargılanıp idama mahkûm edildi.

Şeyh Said’in mezarı

29 Haziran 1925’te Şark İstiklal Mahkemesi tarafından Diyarbakır Dağkapı Meydanında idam edilen Şeyh Said, idam sehpasında iken son isteği sorulduğunda, kâğıt kalem ister ve kâğıda Arapça olarak “Benim bu değersiz dallarda asılmama pervam yoktur. Muhakkak ki mücadelem Allah ve dini içindir.” yazar ve kelime-i şehadet getirerek idam edilir.[40][41][daha iyi kaynak gerekli]

Şeyh Said, idamından önce başsavcı Ahmet Süreyya Örgeevren’i vasi tayin ettiği ve vasiyetnamesini hazırladığını yazmış: “Nitekim; Şeyh Said Efendi idamından biraz önce tevkifhanede yazdığı bir vasiyetname ile beni bu vasiyetin icrası için vasi nasb ve tayin etmiş bu vasiyetnamesi asılmasından sonra bana verilmişti. Bu vasiyet; üzerinde bulunan ve maliye veznesine verilmiş olan parasından veresesinden kimlere verilmesine ve kendisi için mezar yaptırılmasına dairdi… Mahkemenin müddeiumumîsi bulunduğum için, şeyhin vasisi sıfatıyla bu vesayeti kabul ve icra edemezdim. Onun için resmî ve itimat edilir bir el ile vasiyetinin yerine getirilmesi için vasiyetnameyi Ankara’da İçişleri Bakanlığına göndermiştim.”[42][43] Şark İstiklal Mahkemesi tarafından Şeyh Said’in mezarının yaptırılması kabul edilmesine rağmen halen mezar yerinin nerede olduğu tam olarak bilinmemektedir..

800px-Sheikh_Sherif,_Sheikh_Said,_Kasim,_Sheikh_Abdullah

Şêx Seîd

Şêx Seîd an jî Şêx Seîdê Pîranî (z. 1865 li Qollhêsara Xinûsê Erzîrom − m. 29 pûşper 1925 li Amedê), şêxê neqşîbendî, pêşawa ûşoreşgerê Kurd bû. Di sala 1925‘an de li bakurê Kurdistanê serhildana Şêx Seîd da dest pê kirin.

Li hemberî zorbetî û îxanetên kemalîstan kalê Şêx Seîd di 13’ê reşemiyê 1925‘an de serî bilind kir. Kurdistanê bajar bi bajar ji destên dewleta romiyan (navê niha Tirkiye) derxistin. Êrişê ser Amedê kirin û bi mehan bajar dorpêç kirin. Berhingariyeke dirêj da nîşan ku Amed nakeve. Dagirkirin bi qerera şûrayê hat rakirin. Têkoşer pêl bi pêl derbasî başûr û rojavayê Kurdistanê bûn. Rêberê bizavê Şêx Seîd û 49 hevalên wî ji bo derbasî Başûr bibin, bi rojê xwe diveşartin û bi şev dimeşiyan. Armanc berdewam kirina cenga awarte û xeyrî nîzamî bû. Bi xiyaneta bacenaxê Şêx Seîd ê serdar Qasim (Qaso), serokên serhildanê, Şêx Seîd û hevalên wî hatin dîlgirtin.

Di 10’ê gulana 1925‘an de wan derxistin Dadgeha Serxwebûnê ya Rojhilatê (Şark İstiklal Mahkemesi) ya Diyarbekirê. Nêzîkî pêncî rojan darizandina wan dewam kir. Di 28’ê hezîranê 1925‘an de, derbarê Şêx Seîd û 47 hevalên wî de dadgehê biryara darvekirinê (îdam) da. Du kes bi çend salan ceza xwarin. 28 kes di heman rojê de û yên din û Şêx Seîd di 29’ê hezîrana 1925‘an de li taxa Deriyê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin.

 

Jiyana Simkoyê Şikak..Simkoyê Şikak kimdir,hayatı..

indir (1)

Simkoyê Şikak an Smayîl Axayê Şikak an jî Simko (z. 1887 Kela Çariyê – m. 30’ê pûşperê, 1930 Şino), serhildêr û rêberekî kurd ê ji êla şikakan bû. ‎ Smayîl Axayê Şikak, yê ku pirranî bi navê Simko (an jî Simkoyê Şikak) di nava ‎kurdan de hatiye naskirin, yek ji wan rêbera ye ku di dîroka azadîxwaziya gelê ‎Kurdistanê de xwedî rûmet û xebateke berbiçav e. Girîngiya serhildana Simkoyê ‎Şikak ku nêzî 25 salan dom kir, ew e ku piştî şerê cîhanê yê ‎yekem nêzî %50 ji axa rojhilatê Kurdistanê ji desthilatdariya dewleta Îranê rizgar kir û mîna desthilatdarekî kurd karê xwe yê hukimdariyê ‎meşand. Ev karê han (ku Simko dikarî hemû hêzên êl û eşîretên kurdan li dora ‎hev bicivîne), di serdemeke ku sîstema feodalîzmê li hemû Kurdistanê di bin ‎nîrê axatiyê de bû, pêkhat.

Secerename û nasnameya êla Şikak
‎Kela Smayîl Xanê Mezin (bapîrê Simko yê mezin, bavê Elî Xanê bapîrê Simko) li ‎nêzî çemê Berandizê li herêma Urmiyê ye û ev keleh wek şûnewarekî dîrokî di nava kurdan de weke ziyaretgehekê tê hesibandin.

Şikak di rojhilatê Kurdistanê de piştî eşîreta Kelhûr (li herêma Kirmaşan), ‎mezintirîn eşîreta vê para axa Kurdistanê ye ku di çaxê desthilatdariya Qacarî ‎û Pehlewiyan de li Îran û Kurdistanê xwedî rolekî aktîv yê siyasî bûne.

Piştî ku Mihemed Xanê Qacar (damezrînerê silsîleya Qacariyan) bi ji navbirina ‎desthilatdariya Zendiyan, desthilatdariya hemû Îrana mezin girt destê xwe, ‎fermandarê kurd Sadiq Xanê Şikak jî hevkarê wî bû. Lê Mihemed Xanê Qacar ‎zor û sitemkariya xwe gihand radeyekê ku heta li dijî mirovên mîna Sadiq Xanê ‎Şikak jî kete liv û lebatê û hewilên ji navbirina wî jî dane. Sadiq Xan ku xwedî ‎hêzeke zêdetir ji 10.000 kesan bûye, bi kuştina Mihemed Xanê Qacar jî hatiye ‎tawanbarkirin ku di sala 1797’an de li bajarê Şuşa (Şoş) di nava xîveta xwe de tê ‎kuştin.[1] Sadiq Xanê Şikak yekemîn kes e ku navê wî di serûkaniyên dîrokî de ‎weke fermandarekî kurd yê girêdayî êla Şikak hatiye nivîsandin. Piştî wî malbata ‎Simkoyê Şikak di qada siyasî ya herêma bakurê rojhilatê Kurdistanê de, xwedî ‎navekî xuyakirî ye. Ji wan kesayetiyan Smayîl Xanê Mezin, Cazê (jina Smayîl ‎Xanê Mezin û dayika Elî Xan), Elî Xan, Mihemed Paşayê kurê Elî Xan, Cewer ‎Axa û Simkoyê Şikak ku tev bi nemerdî û awayê xapandinê ji aliyê Îraniyan ve ‎hatine kuştin.

Êla Şikak ji du tîreyan (Kardarî û Ebduyî) pêk tê:

Tîreya Kardarî ji deh şaxan pêk tê: ‎‎Fenekî, Mamedî, Nîsanî, Delan (Delanî an jî Delî), Xidirî, Botan, Hinare, Pisaxa, ‎Gewirik û Xelûfan.
Tîreya Ebduyî jî ji neh şaxan jêre pêk tê: Kizinî, Keçelî, Pisaxa (malbata Simkoyê Şikak), Etmanî, Çerkoyî, Mendolekî, ‎Neimetî, Êverî û Şekerî.
Ji van her du tîreyan tev di bin desthilatdariya Pisaxayan de bûne ku di çaxê ‎serhildana Simkoyê Şikak de û di bin rêbertiya wî de, bi awayê konfederasyona ‎eşîretan hevgirtinek bihêz di navbera eşîreta Şikak, Milan, Herkî, Ertûşî, Dirî û hinekên din de hat ‎çêkirin.

Mîna ku mezin û rihspiyên eşîreta Şikak didin diyarkirin, esilê wan ji Cizîra ‎Botan hatiye û navê yekemîn kesê vê malbatê Ebdu bûye ku bi neh kurên xwe ‎re ji wir ber bi herêma Urmiyê û Soma ya Biradostê koç kirine. Li gorî hevpeyvîneke di sala 1993’an de ‎bi apê Evdî re hatiye çêkirin. (Ew şervanekî çaxê şoreşa Smayîl Xan bû ku ‎heya roja şehîdbûna wî li bajarê Şinoyê, pêre bû.) Apê Evdî li ser koka malbata ‎Smayîl Xanê Şikak wiha dibêje: ‎“Ebdula Veg (Ebdu an jî Evdu) xwediyê neh kuran bû ku ji Cizîrê hatin Somayê. ‎Kurekî Evdu Begê yê bi navê Îbrahîm Aẍayê Çep hebû ku pir mêrxas bû. Ji wî ‎re kurek çêbû ku jêre Smayîl Aẍayê Mezin digotin. Ango bapîrê mezin (bavê ‎bapîr) ê Simkoyê Şikak bû. Elî Xanê kurê Simkoyê mezin xwediyê 6 kuran bû: ‎Ehmed Aẍa, Mihemed Aẍa (bavê Simko û Cewer Aẍa), Temer Axa, Îbrahîm Aẍa, ‎Hecî Aẍa û Qasim Aẍa. Mihemed Aẍa jî xwediyê 6 kuran bû: Cewer (Ceifer) ‎Aẍa, Smayîl Aẍa ango Simko, Şukir Aẍa, Ehmed Aẍa, Xurşîd Aẍa (di şerê bi asûriyan ‎re li Dîlemanê hate kuştin) û Elî Xan (di çaxê şandina bombeya ku ji aliyê ‎dewleta Îranê bi navê şirînî ji bo kuştina Simko hatibû şandin, li çariyê şehîd ‎bû).”[2]

Di Rojhilatê Kurdistanê de ji çaxê serhildana Kela Dimdimê heya roja îro, hemû ‎rêberên kurd bi navê çareserkirina pirsgirêka kurd û hevdîtinê, hatine ‎xapandin û di bi awayekî dûr ji exlaqê siyaset û mirovanetiyê ji aliyê ‎desthilatdarên Îranê ve, hatine kuştin.

Ji serokên êla Şikak Simkoyê Mezin (Smayîl Xan), Elî Xan, Cewer Axa û Simkoyê ‎Şikak tev bi navê hevdîtin û çareserkirina pirsgirêkên siyasî bi nemerdî ji aliyê ‎desthilatdarên Îranî ve hatine kuştin. Mihemed Axayê Şikak jî piştî kuştina kurê ‎wî (Cewer Axa) çû Stenbolê ku ji sultanê Osmanî (Sultan Ebdulhemîd) dawa ‎hevkariyê ji bo tolhildana xwîna kurê xwe bike. Li wir rêzek taybetî jêre hat ‎girtin û nasnavê Paşa dane wî. Lê bi hewldanên berdevkên Îranê, Mihemed ‎Axa negihişt armanca xwe û wek jêder didin xuyakirin ew li Stenbolê bi ‎komployekê hatiye kuştin. An jî ji ber têkiliyên wî yên bi malbata Bedirxanî û ‎mezinên din yê kurd li Stenbolê, ji wir hatiye dûrxistin û di jiyana dûrî ‎Kurdistanê de wefat kiriye.

Kuştina Cewer Aẍa

Cewer (an jî Ce’fer) Axayê Şikak ku li sala 1905‘an de li Tewrêzê hat şehîdkirin[3] di nava êla Şikak de wek cîgirê bavê xwe dihate hesibandin. Bi ‎awayekî fermî bi destûra dewleta Qacarî li herêmên rojavayê gola Urmiyê ‎hukimdarî dikir. Cewer Axa ji ber hinek taybetmendiyên xwe yê mîna mêrxasî, ‎merdayetî û destvekiriyê di nava çîna feqîr û hejarên herêmê de pir dihat ‎hezkirin. Sedem jî ew bû ku wî parek ji wê talana ku ji dewlemendan distand, ‎di nava feqîr û hejaran de belav dikir. Ji bona wê jî Cewer Axa ji aliyê jêredên ‎ewropî û gerîdokên Rojavayî ve wek Robin Hoodê Kurdan hatiye binavkirin.[çavkanî pêwîst e] ‎ Sala 1905’an dema ku Muzeferedîn Şahê Qacar, bi seferê çû Ewropayê, li ‎bajarê Tewrêzê kurê xweMihemed Eçlî Mîrza wek cîgirê xwe hilbijartibû. Wê ‎demê Huseyîn Qulîxan (Nizamûl Seltene) jî kiribû waliyê giştiyê ‎Azerbaycanê.[4] ‎ Dîroknivîsê azerbayecanî Ehmed Kesrewî di vê derbarê de dibêje: “Nizamûl ‎Seltene bi awayekî fêrmî Ce´fer Axayê Şikak vexwînd bajarê Tewrêzê û jê ‎dawa kir ku ji bo gotûbêja li ser pirsgirêkên sinorê dewleta xwe û dewleta ‎Osmanî bi hevre bişêwirin. Herwiha wan soz da Cefer Axa ku dewlet yê li wî ‎xweş be û daxwazên wî jî yê bên bicîkirin. Lê piştre ferman da Mihemed ‎Husên Xanê Zerxam (Qeredaxî) ku Ce´fer Axa vexwîne bo seraya xwe û bi ‎awayekî ku ew pênehesin, wî û mirovên pêre bikujin“. ‎ Havîna sala 1905’an piştî ku Cewer Axa bi mezinên êla xwe re şêwirî, di gel ‎heft siwarên xwe yên ku di karê şervanî û mêrxasiyê de zîrek û netirs bûn, ji ‎Kela Çariyê ber bi bajarê Tewrêzê meşiyan. Heft kesên hilbijartî ku bi Cewer ‎Axa re çûn ev bûn: ‎ Mistefa Newrozî (Xalê Mistê), Xalê Mîrzê (xalê Cewer û Simko), Sedo, ‎Hacî (Haco), Caço, Seyîd Mihemed (Seydo) û Qasim (Qaso). ‎ Piştî 40 rojan ji aliyê welîehdê Îranê Mihemed Elî Mîrza ve fermana kuştina ‎Cewer Axa bi telegrafekê, gihişt destê Nizamûl Seltene û ew di seraya dewletê ‎de hat kuştin. Ji heft kesên ku bi Cewer Axa re bûn, pênc kesan karî bi şerekî ‎giran xwe ji bajarê Tewrêzê bigehînin kela Çariyê û xebera bûyerê bigehînin ‎kurdên herêmê. Mihemed Axa ji bo tolhildanê bi riya Sultan Ebdulhemîdê ‎Osmanî çû Stenbolê, lê nekarî raya wan ji bo vî karî bikişîne aliyê xwe. Wek ‎hat gotin ew bi komployên konsulosê Îranê, êdî ji Stenbolê venegerî ‎Kurdistanê û bi her awayê ku bû, hat wenda kirin.[çavkanî pêwîst e] ‎ Kurdan ku bi şêweyek aktîv di şoreşa meşrutexwazên Îranê (1905 – 1911) de, ‎xebat dikirin, ji vî karê Nizamûl Seltene nerazîbûna xwe dan xuyakirin. Herwiha ‎azadîxwazên din yên Îranî li bajarên mina Tewrêz û Tehranê jî ev karê dewleta ‎Îranê şermezar kirin. ‎ Li pey kuştina Cefer û Mihemed Axayê bavê wî, Simko ku xortekî ciwan bû, li ‎ser daxwaz û şêwra rihspiyên eşîreta Şikak, bû cîgirê birayê xwe yê mezin. ‎ Ev di rewşekê de bû ku du hissên niştimanperwerî û tolhildanê di dil û mejiyê ‎Simkoyê ciwan de gelek bihêz bûn. ‎

‎ Destpêka Serhildana Simkoyê Şikak û Sedemên Bingehîn

Piştî şoreşa Şêx Ubeydelayê Nehrî (sala 1880’an), serhildana Smayîl Axayê Şikak di ‎rojhilatê Kurdistanê de şoreşa herî mezin û domdirêj tê hesibandin. Di çaxê vê ‎şoreşê de bû ku kesayetiya tehqîrbûyî ya kurd wek neteweyekê, hinekî bişkivî û ‎hissên millî di nava kurdên vê perça Kurdistanê de zêdetir ji berê zindî bûn.[çavkanî pêwîst e] ‎Kurdan karî wek netewe hebûna xwe di hemû Îranê de bidin selmandin û ‎berevajî xwesteka şovînîstên faris, hurmeta xwe ya civakî û siyasî wek ‎mîrasekî dîrokî biparêzin. Ji bona wê jî nivîskar û dîrokzan Kirîs Koçêra, ‎Simkoyê Şikak bi weke bavê nasyonalîzma kurdî ya di rojhilatê Kurdistanê de binav ‎dike.

Li gor gotina mezinên Evduyiyan Simko di çaxê şehîdbûna Cewer Axa de xurtekî ‎‎18-19 salî bûye. Yanî sala ji dayibûna wî 1887 an jî 1888’ê zayînî ye. Herwiha Tahirxanê Kurê Simko dide diyarkirin ku dema bavê wî li bajarê Şinoyê hatiye ‎şehîdkirin, temenê wî 42 an jî 44 sal bûye. Simko ku ji aliyê Xalê Mîrzê û ‎mezinên din yên êla Şikak ve wek cîgirê bav û birayê xwe yê mezin hatibû ‎hilbijartin, di dilê xwe de ji bêbextî û nemerdiya desthilatdarên dewleta Îranê, ‎kînek mezin ji wan girtibû.[çavkanî pêwîst e] Wek tê gotin Simko di ciwaniya de xurtekî şervan, ‎netirs û di liv û lebatên wî de hissa tolhildanê gelek bihêz bûye. Ji ber wan ‎hemû derd û belayên ku bi ser malbata wan de hatibûn, mirovekî kêm axiftin ‎û xemgîn bûye û gelek bi xwe re ponijiye.

Hissa tolhildanê jî bi sedemên dîrokî ve girêdayî bû. Simko baş dizanî ku ji ‎bapîrê wî yê mezin Smayîl Xan bigire heya birayê wî Cewer Xan tev bi nemerdî ‎ji aliyê berpirsyarên dewleta Îranê ve hatine xapandin û kuştin. Ji bona wê baş ‎dizanî ku desthilatdarên Îranî li wî jî nagerin û yê rojekê bela xwe li wî jî bidin. ‎Çimkî Simko xwedî hêzeke mezin ya leşkerî bû û wek mezinê eşîreta Şikak di ‎nava kurdan de mirovekî bi qedir û rûmet bû. Wî dizanî ku Îranî dixwazin wî jî ‎weke bira, bav û bapîrên wî, bikujin. Lê ferqa di navbera Simko û bira û bavê ‎wî de, di vir deye ku bîr û rayên Simko yên siyasî (wek rêber û kesayetiyek ‎siyasî yê kurd) ji bo azadî ya Kurdistanê bêtir geş bûn.[çavkanî pêwîst e] Çaxê ku cîgirê waliyê ‎Azerbayacanê (Mukerrem el Mulik) di sala 1919’an bi hevkariya ermeniyan, ‎bombeyek çêkirin û di nava qotiyekê de bi navê şiranî ji Simko re şandin[5], ‎neyartiya Simko bi dewleta Îranê re derbasî pêvajoyek siyasî û eşkeretir bû.

Têkiliya Simko bi du kesayetiyê kurd Ebdulrezaq Bedirxan û Seyîd Teha Gîlanî ‎‎(neviyê Şêx Ûbeydulahê Nehirî) re, şoreşa di bin desthilatdariya Smayîl Xanê ‎Şikak de, di rojhilatê Kurdistanê de û heya radeyekê jî li bakurê Kurdistanê, ‎berfirehtir kiriye.[6] Lê wek jêder û şahidên zindî dibêjin Seyîd Teha Gîlanî heya ‎dawiyê bi Simko re nemaye û navbera wan li ser awayê têkiliya bi îngilîzan re, ‎têk çûye.

Kirîs Koçêra di derbarê têkçûna Simko bi dewleta Îranê re dibêje: ”Bi vê hindê ‎re ku Simko kîna xwe ya li hemberî Îranê venedişart, gotibû ku bizava min li ‎dijî Îranê tolhildan jî têde bû, çimkî bav û bapîrên min, xizim û kesên min yên ‎nêzîk û cotek birayên min, tev bi destê karbidestên Îranê hatine kuştin. Lê bi ‎vê re jî Simko gelek caran behsa vê rastiyê kiriye ku armancên şoreşa wî ji bo ‎berjewendiyên netewî bûne û tenê ji bo tolvekirinê nebûye. Di vê derbarê de ‎Simko gotiye: Hemû kes dizane ku gelê kurd heya niha çi bi ser de hatiye. ‎Mirovên wan yên mezin yên weke Smayîl Xan û Elî Xan bi şêweyek gelek ‎zalimane ji aliyê Îraniyan ve ji nav çûne. Ez niha ji bo gelê Kurd têkûşînê ‎dikim, lê tolhildana ji zordar û bedkaran hê jî maye û ji bîr nabe”.[7]

Mîna ku di roja îro de ji bo hemû serokên kurd eşkera bûye, Simko jî zû ‎pêhesiyaye ku dewleta navendiya Îranê mafê azadî û wekheviyê heta di nava ‎sinorên Îranek yekgirtî de jî nade gelê kurd.

Simko ku gelek kes hereketa wî bi bizavek eşîretî û herêmî dihesibînin, li gor ‎pîvanên wê çaxê mirovekî zana bûye û haya wî ji siyaseta Îran û cîhanê ‎hebûye. Simko bi nameya ku bi riya serleşkerekî îngilîzî ji Zefer el Dulê re ‎şandibû, vê rastiyê baştir dide selmandin. Simko di pareke nameya xwe ‎de dibêje: ”Em pir baş dizanîn ku hinek netewe di cîhanê de hene ku hejmara ‎wan nagehe çaryeka kurdan, lê ew gihiştine xweziyên xwe ku mafê ‎otonomiyê ye. Li almanan binêrin ku çawa ev karê han di nava xwe de ‎pêkanîne. Birastî ger netewa kurd di Îranê de negihije mafê xwe, êdî mirin û ‎neman jêre baştire ji jiyan û mayînê. Di vê roja ku em têde dijîn, dewleta Îranê ‎bixwaze an jî nexwaze, em mafê xwe yê otonomiyê dixwazin. Êdî ev xweziya ‎hemû mirovekî kurd e û ji xelkê me re jî jiyaneke nûye[8]

Ev name dide diyarkirin ku Simko mirovekî dûrbîn bûye û ji bo standina mafê ‎rewayê gelê kurd bi armancên mezin û pîlanên nû dest bi xebata xwe ya siyasî ‎kiriye. Herwiha tenê naveroka vê nameya dîrokî (ku bêgoman di arşîva milliya ‎Îranê de hatiye parastin) ji bo wan nivîskar û lêkolînvanên neteweperest ku tenê bi ‎awaykî negatîv behsa kesayetiya siyasî û serhildana Simkoyê Şikak kirine. ‎

Destpêka Şerên Giran

Rojhilatê Kurdistanê

Simko xwedî hêzeke leşkerî ya pirr mezin bû. Hejmara pêşmergeyên wî carna gehiştiya 20.000 ‎kesan. Lê tevahiya van şervanan mîna artêşeke hevgirtî û di bin ala partiyeke siyasî de xebata ‎xwe nekirine. Her eşîrek di bin serokatiya mezinekî wê eşîretê de bûye û rengekî taybetî ji bo ‎nasandina eşîret û hêza xwe hilbijartine. Bo nimune rengê ala hêza di bin serokatiya Simkoyê Şikak ‎de sor bû.[9]

Ji bilî wan şerên biçûk ku di navbera hêzên Simko û Îranê de qewimîne, çend ‎şerên mezin ku bûyera wan di dîroka rojhilatê Kurdistanê de cih girtiye, ‎girîng in.

Ji wan şeran ên girîng ev in:

Piştî ku hêzên kurdan bajarê Urmiye ji destê leşkerên Îranê derxistin, Urmiye ‎wek paytexta desthilatdariya kurdan hat hilbijartin û Têmur Aẍayê Şikak ji ‎aliyê Simko ve weke hakimê bajar hat wezîfedarkirin. Di şerê Gulmanxaneyê de jî ‎hêzên kurdan bi girtina Gulmaxanê rêya ku bajarê Urmiye bi Tewrêzê ve girê ‎dida, girtin. Di şerê Şekeryazî de jî fermandarê hêza dewleta Îranê Emîr Erşed ‎hat kuştin. Emîr Erşed birayê Mihemed Husên Xanê Zerxam (Qeredaxî) bû ku di ‎seraya xwe de Cewer Axa kuştibû. Lê di dawiyê de kurdan nekarî li hemberî ‎hêzên dewletê li berxwe bidin û bajarê Urmiyê ku bi qasî çar salan di dsetê ‎kurdan de bû, ket jêr desthilatdariya hêzên Îranî. Di şerê Miyanduawê de ‎kurdan bi şikênandina hêzên artêşa Îranê, serkeftinên mezin bi dest xistin. Lê ‎karê herî girîng û dîrokî kuştina xayînê navdar Xalo Qûrban bû. Xalo Qûrban ku ‎ji kurdên Hersînê ye, yek ji wan fermandarên şoreşaMîrza Kuçik Xanê Cengelî ‎bû ku li dijî dewleta navendiya Îranê li bakurê Îranê serî hildabû. Xalo Qûrban ‎bi hevkariya cotkar û çend fermandarên din yên mîna Kerîm Xan, Xalo Hişmet‎û Baba Xan karî di nava bizava Cengeliyan de heya pileya komîseriyê jî biçe. Lê ‎piştre Xalo Qûrban ji Mîrza. K. Xanê Cengelî qetiya û di bazara xwefirotinê de ‎ket xizmeta artêşa Riza Pehlewî. Xalo Qûrbanê kurd, bi hevkariya artêşa Îranê ‎karî şoreşa Cengeliyan toşî şikestê bike û di dawiyê de serê serokê şoreşê bi ‎xelat ji Riza Xanê Pehlewî re bir koşka Tehranê. Li hemberî vê xizmeta wî ew ‎bû fermandarekî artêşa Îranê.[10]

Riza Şahê Pehlewî xayinê kurdan Xalo Qûrban şand meydana şerê li dijî ‎serhildana Simkoyê Şikak. Lê vê carê di şerê Miyanduawê de ev bi destê şervanên kurd hat kuştin.

Di şerê azadkirina bajarê Mehabadê de fermandarê giştiyê şer Simko bixwe bû ‎ku Seyîd Teha Şemzînî (Gîlanîzade) jî hevkarê wî bû. Piştî şerekî giran bajar ket ‎destê kurdan û 600 jandarmên Îranî ku di bin serokatiya parêzgar Melîkzade de ‎bûn, tev hatin kuştin. Di çaxê şerê Sarî Tacê de jî ku li sala 1922’an li herêma ‎Salmasê (Dîleman) qewimî, hêza kurdan nekarî li hemberî hezên Îraniyan ‎berxwedanê bike. Şer heya dagîrkirina kela Çariyê berdewam bû. Piştî ku kela ‎Çariyê hat girtin, Simko û hezar kes ji siwariyên xwe derbasî bakurê ‎Kurdistanê bûn û ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve hatin bêçek kirin. Lê ev ne dawiya ‎şerên kurd û dewleta Îranê bûn. ‎

‎ Şehîdbûna Simkoyê Şikak li bajarê Şino

Li ser şehîdbûna Simko ‎goman heye ku hinek axayên kurd xiyanet li wî kirine û ew neçar kirine ku ji ‎bo hevdîtinan xwe bigihîne bajarê Şinoyê. Berdevik û desthilatdarên Îranê ku ‎hertim bi riya xapandin û xiyanetê xwe nêzî siysetvanên kurd kirine, dîsa jî bi ‎navê hevdîtinên çareseriyê, Simko hat razîkirin ku bê bajarê Şinoyê û bi ‎serleşker Muqedem re hev bibînin. Ji bona wê jî wan bi rêya Têmûr Axa ku ‎demek bû, bi birîndarî di destê dewletê de hêsîr bû, nameyek ji Simko re ‎şandin ku wê demê li gundê Barzan bû. Simko bi çend siwarên xwe re hatin ‎çiyayê Qendîlê û li wir jî bi Xurşîd Axayê Herkî re ber bi bajarê Şinoyê ve meşiyan. ‎Li wir fermandarê bajarê Şino serheng Sadiq Xanê Nûrozî ew bir mala xwe. Lê ‎hatina serleşker Muqedem derew bû û ew li benda derfetekê bûn ku Simko bi ‎tenê bikişînin derveyî bajarê Şinoyê û wî li wir bikujin. Di dawiyê de jî bi ‎hînceta pêşwazîkirina ji serleşker Muqedem li derveyî bajarê Şinoyê bi wê ‎davika ku jêre danîbûn, di êvariya 30’ê pûşpera 1930‘î de hat şehîdkirin. Herçend di ‎şer de Simko û siwarên wî gelek kes ji serbaz û leşkerên dewletê jî kuştin, lê ‎wî nekarî vê carê xwe ji destê wan rizgar bike. Termê Simko sê rojan li bajarê ‎Urmiyê neveşartî danîn ku gel lê binêre û kurdan jî pêbihesinin ku serokê wan ‎hatiye kuştin. Berpirsyarên dewleta Îranê ji bo zanîna wê hindê ku sedî-sed ‎bizanibin Simkoyê Şikak kuştine, jina Simko ya bi navê Fexriye Êqibalî (azerî ‎bû) anîn ser termê wî û wê jî bi nerihetî ji wan re got:” Belê ev mêrê min ‎Smayîl Axa ye. Ez ji rûyê tiliya wî ya birî dizanim ku berî çend salan ji ber jehra ‎marê ku pêvedabû, bi destê xwe bi kêra xwe birîbû.” [11]

Dema ku xebera kuştina Simko gihişt koşka paşatiya Îranê heya heftiyekê ‎şahî û kêfxweşî hatin lidarxistin û hemû kuçe û kolanên bajarê Tehranê bi ‎ronahî û gulan hatin xemilandin. Riza Pehlewî mezintirîn dijminê xwe di ‎Kurdistanê de ji holê rakiribû.

Şehîdbûna Simko bû sedem ku heya ‎pêkhatina komara Kurdistanê ya di bin serokatiya Pêşewa Qazî Mihemed de bêdengiyek xemgîn li rojhilatê Kurdistanê hakim be.‎

‎ Xebat û Hewldanên Simko

Şêx Mehmûdê Berzencî

Simko di çaxê desthilatdariya xwe de gelek xebitiye ku bi dewletên biyanî re têkeliyên siyasî ‎pêkbîne. Di vê navê de bi taybetî ew xebitiye ku bi dewleta Îngilistan û YKSS‘ê re ‎têkiliyan deyne û bala wan bo ser çareserkirina pirsgirêka kurd bikişîne. Lê wan ji ber ‎berjewendiyên xwe yên aborî û girîng nebûna cihê jeopolîtîk yê axa Kurdistanê, bihayekî wisa ‎nedane pêşniyarên vî serokê kurdan. Simko bi rêya Seyîd Teha Gîlanîzade pirr xwestiye ku ji ‎bo çareserkirina pirsgirêka kurd û pêkanîna dewleteke kurdî bi berpirsyarên îngilîz ên li Îraqê ‎hevdîtinan pêk bîne, lê di vê daxwaza xwe de bi ser neketiye. Herwiha ew ji Şêx Mehmûdê Berzencî ‎bi gilî û gazinc bûye ku baweriya xwe bi dewleta tirkan re tîne. Ji bona wê jî ew di derbarê îngilîz ‎û tirkan de wiha dibêje: “Îngilîz û tirk her du ji bo çaresekirina pirsgirêka serxwebûn û serbestiya ‎Kurdistanê derewan di gel me de dikin, ew me dixapînin. Îngilîz dixwaze tevaya kurdan mîna ‎xulam û berdeyan ji bo armanc û daxwazên xwe yên çewt bikar bînin û bixebitînin, mîna ‎meymûnan me ji xwe re bireqsînin û ew jî bi me bikenin. Ew dixwazin me li hemberî neteweya me ‎şermezar bikin, ev ne karê min e, ez xiyanetê li gelê xwe nakim. Tirk û îngilîz her du ji hev xirabtirin, lê ji herkesî zêdetir kurd ji bona xwe xirabin, kurd pişta hev ‎nagirin, hînî xizmetkariyê bûne, baweriya wan bixwe tune û mezinatiya hevdu napejirînin.”[12]

Simko bêtirî hertiştî ji xiyaneta axa û begên Kurd dilşikestî bû ku di rojên xweş de mîna mêşa li ‎dora şirînî, kêliyekê ji wî dûr nediketin, lê di rojên tengaviyê de xwe ji wî dûr dixistin. ‎ Xaleke girîng a hewldanên Simko ew e ku wî di çaxê desthilatdariya xwe ‎li bajarê Urmiyê de xebatên rewşenbîrî û çandî dan meşandin. Yekemîn car di dîroka rojhilatê Kurdistanê de Simko ket wê fikirê ‎ku di warê ragehandinê de jî pêngavek bê avêtin. Di sala 1912’an de li bajarê Xoy, Ebdulrezaq Bedirxan bi ‎piştgiriya siyasî û diravî ya Simkoyê Şikak kovareke mehane bi navê Kurdistan weşand. Herwiha li ‎bajarê Xoy dibistaneke kurdî jî, ji bo zarokên kurd vekirin. Salên piştî şerê cîhanî yê yekem yanî ji sala 1919’an heya ‎têkçûna şoreşê rojnameya bi navê (Roja Kurd) û piştre tenê bi navê Kurd ku organa fermî ya ‎dewleta wî bûye, hatiye weşandin. Roja Kurd an jî Kurd rojnameyek heftane bûye. Sernivîserê ‎vê rojnamê nemir Mela Mihemedê Turcanîzade bû ku karê amadekirina rojnameyê di weşanxana ‎Xêyret de li bajarê Urmiyê dimeşandin. Herwiha Simko ji bo agehdariya ji rewşa siyasî û leşkeriyê ‎hemû herêmên di bin desthilatdariya xwe de, ji telefonê mifa standiye û bi vî awayî pêwendiyên ‎hemû fermandarên eniyên şer bi kela Çariyê re hebûne.

Beriya ku Simko bi awayekî berfireh dest bi şer û şoreşa li dijî dewleta Îranê bike, bi hevkariya ‎Ebdulrezaq Bedirxan û çend giregirên din yên kurd komelek bi navê Cîhandanî li bajarê Xoyê ‎damezrandibûn, ku komelek rewşenbîrî bû û bêhtir xebatên çandî û rewşenbîrî dimeşandin.

Simko pir xebitiye ku bi kesayetî û bizavên ku li dijî rejîma Îranê serî hildane, têkiliyên siyasî ‎deyne. Ew bi şoreşgerê azerbayecanî Mihemed Xiyabanî re di nava peywendiyan de bûye. Herwiha ‎Simko û serdarê şoreşa bakurê Îranê Mîrza Kuçik Xanê Cengelî xebitîne ku di navbera şoreşa ‎Kurdistan û bakurê Îranê (Gîlan) de dan û standinên siyasî pêkbînin, lê gûherandinên siyasî ev derfet ‎nedaye wan ku vî karê dîrokî bigehînin encamê.

Hevdîtina Simkoyê Şikak û Riza Şahê Pehlewî

Riza Şahê Pehlewî

Riza Mîrpenc ku bi hevkariya îngilîzan ji pileya serleşkeriyê bû şahê Îranê, di sala 1925’an de ji bo ‎serlêdanekê çû Azerbayacan û Kurdistanê. Armanca wî ya herî mezin ew bû ku riyekê ji bo bi dawî ‎anîna serhildana Simko peyda bike û desthilatdariya xwe li hemû Îranê birêk bike. Serleşkerên Îranî ‎pir dawa ji Riza Şahê Pehlewî kirin ku dev ji vê sefera xwe berde, lê ew razî nebû û xwest ku ji ‎nêzve Simko bibîne. Xuyaye ku hemû di wê baweriyê de bûn ku Riza Şah êdî ji wê seferê venagere ‎û yê bi destê Simko bê kuştin. Dema ew bi 62 kes ji fermandar û hêza xwe ya taybetî ve nêzî ‎bajarê Salmasê dibe, di yekemîn dîtinê de 5000 siwariyên Simkoyê Şikak bi rûyekî sar û girij ‎pêşwaziyê li şahê Îranê dikin û rêzek taybetî jêre nedigirtin. Simko jî wek serokekî kurd bi kincên ‎kurdî li hemberî şahê Îranê sekinî û bi pêşwaziyek sar û bi serê lêvê bixêrhatina wî kir. Piştre herdu ‎bi hevre çûne karwanserayekê û li ser pirsgirêkên herêmê axivîn. Wek tê gotin Riza Şah pir ‎tirsiyabû ku Simko wî û hemû kesên wî bikujin. Ji bona wê jî heya berê sibê ji tirsa nerazabû.[çavkanî pêwîst e] Ew herdem li benda wê hindê bû ku siwarên Simko hêrişî wan bikin û ‎tevde bên kuştin. Herçend piştî ewqas bûyerên tal ku Simko bi çavên xwe dîtibûn, êdî baweriya wî ‎bi desthilatdarên Îranê nemabû, lê derfetek dîrokî ji dest da û wê şevê Riza Şahê Pehlewî nekuşt û ‎ew ji destê wî filitî.

Simko piştre di hevdîtinekê ya bi serleşker Ebdulah Tehmasbî re gotibû: ”Mezintirîn şaşiya min di wê şevê de ew bû ku min Riza Şah nekuşt”. Wê şevê Riza Şah ji serleşker ‎Tehmasbî dawa kir ku karekî bikin û Simko mijûl be û çax derbas be û roja din zû ji wir ber bi ‎Ûrmiyeyê hereket bikin. Wan bi lîstika textenerd wê şevê Simko mijûl kirin û roja din Simko ‎pêhesiya ku Riza Şah ji destê wî derketiye û derfetek zêrîn ji destê xwe daye.[çavkanî pêwîst e]

Dema ku Riza Pehlewî bi hevkariya hêzên biyanî desthilatdariya xwe li herdera Kurdistanê bihêz ‎kir, bi awayê ku li jor hat gotin ji bo hevdîtinên siyasî Simko vexwendin bajarê Şinoyê û li wir ew ‎bi bêbextî hat kuştin. ‎

‎Navê Simko di nava beyit û stranên Kurdî de

Li ser jiyan, derd û elemên malbata Simkoyê nemir heya niha gelek dengbêj û hunermendên navdar ‎beyit û stran gotine. Bi riya van stranan jî mirov dikare malwêranî, ked û zehmetiyên ku vê malbata ‎mezin ji bo doza bi şan û şerefa Kurdistanê kişandine, bibîne.

Hunermendê mezin ê kurd Kawîs Axa ku di dîroka hunera Kurdistanê de yekemîn hunermendê ‎siyasîbêjê kurd tê hesibandin[çavkanî pêwîst e], di qalibê lawikekê de li ser şehîdbûna lîderê kurd Simkoyê Şikak ‎hestên xwe wiha tîne ziman: ‎

Lê dayê, lê dayê, lê dayê, şereka qewimî li Şinoya wêran bira çi mezine
‎ Ewro emirê Taranê hatiye bo qumandarê Şinoyê, li niwêjê mexiribê
‎ Bi tirombêla, axawo, eskerên xwe hînabûne yo, yo, yo, li niwêjê mexiribê
‎ Bi tirimbêla eskeran xwe hînabûne, babê Xusro bi sê denga gazdike:
‎ Babê Feysel, ewroke dest helîne, ciwabekê biben eşîrê Ebduyiya, ewro
‎ Hatime kuştinê danên şûna min Xusiro zaroye axawo ciyê mine
‎ Lê dayê Mihteberê rebenê, Gulîzarê nemayê, Mirariyê rebenê, niwêjê
‎ Mexiribê dengê sê tîran û metrelozan agir berda vê dinyayê, kesê xêrxwaz
‎ Nebû ciwabekê bie eşîreta Herkiya, paşî babê Xusiro tovê egîdan li me
‎ Qeliya, wî kes nema axawo li dinyayê, ezê di heyfa kuştina babê Xusiro
‎ Nîme ewro şahî û govende li naw ecemê Kerbelayê

— Kawîs Axa

‎ Strana jêr jî, ji aliyê dengbêjê navdar Birê hatiye gotin ku têde behsa kuştina Cewahir Xanim a jina ‎Simkoyê Şikak jî bi destê leşkerên dewleta Îranê tê kirin:

Bê de wey lê, wey lê, wey lê
‎ Lê lê Muhteberê rebenê, eskerê kişiya ji Dîlemanê
‎ Eskerê Heyder Paşa xwe da lo gulîzerê, kekê Xosiro paşê Kurda
‎ şer xweş kiriye lo ser Îranê
‎ De wey lê, wey lê, wey lê, wey lê, wey lê her bê de wey lê
‎ Lê lê Muhteberê rebenê wezê bi Şawiliya kawil ketin li vê fêzê
‎ Sibeye kekê Xosiro, Paşê Kurda ji mal siyar bû, esker li pey
‎ Kete du rêzê
‎ Kekê Xosiro, Paşê Kurda şer xwe kiriye lo ser Tewrêzê
‎ De wey lê, wey lê, wey lê, wey lê, bê de wey lê lê lê
‎ Muhteberê rebenê wezê Şawliya kawil ketim lo dev beyara
‎ Ji sibê de ser kekê Xosiro Paşê Kurda tê dengê gûla, topa, wan teyara
‎ Ehmed Begê sê denga gazî dikir : Gelî cahêla çêbin, çê bixebitin, wexta
‎ Indada me derê kekê Xosiro, paşê Kurda, gulla sîyara
‎ De wey lê, de wey lê, lê lê Muhteberê rebenê wezê
‎ Şawiliya kawil ketim di çe´ilê (çalê) da
‎ Ji sibê da eskerê Heyder Paşa dikişiya ser Xosiro, paşê Kurda lo pêda, pêda
‎ Ehmed begê gazî dikir: Kesek tune, cabekê bide kekê Xosiro, Paşê Kurda, Muhteber xanim kuştin,
‎ Xosiro Beg lo girtin di xewa sibê de
‎ De wey lê, de wey lê, de wey lê, de wey lê…

— Birê

Jêder û çavkanî

  1. Jump up Dr. Kemal Mezher, Tarîxê Iran (Elhedîs we elmuasir.)
  2. Jump up Hevpeyvîn bi Apê Evdî pêşmerge re, Urmiye 1993.
  3. Jump up M. Th. Houtsma, E. van Donzel, E. J. Brill’s First Encyclopaedia of Islam, 1913-1936, 1993, ISBN 90-04-08265-4, p.290
  4. Jump up Ehmed Kesrewî, Tarîxa 18 saliya Azerbaycanê (bi zimanê farsî)
  5. Jump up Handren, Dilan (2009-02-02). “The Rebellion of Simko Agha”. Kurdmania (in German). Retrieved 2009-02-23.
  6. Jump up F. Kashani-Sabet,Frontier Fictions: Shaping the Iranian Nation, 1804-1946,328 pp., I.B. Tauris, 1999, ISBN 1-85043-270-8 p.153.
  7. Jump up Kirîs Koçêra, Bizava netewieya Kurd (bi zimanê farsî)
  8. Jump up Mamosta Mihemed Resûl, Îsmaîl Axay Şikak w bizwtinewey netewayetî Kurd, Hawar.
  9. Jump up Bîranînên Riza Refî (Qayîm Meqam el Mulik) endamekî parlimana Îranê di çaxê Riza Şahê ‎Pehlewî de.
  10. Jump up Hevpeyvîn bi Qûbad Simko re (Kurê Simkoyê Şikak) Kengî? Kê hevpeyvîn çêkiriye?
  11. Jump up Ehmed Teqî w yaddaştekanî ew (bi zarava soranî)
  12. Jump up Hevpeyvîn bi Dr. Cebar Qadir re

Girêdanên derve

200px-Simko_Sikaki

Simko

Simko ya da İsmail Ağa Şıkaki (Farsça: سمکو, Simko, اسماعیل اقای سمکو, Isma’īl Agha-ye Simko, اسماعیل سیمیتقو Isma’īl Simitqo; 1887? – 26 Temmuz 1930, Uşnu), Kaçar döneminin sonları ve Pehlevi döneminin başlangıcında İran Kürdistanında hakimiyeti sürdürmüş Kürt lideri.

Bugünkü İran’ın Batı Azerbaycan Eyaleti‘nin Salmas (Şapur) bölgesinde Salmas ve Urmiye‘nin güneybatısında Kotur, Mergaver, Bradost ve etrafındaki en büyük aşireti olan Şıkak Aşiretinin reisinin oğlu olarak doğmuştur.

1910’da Kotur‘un bir kısmını elde eden Osmanlı Devleti, Simko’ya Kotur, Çehrik ve Soma’nın yönetimini vaadedip Osmanlı tebaasına geçmesini önermiştir. Fakat Simko bu öneriyi kabul etmemiş ve İran hükûmetine bağlılığını ilan ederek Osmanlı’ya karşı direniş hareketi başlamıştır.

I. Dünya Savaşı sırasında Alman İmparatorluğu ve Osmanlı Devleti’nin ajanları İran’a karşı harekete geçmesini önerdiğinde Simko bunu kabul etmiştir. Ancak İran’a karşı hareketin başladığında hareketin başına geçemediği için safını değiştirerek Rusya İmparatorluğu‘na bağlanmış ve Rus ordusuyla birlikte Şark Cephesinde Osmanlı’ya saldırmıştır. Rusların çekilmesinden sonra İran’da Osmanlı sınırı ileUrmiye Gölü arasındaki Savucbulak (Mahabad), Maku, Hoy, Kotur, Dilman, Sakkız, Serdeşt, Bane ve Bukan gibi Kürt bölgesi nin hakimiyetini elde etmiş ve Uremiye ve Selmas kentlerine de yayılmaya çalışmıştır. Aynı dönemde Tebriz‘de kurulan Azadistan‘ın lideri Muhammed Hiyabani ile ilişiki kurmuştur.

Bu sırada eski dostu Seyit Taha (Şeyh Ubeydullah Nehri‘nin torunu)’nın etkisiyle “Bağımsız Kürdistan” fikrini benimsemiş ve 1922’de “Bağımsız Kürdistan”ın kralı ilan edip hükûmetini kurmuştur. Ancak kısa sürede başkenti Çehrik düşmüştür ve Simko Türkiye topraklarına kaçmak zorunda kalmıştır. 1922 kışın Şeyh Mahmut Berzenci‘nin hakimiyeti altındaki Süleymaniye‘ye geçmiş ve Kürt reislerinin toplantıya katılmıştır. Bu toplantıda Türkiye‘ye yakınlaşarak İngilizlere karşı mücadele etme kararı alınmıştır.

1924’de İran hükûmeti tekrar ayaklanmayacağı koşuluyla affedildiği için İran’a dönmüştür. Fakat 1926’da tekrar ayaklanmış ve Selmas’a saldırmıştır. 1925’te yeni hanedanı kuran Rıza Han tarafından yenilince Türkiye’ye kaçmış Van‘ın Başkale ilçesinde tam sinırda bulunan khaskol, keşkol ( kaşkol gelenler) de saklanmıştır. bir süre sonra buraya İran göçmeni Sıddık Ağa (Molla Tevfik’in oğlu) gelmiştir. Simko ağayı burdan sürgün etmiştir. Güney Kürdistan’a gitmiştir.

1928’de Pehlevi Hanedanı tekrar af edeceğini söz ederek Simko’nun İran’a dönmesini istemiştir. Temmuz 1930’da Simko birkaç atlı ile birlikte Tebriz‘e gitmiş ve törenle karşılanmıştır. Fakat İran hükûmeti Simko ve oğlu Hüsrev’i öldürmüş ve cesetlerini Urmiye’ye götürüp sallandırdı.

Ayrıca bakınız

Mar Benyamin Şimun XXI

İlgili kitaplar

  • M.S. Lazarev (Çev.: Mehmet Demir), Emperyalizm ve Kürt Sorunu (1917-1923), Öz-Ge Yayınları, Ankara, ISBN 975-7861-00-6
  • Sovyetler Birliği Bilimler Akademisi Doğu Bilimleri Enstitüsü ile Ermenistan Sovyet Sosyalist Cumhuriyeti Bilimler Akademisi Doğu Bilimleri Enstitüsü Kürt Komisyonu (Çev.: M. Aras), Yeni ve Yakın Çağda Kürt Siyaset Tarihi, Pêrî yayınları, İstanbul, Temmuz 1998, ISBN 975-8245-06-6
  • Çavkani:Vikipedia

 

Jiyana Ebdulrehman Qasimlo..Abdurrahman Qasimlo’nun Hayati..

10450592_820401611304371_5290425179911286661_n

Ebdulrehman Qasimlo, (22.12.1930-13.07.1989) siyasetmedar û rêberê Kurdistana Rojhilat bû. Qasimlo serokê PDK-Îran bû û liViyanayê ji aliyê dewleta Îranê ve hat şehîdkirin.

Biyografî

Dr. Ebdulrehman Qasimlo li 22’ê berfanbarê sala 1930‘an de, di malbateke dewlemend û navdar de li bajarê Urmiyê ji dayik bû. Wî xwendina xwe ya serete û navendî li bajarê Urmiyê kir û pişt re ji bo berdewamkirina xwendina xwe çû bajarê Tehranê. Ebdulrehman Qasimlo ji temenê zarokatiyê bi wan hûrbîniyên xwe yên kûr, zû pêhesiya ku gelê wî di rewşeke kambax û dijwar de jiyana xwe didomîne. Herçend Ebdulrehmanê nûgihiştî ji malbatek dewlemend û bavê wî Mihemed Axayê Wisuq yek ji dewlemend û feodalên herî mezin di herêma Urmiyê de bû, lê wî jiyana xwe qet ji derd û xemên jiyana xelkê reş û rût cuda nedidît. Ew ji wan jî dûr neket û ji bona standina mafê wan heta canê xwe bexşî. Li ser wê helwesta kurdheziyê wî çalakiyên xwe yên siyasî ji sala 1945’an dema ku hê di temenê 15 saliya xwe de bû bi pêkanîna (Yekîtiya Ciwanên Demokratên Kurdistana Îranê) di bajarê Urmiyê de dan dest pêkirin. Piştî ku Komara canemerga Kurdistanê (Mihabad, 1946) bi hevkariya hêzên biyanî û xiyaneta Yekitiya Sovyeta (Sovyetistana berê) têk çû, Dr. Ebdulrehman Qasimlo bi hevkariya gelek hevalên xwe yên din xebata xwe ya siyasî bi rengekî nihînî û berfireh dîsa da destpêkirin. Pişt re ew bû endamê fêrmiyê Hizbî Demokratî Kurdistan. Bi vî rengî wî arman û riya xwe ya dûr û dirêj hilbijart. Di kar û xebata siyasî de dayika kurd Mîna Qazî jî gelek hevkariya wan dikir û bi hemû îmkanên xwe yên maddî û menewî hevkariya HDK û ciwanên kurd dikir.(1)

Ebdulrehman Qasimlo di temenê 18 saliya xwe de ji bo xwendina bilind çû welatê Firansayê. Piştî demekê ji wir çû Çekoslovakya û piştî ku li zanistgeha Pragê lîsansa xwe ya di warê siyasî – civakî de stand di sala 1952’an de çaxê desthilatdariya Dr. Mihemed Musediq vegeriya Îranê û di xebata dijî empiryalîzmê ya ji bo millîkirina petrola gelên Îranê li rex hêzên opozîsyonên rijîma seltenetiya M. Riza Pehlewî cih girt. Qasimlo herçend bi temenê xwe ciwan bû lê lê li wir ji bo siyasetvanên Îranî hat xuyanî kirin ku Qasimlo di kar û xebata siyasî de mirovekî jîr û jêhatîye. Yanî wî bi prensîp û terzê xebat û nirxandinên xwe yên siyasî-zanistî bala herkesî kişand ser xwe.

Emperyalîzma Amerîka ya wê demê Îran kiribû navenda xebata xwe ya dijî bizavên hevrik li dij emperyalîzmê û hereketên azadîxwaz di Rojhilata Navîn de. Mihemed Riza şahê Pehlewî jî bi hevkariya Amerîka û welatên rojava bûbû cendirmê herêmê û mîna xûlamekê, fermanên wan yên qirkirin û serkûtkirina hêzên azadîxwaz cî bi cî dikirin. Ev ji aliyê şahê bê îrade ve bersivek bû ji bo wan xizmetên bêgane û emperyalîzma Amerîka ku bi jinavbirina Komara demokratîka Kurdistan û têkçûna dewleta Dr. Mihemed Musediq bi hemû şêweyan hevkariya wî û vegera wî ya ser kursiya seltenetê kiribûn û berevajî xwesteka piraniya gelên Îranê, bi pîlanên çewt careke din ew vegerabdibûn ser desthilatdariyê.

Dr. Qasimlo piştî pênc salan xebata li dijî empiryalîzmê careke din vegerî Çekoslovakya û karî di sala 1962‘an de ji zanstgeha Pragê doktoraya xwe ya di para aborî de jî bistîne.

Dr. Qasimlo heya sala 1970‘an wek mamosta di zanistgeha Pragê de ekonomiya kapîtalîstî, ekonomiya sosyalîstî û teoriya pêşkeftina aboriyê, karê xwe yê dersbêjiyê domand.

Karekî herî girîng di jiyana Dr. Qasimlo de ew bû ku ji sala 1976’an heya 1978’an di para ziman û bajarvaniya Kurdan de di zanistgeha Serbonne li Parîsê, mijûlî dersgotinê bû. Wî bi nivîsandina çend babetên cur bi cur di rojname û kovarên ewropî de derheqa jiyana civakî, dîrok û rewşa siyasiya kurdan di wê demê de karî heya radeyekê dîrok û pirsgirêka gelê kurd baştir bi raya giştiya Ewropa bide nasandin.

Dr. Qasimlo li Ewropayê mîna kesayetiyek siyasî û zana derheqa pirsgirêka netewiya gelê Kurdistanê de dihat nasandin û dewletên ewropî di vê derbarê de dîtin û nirxandinên wî mîna serokaniyekê dihesibandin.

Li 11’ê marsa sala 1970’î dewleta Beesiya Îraqê neçar ma ku bi kurdên başûrê Kurdistanê re li ser maseya gotûbêjê rûne. Dewleta navendiya Îraqê bangek ji bo otonomiya başûrê Kurdistanê da xuyakirin. Wê demê para parastina Îranê anku SAWAK‘ê li hemû Îranê û bi taybetî jî li rojhilatê Kurdistanê bîr û rayên azadîxwaziyê di mejî û singê hemû gelên Îranê de berbest û zindanî kiribûn. Dr. Qasimlo ji bo ku çalakiyên HDK baştir ji berê organîze bike vegeriya Îraqê û li wir bi hevkariya hevalên xwe karî di demek kêm de kar û barê xwe yê rêkxistinî derbasî herêmên Rojhilatê Kurdistanê biken.

Piştî ku di sala 1979’an Mihemed Riza şah Pehlewiyê gor bi gor ji Îranê reviya Dr. Qasimlo vegeriya Rojhilatê Kurdistanê û xebata xwe ya siyasî bi rengekî berfireh li hemû Rojhilatê Kurdistanê da destpêkirin. Piştî serhildana hemu gelên Îranê, Kurdistan jî ket destê şoreşgerên Kurd û xelkê welat, xwe azad û serbest hiss kirin.

Rêberê Gel

Piştî ku di sala 1979’an de bi têkoşîn û xebata hemû gelên Îranê dawî bi desthilatdariya 2500 saliya şahên Îranê hat, meleyekî paşvero yê bi navê (Ruhillah Xumêynî) ji paytexta Firansê (Parîs) vegeriya Iranê û bi damezrandina komara Islamî di hemû waran de bû serdestê çarenivîs û qedera hemû gelên Iranê. Wî bi navê îslamê hêdî-hêdî berevajî daxwazên gelên Iranê ku li benda reform û azadiyên siyasî-cîvakî bûn, dîktatoriya xwe ya paşvero bi darê zorê di Îranê de di Iranê da damezrandin. Wê demê piraniya xaka Rojhilatê Kurdistanê bi hêz û hevkariya her du rêkxistinên Kurdan yên serekî (Komele û HDK-I) ji bin desthilatdariya dewleta Pehlewî hatibû azadkirin. Gel piştî bi dehan salan bi rihetî bêhna bayê azadiyê kişandibû û qedirê azadiyê li ba wan bêtir ji berê hatibû xuyakirin. Kar û barê welatê Kurdan ketibû destê her du rêkxistinên navbirî.

Piştî serhildana Simkoyê Şikak (1920-1930) û pêkhatina komara kêm temena Kurdistanê (Mihabad, 1946) ev sêyemîn car bû ku kurdan xwe azad didîtin.

Mixabin ev rewşa xweş jî zêde nedomî û rejîma paşveroya Îranê nexwast ku rastiya pirsgirêka gelê Kurd di Îranê de bipejirîne û çareseriyekê ji vê problema dîrokî re bibîne. HDK û KOMELÊ xwestin ku bi gotûbêj û hevdîtinan bi dewleta navendiya Iranê re pirsgirkê çareser biken, lê artêş û pasdarên Komara Îslamî bi hevkariya cehşên welatfiroş û hinek aliyên xwefiroş dest bi hêrişên xwe yên dijwar kirin û dîsan jî Kurdistan bû qada şerên bi xwîn û malwêranker. Pasdarên komara Xumêynî bi hemû hêza xwe nekarîn pêşmerge û hêzên gel li Rojhilatê Kurdistanê toşî şikestê biken. Rejîma desthilatdara meleyan (Xumêynî, Refsencan, Xelxalî û hwd) dema zanîn ku bi şerê çekdarî nikarin li hemberî berxwedana gelê Kurdistanê şerê xwe yê gemar bidomînin, bi riyek din li dijî kurdan dest bi kar bû û ji silahê olî, paşverotiya civakî û cudahiya mezhebê Kurd û Persan mifa wergirt. (2)

Xumêynî ku xwe wek rêberê cîhana îslamê bi raya giştî dida nasandin di 19. Agusta (19. 08. 1979’an) de li dijî gelê Kurdistanê CÎHAD (zibare) da î’lamkirin. Dr. qasimlo pir xebitî ku bi rêya hevdîtin û danûstandinên siyasî pirsgirêka Kurdistanê bi rejîma îslamî re çereser bike, lê mentiqa karbidestên komara îslamî di wê pîvanê de nebû ku perspektîvên Dr. Qasimloy ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmnetewên Iranê bipejrînin. Ew di cîhana siyasî de du dunyayên ji hev cuda bûn. Dr. Qasimlo mirovekî demokrasîxwaz û mentiqî bû.

Piştî cîhada Xumêynî ya ku Kurd wek kafir û dijberên şoreş û dînê îslamê bi alîgirên xwe dan nasandin, hêrişên weke çaxê Moxolan ku li ser gelên Rojhilata Navîn hatibûn destpêkirin, li dijî Kurd û şoreşa gelê Kurdistanê jî dest pêkirin. Berxwedana şervanên Kurd karekî dîrokî bû, lê şêweyên hovane û dûr ji pirensîbên mirovanetiyê ku ji aliyê pasdar û artêşa xwînxwara Komara Îslamiya Îranê ve dihatin lidarxistin û kirin, HDK û KOMELE neçar kirin ku ji Rojhilatê Kurdistanê derkevin. Xuyaye ku di vê xwe paşvekişandina hêzên siyasiyên Kurdan de xiyaneta caş û hinek Kurdên xwefiroş jî teisîreke mezin hebû. Piştî vê valabûnê bi hezaran Kurd ji aliyê beşa parastin(êtila’at)a dewleta Îranê ve hatin tîrbaran kirin û daleqandin. Girtîgehên hemû Îranê bûbûn mala Kurdên şoreşger. Hemû Kurdistan mîna zindanek mezin di bin çekmeyên xwînmêjên komara Xumêynî de bûbû meydanek tejî xwîn ji xwîna sora keç û xortên Kurdistanê yên welatparêz.

Şerê partîzanî yê hêzên Kurdistanî li dijî komara îslamî

Pêştî ku komara îslamî bi hemû şêweyan şerê xwe yê li dijî Kurdan dest pêkirin, HDK û KOMELÊ şerê xwe yê çekdarî bi şêweyên partîzanî û bi berfirehî di hemû deverên Kurdistanê de berdewam kirin. Ev siyaseta şehîdê nemir Dr. E. Qasimlo bû ku bi awayê partîzanî li dijî hêzên dagirker şer biken û vê taktîka Kurdan dewleta Îran xiste nava tengaviyên mezin û pirsgirêka Kurdistanê di qada navnetewî de dengek mezin veda. Şerên partîzanî ku bi piranî li her du wilayetên Urmiyê û Sinendecê diqewmîn, xisarek canî û aborî ya pir mezin dida rejîma Xumêynî. Beşa êtila�at (êstixbarat)a Komara Îslamî ji bo vemirandina vê bizava Kurdan dest avête hemû şêwe kiryarên terorîstî. Bi taybetî di Kurdistanê de diravekî bêhisab xerckirin ku sîxorên xwe di nava Kurdan de zêde û zêdetir bikin. Kurdistan mîna kawilxane(xirabe)kê, wêran bûbû û bi hezaran gund hatibûn şewitandin û wêrankirin. Rewşa aboriya gel bi şêweyek berçav hatibû xwarê ku heta roja îro jî şûnewarên vê siyaseta çewit li ber çavanin. Birsîtî(birçîbûn), zindan, daleqandin, kuştin û birrînên bê mehkeme, bêkarî û malwêranî di jiyana Kurdan de bûbû tiştekî rojane.

Ji bilî wê, êstixbarata Komara Îslamiya Îranê bi rengekî nêhînî û veşartî di nava ciwanên Kurd de tiryak, heroyîn(narkotîk) û vexwarinên elkolîk ku li gor zagonên îslamê kişandin û vexwarina wan bqedexe bû, belav dikirin!!.Mixabin niha jî ev siyaseta wan li hemû Kurdistanê didome û heya radeyekê jî ew di siyaseta xwe ya nemirovane de bi ser ketine. Ev karê wan ji bo tunekirina balê herî bi teisîrê şoreşê yanî hêza ciwanên Kurdistanê bû ku bîr û ramanên Kurdayetî û şoreşgeriyê ji mejiyê wan derxînin. Armanca wan ji navbirina mejiyê şoreşê bû. Ji bo ku ew bikarîbin îradeya berxwedana gelê Kurd bişkinên û pêşeroja hereketa milliya Kurdistanê toşî şikesteke dîrokî biken, hemû siyasetên dûr ji exlaqê civatek medenî bikar anîn. Wan bihayê heroyînê yê giran di Kurdistanê de erzantir kirin daku mejiyê ciwanên Kurd bi yekcarî felec biken. Lê bihayê tiryakê ku mîna heroyînê ne giran(ne bi qîmet)e, sal bi sal li hemberî bihayê heroyînê girantir kirin. Bi vî rengî wan bera herkesî dan kişandina heroyînê ku li ser sîstema mejî û di nava xwîna mirovan de cîgir dibe.

Dr. Qasimlo û hereketên siyasî di Kurdistanê de zû bi vê pîlana komara îslamî hesiyabûn. Ji ber wê jî bi riya radyo û weşanên xwe yên çapemenî yê dixebitîn ku rastiyan bi gel bidin famkirin.

Rojhilatê Kurdistanê di hemû Îranê de bi nisbeta herêmên din yên Îranê xwediyê yek ji paqijtirîn civatên Îranê bû. Lê mixabin niha bi vê siyaseta çewta Komara Islamî, rewşa civata Kurdan jî pir hatiye şêwandin û şepirzeyîyek xirab ketiye nava malbatên Kurdan.

Komara Îslamî ji bilî berdewamkirina vê siyaseta xwe ya gemar li Rojhilatê Kurdistanê, çalakiyên xwe yên terorîstî derbasî dervey sinorên Îranê jî kirin û hêşta jî li ser çalakiyên xwe yên bi vî rengî dixebite. Bi dehan kardo û alîgirên HDK û KOMELÊ li Îraq û Başûrê Kurdistanê (bi taybetî li herêma Silêmaniyê) bi destê xulamok û terorîstên êstixbarata komara Îslamî ya Iranê hatin şehîdkirin. Lê berevajî daxwaza komara îslamî şerê partîzanî li Kurdistanê didomî û hakimiyeta dewleta navendî li Kurdistanê hê jî lawaz bû. Ji bona wê jî Refsencanî, Xaminêyî û berpirsyarê giştiyê êstixbarata Îranê (Elî Felahyan) hatin ba hev û ketin wê fikirê ku bi navê diyalogê xwe nêzî serokê giştiyê HDK Dr. Qasimlo biken û mejiyê hereketa Kurdên Rojhilatê Kurdistanê tune biken.

Yekemîn car li kanûna pêşî(Dêsambêr)a sala 1988’an û cara duyemîn li kanûna paşî sala 1989’an Dr.E. Qasimlo û nûnerên Komara Îslamî hatin ba hev. Ji destpêkê û di yekemîn dîtin de armanca berdevkên Komara Îslamî kuştina serokê Kurd Dr. Qasimlo bû, lê her du carên destpêkê derfet çênebû ku ew vê armanca xwe ya çewt cî bi cî bikin. Armanca wan ew bû ku serokê hêza herî mezin li Rojhilatê Kurdistanê razî biken ku bikeve xizmeta wan û qet behsa xwestekên Kurdan yên dîrokî meken. Lê Dr. Qasimlo berevajî vê xwesteka wan bi şêweyek mentiqî û zanistî berevaniyê ji xwestekên Kurdan yên meşrû û dîrokî dike.

Şehadeta Qasimlo

Kurdan di hemû dîroka jiyana bi cîranên xwe re hertim xwestine ku bi rengekî aştiyane û bi biratî bi hevre bijîn, lê mixabin ew dewletên ku Kurdistan dagîr kirine tucaran nexwestine ku bi awayekî mentiqî li daxwazên netewa Kurd binêrin û lêkolîneke kûr li ser vê pirsa girîng biken. Dr. Qasimlo yek ji wan kesan bû ku ji bo cî bi cî kirina vê daxwaza dîrokî pir xebitî û bi hesreta gehiştina vê xwesteka mirovane heta canê xwe jî fîda kir.

Wek hat diyar kirin cara yekê li kanûna pêşî ya sala 1988’an rûniştina bi nûnerên komara Îslamiya Îranê û sekerterê giştiyê Hizbî Demokratî Kurdistan nemir Dr. Qasimlo dest pêkir. Di vê rûniştinê de terorîstên komara paşveroya Îslamî nekarîn armanca xwe ya gemer pêkbînin.

Cara duyemîn li kanûna paşî ya sala 1989�an dîsan peywendî hatin çêkirin, lê di vê peywendiya bi nav siyasî de jî, dîsan mirovkujên komara Îslamiya Îranê nekarîn armanca xwe ya hovane cî bi cî biken.

Roja 12 û 13’ê Mai sala 1989’an (12 û 13. 06. 1989) bo sêyemîn car dema ku berdevkên Komara Îslamî Hacî Mistefa Lacwerdî (serokê êstixbarata Îranê di hemû herêmên Rojhilatê Kurdistanê de), Ceefer Sehrarûdî (cîgirê beşa istixbarata hêzên pasdarên Îranê di Rojhilatê Kurdistanê de) û zilamek din bi navê Emîr Mensûr Borzorgyan ji bo gotûbêjê li Vîyena paytexta Avustirya hatibûn dîtina Dr. Qasimlo, ji nişkave zimanê silahên wan xwînrijan peyvî û bi du guleyên ku ji demanceya yek ji nûnerên dewleta Îranê derket Dr. Qasilo hat şehîd kirin. Piştre her du hevalên wî Dr. Fazil Resûl(3) û Ebdullah Qadirî Azer nûnerê HDK.I li Ewropa jî hatin şehîd kirin.

Di vê bûyerê de herçend Ceefer Sehrarûdî jî birîndar bûbû û tiştekî eşkera bû ku destê wî û hevkarê wî Hacî Mistefa Lacwerdî di vê cinayeta hovane de heye, lê mixabin bi bêy ku îdareya asayiş û polîsên Avusturya di piratîkê de ji bo girtina wan karekî biken, Ceefer Sehrarûdî piştî tedawiyê (di nexweşxaneyeke paytextê Avusturyayê de) çû balyozxaneya Îranê û di roja 22. 07. 1989�an de bi bê asteng ji vî welatî derket û çû Tehranê ku ji Refsencanî û Xaminêyî re bibêje:� Me fermana we baş cî bi cî kir û hertişt li gor daxwaza me birêve çû…�

Çend rojan Emîr Mensûr Bozorgiyan jî ji aliyê polîsê Avusturyayê ve hat girtin û hukimê girtina wî jî bi fêrmî hat dayîn, lê dewleta Avusturyayê hukimê girtina wî jî hilanî û ew jî ber bi Tehranê hat bi rêxistin.

Belê bi vî rengî serok û nûnerekî din yê şoreşa Kurdistanê di welatekî Ewropa de ku her roj zêdetir ji xwarina rojane navê mirovperwerî û demokrasiyê tînin ser ziman û li ser zagûnên wê diaxivin, bû fîdayê protokolên aborî. Xêzana Dr. E. Qasimlo û Hizbî Demokratî Kurdistan li dijî vê cinayetê şikayetnameya xwe teslîmî dewleta Avusturiya kirin û heya niha mehkeme bêsûd hê jî didome.

Berhem

Berhemê herî navdar û girîngê Dr. Qasimlo ku têza doktoraya wî ye, pirtûka wî ya bi navê “Kurdistan û Kurd” e ku bi şêweyek akademîk û zanistî lêkolînên wî di vê pirtûkê de hatine nivîsandin. Ev kitab yek ji çavkaniyên herî ilmî û baş e ji bo nasandina dîrok, aborî û xebata siyasiya Kurdan bi gelên cîhanê ku bi awayekî berfirehtir pirsgirêka gelê Kurdistanê nas bikin.

Kurdistan û Kurd” heya niha bi çendîn zimanên zindî yên cîhanê (Inglîzî, Erebî, Farisî) hatiye wergerandin.

Dr. Qasimlo bi hûrbînîyek temam hemû aliyên pirsgirêka Kurd di vî berhemê xwe yê pirbar de şirove kirine.

Girêdanên derve

Rahman_ghasemlu

Abdurrahman Qasimlo

1930’da Urmiye’de varlıklı bir ailenin çocuğu olarak doğdu. 1945’te, daha delikanlılık yaşlarında, Yekîtiya Ciwanên Demokratên Kurdistan’ın (Kürdistan Demokrat Gençleri Birliği) üyesi oldu. 1948’de eğitim için Fransa’ya gitti ve burada Kamıran Bedirxan’la tanıştı. Kısa bir süre sonra ekonomi öğrenimini yapmak üzere Çekoslovakya’nın başkenti Prag’a gitti. Musadek döneminde yeniden canlanan Kürt siyasi faaliyetlerine katıldı, ama monarşinin kanlı restorasyonundan sonra yeniden İran’dan ayrılıp Çekoslovakya’ya yerleşti. 1961-1978 yılları arasında doktorasını savunduğu Prag Ekonomi Fakültesi’nde ders verdi. 1960’lı yılların ortalarına kadar İran Komunist Partisi Tudeh’e oldukça yakın (hatta, bazı rivayetlere göre üye) olan Qasımlo, 1968’de Dubçek’in başlattığı Prag baharı demokratik hareketine katıldı, bu hareketin Sovyet tanklarıyla bastırılmasından sonra kendisi gibi üniversite profesörü olan eşiyle birlikte görevden uzaklaştırıldı. 11 Mart 1970’te Barzani ile Saddam arasında imzalanan Kürt özerkliği anlaşmasının yarattığı barış ortamında Bağdat’a yerleşti ve orada Devlet Planlama Müdürü görevine getirildi. 1970 yılında İran KDP’sinin Merkez Komitesi’ne, 1973’te de genel sekreterliğine seçildi. Kürtlere karşı savaşın yeniden başlatıldığı 1974 baharında Bağdat’tan ayrılıp yeniden Prag’a yerleşti. Orada bir süre meslek yasaklısı olarak yaşadıktan sonra Fransa’daki dostlarının davetiyle 1976’da Paris’e yerleşti ve Doğu Dilleri Ulusal Enstitüsü’nde Kürt dili ve edebiyatı öğretim görevlisi oldu. Görevinin yanında yaklaşan İran Devriminin hazırlıkları için partisini yeniden düzenledi ve 1978 sonbaharında gizlice Kürdistan’a döndü. 1979-1989 arasında İran Kürt hareketinin en önde gelen lideri olan yazar, 13 Temmuz 1989’da Viyana’da İran ajanları tarafından öldürüldü.

Hamit Bozarslan

%d blogcu bunu beğendi: