Arşiv | DESTAN RSS for this section

Çîroka Rizgan û Nûrê/Rizgan û Nûrê’nîn Hîkayesî..

65f9ade4f674cb4e6d34858fc9d8a5f5_1306345342

Bê de lolo lolo lolo…

“Rizgan ez bi qurban nizanim bextê min bû yan talihê te bû?

Berfanî berfa nerm e.

Heyrano rûkê ‘erdê kiriye wekê çerm e.

De tu were min porkura Xwedê nerevîne, nebe Şikefta Qulî.

Şikefta Qulî Şikeftekî cihê bê warî, cangê kurapê min nêçirvan e.

Sibê zû radibe, pey kervûşka digerine.

Ax Rizgano ez bi qurban, tu were îzê bîne ser me, min bikuje.

Lo te jî ser da ax.?” Bê de lolo lolo lolo…lolo Rizgano Bê de lolo lolo lolo…

Rizgar go Nûrê, – wa Nûre, were qasekî çoka xwe bide ‘erdê, ezê serê xwe bidim ser çokê ye.

Nûre çoka xwe dide ‘erdê, Rizgan serê xwe dide ser çokê ye.

Kete xewê û xewnê ye.

Ji xewa şêrîn bazda go Nûrê, wa Nûrê! – Mala bavê lê xerab bûyê!

De rabe minê xewnekî dîtiye.

Ezê xewna xwe bibejim, tu porkura Xwedê xewna min şirove bike ax.

Bê de go; “min dîtibû darekî li derê mala bavê te şîn bûye.

Wê darê du çiqil, her çiqil sêvekî, her sêvê kewekî gozel li ser e.

Minê bala xwe dayê teyrê qereqûşê jor de li serê herdû kewa gozel difirî ax.”

Nûrê go; “Rizgan ez bi qurban,Xwedê xewna te bixêr ke.

Dara derê mala bavê min ji bejna min e, Herdû çiqilê pêva bext û mirazê min û te ne.

Herdû sêvê li ser, memikê min in. Herdû kewê gozel ‘eslê rihê me ne.

Teyrê qereqûçê Occo’yê kurmamê min ê nêçîrvan e.

Sibê zû radibe, pey kervûşka digerîne.

Ax Rizgano ez bi qurban, tu were îzê bîne ser me, min bikuje.

Lo te jî ser da ax.” Bê de lolo lolo lolo…lolo Rizgano… Bê de lolo lolo lolo…

Sibe bû, kubara sibê ye.

Nûrê derdikeve ber derê şikeftê ye.

Dinêre Occo xuya ye jêr de tê ye.

Nûrê diçe pêşiyê Occo,

– “Occo ezê bextê te de me, were Rizgar nekuje Xortek heyfe, take tenê ye.

Were min porkura Xwedê bikuje, Poz û guhê min jê ke, têke cêva xwe de.

Sibê ro nava ‘eşîrê derxe. Him te re nav e, lo him namûs e ax.”

Bê de lolo lolo lolo…lolo Rizgano… ……

RİZGAN Û NÛRÊ TÜRKÇE ÇEVİRİSİ

Rizgan ile Nurê birbirlerine aşıktırlar ve Rizgan Nurê ile kaçmayı planlamaktadır. Rizgan bunu Nurêye anlatmış fakat Nurê buna karşı çıkmıştır. Çünkü amcasının oğlu tavşan avcısı olan Occo’dan korkmaktadır. Nurê seslenir Rizgan’a: “Rizgan kurban olduğum, gel vazgeç. Benim bahtım mıydı yoksa senin talihin mi? Kar yağar, yumuşak ve ıslaktır, yeryüzünü deri gibi kaplamıştır. Gel sen vazgeç ben garibi Kûli mağarasına kaçırmaktan. Kûli mağarası ki yalnız ıssız bir yerdir. Amcamın öküz oğlu avcıdır. Sabahtan tavşan kovalar. Ya Bizi bulup beni öldürür seni de beraberimde öldürürse.? Rizgan, Nurê’yi yine de kaçırır ve Kuli mağarasına giderler. Rizgan, Nurê’ye; – Nûrê, dizini birazcık koy da başımı koyup uyuyayım. Nurê dizini yere bırakır, Rizgan da başını dizine koyar, uykuya ve rüyalara dalar. Tatlı uykusundan uyanıp fırlar ve der ki Nurê’ye, Hey Nurê! Babasının ocağı yıkılasıca! Kalk ta ben bir rüya gördüm, sana rüyamı anlatacağım ve sen Allahın garibi de yorumla ah. Anlatmaya başladı; ” Gördüm ki babanın evinin önünde bir ağaç yeşermiştir.

O ağaçta iki dal, her dalda birer elma, her elmanın üstünde de birer keklik vardı. Dikkat ettim ki, kara bir kartal yukarıda iki kekliğin tepesinde uçmakta idi ah.” Nurê dedi ki; ” Rizgan! kurban olduğum, Allah rüyanı hayır eylesin. Baba ocağımın önündeki ağaç selvi boyumdur, Her iki dal da ikimizin bahtı ve muradıdır. Üstündeki iki elma da göğüslerimdir. İki keklik te ikimizin ruhlarıdır. Kara kartal ise amcamın oğlu, avcı Occo’dur. Sabahtan tavşan kovalar. Kurban olduğum! Ya bizi bulup beni öldürür seni de beraberimde öldürürse ah.? Sabah olur, Nurê sabahın seherinde mağaranın önüne çıkar. Bakar ki Occo aşağıdan görünür, gelmektedir. Nurê Occo’nun önüne gider ve seslenir; – Bahtına düştüm Occo! Gel Rizgan’a kıyma. Yazık bir delikanlıdır, biriciktir. Gel ben Allah’ın garibini öldür, burnumu kulaklarımı kes, cebine koy. Sabah gündüz vakti aşiretin içinde çıkarıp göster onlara. Hem sana nam olur hem de namus olur ah. Hikayenin sonrası tam bilinmemektedir.

Kaynak:http://kurtcesarkisozu.com/2014/01/delil-dilanar-rizgan-u-nure-sarki-sozleri.html

 

Destana Derwêşê Evdî temaşe bike…Kurdî…

Destana Derwêşê Evdî temaşe bike…Kurdî…

BEŞ-PART-1

BEŞ-PART-2

BEŞ-PART-3

BEŞ-PART-4

BEŞ-PART-5

BEŞ-PART-6

BEŞ-PART-7

BEŞ-PART-8

BEŞ-PART-9

BEŞ-PART-10

BEŞ-PART-11

BEŞ-PART-12

BEŞ-PART-13

BEŞ-PART-14

BEŞ-PART-15

BEŞ-PART-16

ÇAVKANÎ:http://ku.wikipedia.org/wiki/Derw%C3%AA%C5%9F%C3%AA_Evd%C3%AE

Derwêşê Evdî destaneke kurdî ye. Li gor ku ji dengbêj û lêkolînerên dîrokê tê zanîn, Derwêşê Evdî di sedsala 18’a de li herêma Wêranşarê jiyaye û Berxwedanek mezin li dijî dewleta Osmanî û eşîrên Ereban nîşan dayê. Wê demê Temir Paşayê Milî di sala 1780‘a de dibê serokê eşîrên kurd ê KîkanMilan û Eşîrên êzîdiyan li Beriya Wêranşarê û Derwêşê Evdî jî ji bêr jîrekiya xwe dibê serleşkerê Temir Paşayê Milî. Di şerekî sala 1790‘î di navbera eşîrên Temir Paşayê Milî û Osmaniyan û eşîrên Ereban de Derwêşê Evdî tê kujtin.

Wekîdin evîna Derwêşê Evdî, ku bi eslê xwe êzîdî bû û Edûlê kû bi eslê xwe misilman bû di nava civaka kurd de tê naskirin. Di nav kurdan de gelek Stran û Çîrok bi awayên cûda li ser Derwêşê Evdî hatine gotin.

 

Versiyoneke Derwêşê Evdî di Wîkîçavkanî de heye.

Girêdanên derve

Destana Kawa, Dehak û Newrozê temaşe bike…Kurdî…

Destana Kawa, Dehak û Newrozê temaşe bike…Kurdî…

BEŞ-PART-1

BEŞ-PART-2

BEŞ-PART-3

ÇAVKANÎ:http://ku.wikipedia.org/wiki/Hesinkar_Kawa

Dîrok

Bi efsaneya Kawayê hesinker re dîrokeke mezin tê ser ziman. Berî zayînê di deme Medan de keyê Asurî yê bi navê Dehaq êrîşî Mediyan dike û wan dike bindestê xwe de. Wan dike ku bike koleyên xwe. Lê medî li ber xwe didin. Di nav kurdan de ji deme Naîriyan ve li gor nêzîkatiyeke konfadarasyonî xwe birêxistin kirin heye. Her herêm, xwedi key e. Jê re dibêjin ´mîr´.[çavkanî pêwîst e] Berî deme Medan naîriyan, weke nêzîkî 500 salî di welatê de bi azadî jîn bûn. Cih bi cih êrîş ji dibûn. Lê bi serê xwe bûn. Di wê demê de Demên Asuriyan dest pê dikin û ku ew ji bi hêz dibin, êdî dixwezin ku li ser wan herêman hemûkan serweriya xwe ava bikin. Bi şeran li deran bi ser ji dikevin. ta ku dem tê deme 800 wan berî zayînê, êdî hin bi hin naîrî serweriye weke ku bi tememî winda dikin. Êdî ew ji bi wê windakirinê re li ber xwe didin û dikin ku careke dîn serweriye xwe ava bikin. Ji berî zayînê 800 û ta 600 wan, di dîroke wan de mirov karê weke demên raperîn û şeran bêne ser ziman.Di wan deman de kurd bi tememî serweriya windakin û êdî li her derî li berxwadana wan dest pê dikê.

Dem ku tê ta dema Medan, êdî hin bi hin li hine herêmne xwe bi ser dikevin. Serweriya xwe bi serdixin. Herême mazin ya wan Gerzûbaqartan û Aqbatanê ya.Li Gerzûbaqartan ji bi ser dikevin.Piştre li Aqbatanê ji, bi kaweyê hesinker bi ser dikevin. Êdî ji medan re demeke nû dest pê dike.Piştî Serketina Kawa re Bi Mediya re deme nû li Kurdistanê anji bi giştî li herêmê dest pê dike.

Bi medan re li kurdistanê êdî demekê nû dest pê dikê. Medî hêzeke mazin diafirênin. Gelek herêmên Asya ji dikin bîndestên xwe de. Ta bi Anatolya diçin. Êran û ta Afganîstanê û ji wir ji ta Pakîstanê diçin. Nirxên xwe li mirovan belav dikin.

Ramana Kawa

Hizir û ramana kawa pir girînge. Pir di nav xalkê li ser li ser tê sekinandin. Bahsa azadîxweziya wî tê kirin. Hizre wî ya azadiyê pir xurte. Ew li azadiya xwe xwedi derketiya. Deme ku azadiya wî ketiye bindest de, êdî wî bidest li ber xwedanê kiriya. Di nav kurdan de iro ji dagarê(sembol)ê vê yekê ya.Weke hizir û dagerê berxwadanê azadiya xwe ya. ew hizre wî di nav xalkê de bidengê. Pir bahsa vê yekê bi rêz tê kirin. Rêzeke mazin jê re haya. Pîroziyeke mazin di nav kerdan de bi navê wî re tê ser ziman. Bi vê yekê re mirov karê bêje ku felsefe azad û mirov pêre tê ser ziman.

Hizre kawa bi gelek awayan tê ser ziman. Deme ku mirov hizre wî bêne ser ziman, divêt ku mirov ji bîr nekê û piştî serketina wî re li Mediya pêşketinaka çawa derkete hole, divêt ku mirov ji bîr nekê.Bi vê yekê re ew xwediyê hizreke bi pergala. Xwediyê hizreke ku civaknasiya wê xurte ji. Ew, pêşî, bi li nirxên xwe xwedi derketinê tê ser ziman. Ew weke sembola vê yekê ji ya.

Newroz

Newroz, weke roje bi serketina serhildana kawa ya. Bi vê yekê tê ser ziman. Piştî ku kawa bi ser dikeve, êdî şahiyên serketinê dest pê dikin. Di nav kurdan de di wê demê de agir pir pîroze. Piştî serhildan û serketivtinê agir tê pêxistin.Ew agir pêxistin di be weke sembola wê rojê êdî piştre. Piştre hertimî di wê rojê de weke bi bîr anîna kawa û wê rojê ji û serkevtina wî, agir tê pêxistin.

Di pêxistina agir de gelek wate têne ser ziman. Di serî de wate azadiyê tê ser ziman. Wate serxwabûnê têde heya. Ji ber vê yekê, agir dadan pir girînge ji bo kurdan di wê rojê de.

Newroza hemdem û Kawayê Hemdem

Iro newroz pir bi şahî û girseyî weke berê di nav kurdan tê pîrozkirin. Piştî derketina Misilmatiyê re wilo zêde êdî bi girseyî li qadan ne dihata pîrozkirin. JI ber ku qedexe bû. Di deme osmaniyan de ji ev qedexe berdewam kirin.Lê kurdan pîroz kir.Li nirxên xwedi derketin. Bi vê yekê re pir ji wan bi girseyî hatina kuştinji. Lê dev ji ya xwe ne berdan.

Êraniyan, ji ber ku wan xwe nêzkî kurdan didît, di wan herêman kurdan de yên di nav sînorê wan de zêde pirsgirêk derneketin. Lê “weke çandaka Êranî” ta ji wan hat xwestin ku bidina nîşandin. Bi vê yekê re gelek nirxên kurdî di nav Êraniyan de ji bicih bûn. Vê yekê kir ku çandaka wek hevdû ji şîn bibe di nav wan de. Ji xwe ji aliyê zimên ve gelek xosletên wek hevdû hene. Bi vê yekê re pevçûn û bi hev re pêşketin bi hev re bi wan re jîn bû.

Lê li aliyê osmaniyan wilo ne bû. Piştî şerê çardiranê çend ku îranî serdest bûn û xwe lev dana hevdû ji, lê kurdan xisarên mazin jê dîtin û zû bi zû xwe lev ne dana hevdû. Piştre di demên piştre de, hin bi hin qedexekirinaka mazin li ser serê kurdan berdewam kir. Ta deme Komara tirk ev qedexekirin berdewam kirin. Di deme komarê de ji wê qedexekirinê hê xurtttir û zêdetir hebûna xwe berdewam kir. Li ser navê kurdan nirxên wan hatina jêbirin. Li aliyê kurdistanê yê qatê tirkî, çanda wê derê weke çanda tirk hata nîşandin. Demên bişavtinê her weha dest pê kirin. PIştî ku tekoşîna azadiyê e kurdan dest pê kir, êdî dise li xwediderketine nirxên xwe derkete hole. Êdî Newroz ji bidest bi girseyî hatina pîrozkirinê hata kirin. Weke ku kurdan ji vê rewşê re di got, ” ji nû ve şiyar bûn” bû. Êdî newroz û nirxên ku bi newrozê re dihatina ser ziman û kevneşopiyên ku pêre hebûn careke dî zîn û jîn bûn. Weke ku kurdan got “Newroz ji nû va careke dî bû”, êdî. Ew nûbûn ji, bi navê newroza hemdem hata pêşwazikirin.

Li gor demê navê kawa ji hata ser ziman. Weke wê demê, çawa ku bindestî bû û kawa rabû û li ber xwe da, êdî ji nû va ji, kurd weke wê demê rabûna ser ziman û tekoşîna xwe ya nûjen dan. Ji pêşengiya wê ji gotin kawatiya hemdem. Ev gotin di nav tekoşîna kurdan de ku hê nû ve dest pê dikir û hemû tişt hatibû jibîrkirin, pêşengekî kurd Bi navê Mazlum Dogan ku girtî bedene xwe bi 3 darikên kibritê ku weke sembola agireê Newroze pêxistin û dawi li jiyana xwe anî. Vê bûyarê, careke dî di ser ş hişê kurdan de kawatî bi bîr anî.Êdî li berxwadan bû û mazin bû û bilind bû.Bi vê yekê rekawayê hemdem bû.

Lê wekî dî ji ku mirov bêne ser ziman, divêt ku mirov her weha bêne ser ziman. Weke hizir û felsefe hemdem û mîte hemdem bû û hata zîn û jînkirin.Iro, ji nûva felsefe kurd ji nûva bi hemdemî afirî.Ev hemdemî ji her weha ew hemdemî ya.

Destana Zembîlfiroş (Destana Evînê) temaşe bike…Zembilfıroş destanını izle…Kurdî…

Destana Zembîlfiroş (Destana Evînê) temaşe bike…Zembilfıroş destanını izle…Kurdî…

ÇAVKANÎ:Wikipedia Kurdî

Zembîlfiroş navê destaneke kurdî ye. Yê ku wê nivîsandiye, Mela Hisênê Bateyî ye. Di wê de kuDerwêşek li bajarê Ferqînê zembîlan difiroşe. Jina Mîrê bajêr wî dibîne û dil dikeviyê. Di dawiya vê destanê de Zembîlfiroş yan xwe di kelhê de dike xwarê (strana Zembîlfiroş ji devê Xerapêtê Xaço), yan jî duaya wî xwedê dipejirîne û ew dibe latek (di hin versiyonan de dibe kevokek). Sebeba vê biryara wî ew e ku jina mîr êdî rê nedaye ku ji jina xwe û zarokê xwe re rast be.

%d blogcu bunu beğendi: