Arşiv | A-NIVÎSAR RSS for this section

OCCO MAHABAD İLE YAPILAN RÖPORTAJLAR…HEVPEYVÎNÊN OCCO MAHABAD….

 helbestc3aan-dc3aenik-occo-mahabad 943338_408492015924978_1554189400_n

OCCO MAHABAD İLE YAPILAN RÖPORTAJLAR…
HEVPEYVÎNÊN OCCO MAHABAD….
Değerli dostlar benimle yapılmış bazı röportajları pdf formatında indirip okuyabilirsiniz…
Dostno hûn dikarin roportajên min wek dosyaya pdf daxin û bixwînin…
Occo MAHABAD…

LİNK 1:DAXE-ÎNDÎR…

LİNK 2:DAXE-İNDİR

LİNK 3:DAXE-İNDİR

LİNK 4:DAXE-İNDİR

LİNK 5:DAXE-İNDİR

BILL GATES û MICROSOFT…

Nivîskar:Occo Mahabad

BILL GATES û MICROSOFT

Bill Gates di sala 1955’an de li bajarê Seattle/DYA( Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) hatiye dinê.Bavê wî parêzer û diya wî jî mamoste ye.

Bill bi hevalê xwe Paul Allen ve di sala 1972’yan de şîrketa Traf of Data saz dike.Ev şîrket ji bo kontrolkirina pergalên trafîkê bername û nivîsbariyan çêdike.Şîrket di nava çend salan de 20 hezar dolar pere qazanc dike.Bill bi pêşniyara bavê xwe ji bo perwerdehiya Hiqûqê diçe Zanîngeha Harward’ê lê çend sal şûn de ji zanîngehê vediqete û bi hevalê xwe Paul Allen re li New Mexico’yê şîrketa Microsoft’ê saz dike.Şîrket dixwest ku ji bo kompîturên şexsî nivîsbariyên nû çêbike û di vî warî de xwe pêş bixe.

Microsoft di sala 1974’an de ji bo kompîturan zimanê BASIC’ê pêş dixe.Bi şîrketên wekî Altair,Apple Tandy,Commodore û General Elektric’ê ve peymanên berfireh îmze dike.Şîrket bi saya van peymanan pereyên mezin qazanc dike.Hem hejmara ofîsên xwe hem jî hejmara xebatkarên xwe zêde dike.Ev şîrketa herêmî êdî bibû şîrketeke navnetewî…Microsoft û Bill Gates roj bi roj mezin dibû di qada nivîsbarî û kompîturgeriyê de…

Şîrketa Seattle Computer Products (SCP)  bala Microsoft’ê dikişîne.Ji ber ku şîrket ji bo kompîturan pergala DOS’Ê pêş xistiye.Bill Gates vê şîrketê dikire û bi vî awayî zimanê MS-DOS’ê çêdike.Piştî çekirina pergala MS-DOS’ê Microsoft di nava çend salan de rekoreke tîcarî dişkêne û pergala MS-DOS’ê 120 milyon nûsha difiroşe…

Serkeftina herî mezin bi çêkirina pergala Windows’ê tê.Di sala 1985’an de bi  firotina pergala WINDOWS’ê cîroya şîrketê digihîje 36 milyar dolaran.Microsoft êdî bibû pawan û şîrketa herî mezin û

Bill Gates jî bibû merivê herî dewlemend…

Em biecibînin an jî neecibînin em dibînin ku dîroka kompîturên şexsî bi xebatên Microsoft’ê ve hatiye radeyekê.Microsoft heta niha van pergalan çêkiriye û xistiye xizmetê..

  • Windows 95
  • Windows 98
  • Windows 98 Second Edition
  • Windows ME
  • Windows 2000
  • Windows Server 2003
  • Windows XP
  • Windows Vista
  • Windows Server 2008
  • Windows 7
  • Microsoft Dynamics
  • Windows 8

HÛN DIKARIN NIVÎSÊ BI FORMATA PDF DAXIN…

 DAXE-PDF

Nivîskar:Occo Mahabad

Têkilî:occomahabad@hotmail.com

Malper:

http://www.bernamegeh.net/

https://occomahabad.wordpress.com/

TEKNOLOJIYA NÛ: ANDROID

Nivîskar:Occo Mahabad

TEKNOLOJIYA NÛ: ANDROID

Android ji bo telefonên destan pergala xebatê ye. Android bi temamî bi kodên vekirî û li ser bingeha pergala LINUX’ê hatiye sazkirin û pêşxistin.Ji ber ku LINUX pergaleke bêpere ye û mafê telîfê naxwaze, ev bêperebûn û belaşî bala şirketan kişandiye. Androida ewil bi zimanê JAVA’yê tê nivîsandin û kontrolkirin.

Ev pergala xebatê ji aliyê şirketa Google û Handset Allience ve ji bo PDA û telefonên destan (cêb)  hatiye çêkirin û amadekirin.Google di sala 2005’an de şirketa Android Inc.’ê dikire û şirketeke nû ya bi navê PALTO ALTO’yê saz dike.GOOGLE ji bo pêşxistina pergala ANDROID’ê bi bernamenûsên wekî Andy Rubin (Damezrînerê şirketa DANGER e) ,Rich Miner (Damezrinerê şirketa WILDFIRE e), Nick Sears û Chris White (BERNAMENÛS) re peymaneke berfireh îmze dike û bi wan re ji bo çêkirin û pêşxistina pergala Android’ê bi salan e xebatan çêdike.

Şirketên wekî Samsung,HTC,Motorola,LG,Sony Ericsson û Huaweyî di telefonên xwe de pergala ANDROID’ê bi kar tînin.Ev teknolojî û sepana nû roj bi roj mezintir dibe.Di roja me de nêzîkî 300 cîhazan de ew sepan tê bikaranîn.

Android di nava xwe de ji 250 hezarî zêdetir sepanên kêrhatî û cuda dihewîne.Ji bo daxistina sepanên Androidî divê hûn marketa Androidê bi kar bînin.

TAYBETIYÊN ANDROIDÊ

Hûn dikarin bi Androîd’ê kiryar û peywirên pirî (multitasking), tikandinên pirî (multitouch) pêk bînin.Taybetiya herî baş ew e ku ev PERGAL desteka FLASH’ê jî dihewîne.

Taybetiyên din jî ew in:

Xêzkirina Handsetê :.Hûn dikarin bi saya vê taybetiyê grafîkên 2D,kiryarên VGA Û OpenGL ES’yê bi kar bînin.

Depokirin:Ev taybetî bi bikaranîna kiryara SQLite’ê agahiyan berhev dike û bi kar tîne. 

 

Peyamşandin:Em bi saya vê taybetiyê hem SMS û hem jî MMS dişînin.

Gerokên WEB’ê:Gerokên Android’ê li ser bingeha WebKit application framework’ê û bi kodên vekirî hatine sazkirin.Telefonan bi saya vê taybetiyê bi gerokekê girêdayî înternetê dibin.

 

Desteka Medyayê:Androidan formatên deng û vîdeoyan destek dikin.Formatên sereke yên destekkirî ew in:MPEG-4, MP4, H.264, MP3,  AAC, AMR, JPEG, PNG, GIF…

Hûn vîdeo,muzîk û wêneyên xwe bi  saya vê taybetiyê bi kar tînin.

ÇEND GUHERTO (VERSIYONÊN) ANDROID’AN…

 

Guhertoyên ku heta niha derketine piyaseyê bi dîroka weşanê û platformên xebatê ve li jêr hatine rêzkirin…

 

GUHERTO

Guherto        Nav                          Dîroka Weşanê        Platforma Xebatê

1.1               First                              9 Sibat 2009           Telefonên Destan

1.5              Cupcake                    30 Avrêl 2009         Telefonên Destan

1.6              Donut                         15 Îlon 2009            Telefonên Destan

2.0/2.1        Eclair                          26 Cotmeh 2009        Telefonên Destan

2.2               Froyo                         20 Gulan 2010         Telefonên Destan

2.3              GingerBread               6 Berfanbar 2010       Telefonên Destan

3.0/3.1/3.2 Honeycomb                    Sibat 2011               Telefonên Destan

4.0            İcre Cream Sandwich       Avrêl 2011     Telefonên Destan û Kompîturên Tablet

Em dibînin ku ev teknolojiya nû pir zû pêş dikeve û mezin dibe.Divê em Kurd jî ji niha ve pergala Android’ê nas bikin û pê mijûl bibin.Ya baştir ew e ku pergal û sepanên Android’ê bi kodên vekirî û li ser bingeha LINUX’ê ye.Yanî herkes dikare sepaneke Androîdî çêke an jî pergala Android’ê li gorî ziman û armanca xwe biguherîne,çêke û pêş bixe.Kurdno pergala Android’ê li benda we ye….

Nivîskar: Occo Mahabad

E-Peyam: occomahabad@hotmail.com

Malper: http://www.bernamegeh.net/

https://occomahabad.wordpress.com/

http://occomahabad.blogspot.com

HÛN DIKARIN NIVÎSÊ BI FORMATA PDF LI JÊR DAXIN

Li ser nivîsa DAXE-ÎNDÎR bitikînin û nivîsê daxin..

DAXE-ÎNDÎR

 

BERNAMEYÊN SÎXUR:SPYWARE

Nivîskar:Occo Mahabad

BERNAMEYÊN SÎXUR : SPYWARE

Heger bernameyek bêyî destûra we an jî bi destûre we têkeve kompîtura we û hin agahî û daneyên we bi dest bixe em ji wan re bernameyên sîxur (spyware) dibêjin….

Spyware an jî bernameyên sîxur dikevin kompîtura we , agahî û daneyên we yên şexsî didizin.Ev bername ne vîrûs in lê her cure agahiyên we berhev dikin û dişînin kes,kom an jî şîrketan….

EM Ê ÇAWA BIZANIBIN KU DI KOMPÎTURA ME DE SÎXUREK HEYE …

1-Pace û dîmenên reklaman ji nişka ve derkevin.

2-Ger eyarên GEROK û DARIKÊN AMÛRAN bêyî xwesteka we hatibe guherandin.

3-Ger kompîtura we pir giran bixebite û kirarên pêwîst bi lezginî neke.

4-Kompîtur were kîlidkirin û nexebite.

5-We navê malperekê li ser Gerokê nivîsand lê we dît ku hûn çûne malperekê bêeleqa wê çaxê bizanibin ku di kompîtura we de bernameyeke sîxur heye.

6-Ger mişka we nexebite an jî bêyî destûr û xwesteka we bixebite…

7-Kompîtura we biqerise û nexebite…

8-Ger fatureyeke pir giran hatibe mala we dîsa bizanibin ku di kompîtura we de bernameyeke sîxur heye.

9-Ger hemû şîfreyên we werin dizîn.

10-Hemû wêne,agahî ,vîdeo,albûm û her cure daneyên we werin dizîn.

11-Ger kompîtura we ji nişka ve hilweşe û nexebite..

12-Agahiyên we werin jêbirin bizanibin ku sîxurek ketiye jiyana we.

CUREYÊN BERNAMEYÊN SÎXUR

Bernameyên sîxur di nava 5 kategorî de hatine binavkirin..

1-Hespê Truvayê (Trojan): Hemû agahî,dane û dosyayên we bi dest dixin.

2-Sîxurên Gerokan: (Eyarên Gerokan diguherînin.)

3-Sîxurên Reklaman: (Reklaman datînin kompîtur û serrûpela we.)

4-Sîxurên Klavyeyê: (Agahiyên tuşên klavyeyê qeyd dikin û didizin.)

5-Sîxurên Şebekeyan: (We endama/ê malperên bipere dikin û bi vî awayî perê we didizin.)

Ez ê niha behsa hinek sîxur û taybetiyên wan bikim…Li gor şîrketa Webroot’ê sîxurên ku herî zehf tên bikaranîn ew in:

1-Trojan (Hespê Truvayê): Di nava bernameyên sîxur de yên herî xeternak ev in.Trojan hemû agahiyên we bi dest dixin û bi kar tînin.

 

 2- CoolWebSearches(CWS): (Korsana Gerokan): Ev sîxur wekî korsanekê eyarên GEROKA we li gorî dilê xwe diguherîne û nahêle ku hûn herin malpera nivîsandî û pêwîst…Hemû eyarên gerokê xera dike,we şaş û metel dihêle…Ger hûn formatek nevêjin kompîturê hûn nikarin dîsa GEROKÊN xwe bi normal (asayî) bi kar bînin…

3- Gator(GAIN):Ev sîxur bi dewamî reklamên malperan datîne rûpela we ya sereke û nîşanî we dide…

4-180Search Assistant:Ev jî wekî Gator reklaman datîne serrûpela we.

 

5- ISTbar/AUpdate:Ev sîxur eyarên GEROK û serrûpela we diguherîne.Ji bo berjewendiyên şirket an jî malperan reklaman datîne.

6- Advence Keylogger: (Şopkera Klavyeyê): Ev sîxur pir xeternak e.Agahiyên tuşên klavyeyê berhev dike û didize.We çi nivîsandibe qeyd dike.

7- TIBS Dailer:Ev sîxur we dike endamên malperên bipere.Bi vî awayî hin kesan ji ser ve pereyên pir mezin qazanc dikin.Fatureya we 50 TL be dikin 5000 TL. Ger tiştekî wisa were serê we bi teqez serî li dadgehê bikin ku sûcdar werin tesbîtkirin û girtin.

8- Hot as Hell:Ev sîxur jî wekî TIBS Dailer we dike endamên bipere û fatureya we ya telefonê zêde û giran dike.

9- BlazeFind: Eyarên Geroka we diguherîne û we dişîne navnîşana www.blaze-find.com ê.

Her vebûna GEROKÊ de ev malper rastî we tê.

10- Internet Optimizer: Ev sîxur jî eyarên geroka we diguherîne û we dişîne navnîşana www.internet-optimizer.com ê.

EM Ê KOMPÎTURA XWE ÇAWA BIPARÊZIN

 

Ger hûn naxwazin bernameyeke sîxur têkeve kompîtura we û agahiyên we bidize an jî xebata pergala we asteng û xera neke divê hûn bernameyên antî-sîxur bi kar bînin.

Li gor min bernameyên herî baş ew in:

-Spyware Doctor: Bernameyeke bipere ye,divê hûn ji bo bikaranînê lîsansek bikirin.

-Spyware Terminator: Bernameyeke bêpere û belaş e,lîsans pêwîst nake.

Hûn dikarin bi van bernameyan, bernameyên sîxur asteng bikin an jî ji kompîtura xwe yên heyî rakin.

Nivîskar:Occo Mahabad

HÛN DIKARIN NIVÎSÊ BI FORMATA PDF LI JÊR DAXIN

http://wesan-wesan.eclipselabs.org.codespot.com/files/BERNAMEY%C3%8AN%20S%C3%8EXUR-SPYWARE.rar

e-peyam:occomahabad@hotmail.com

malper:  http://www.bernamegeh.net/

https://occomahabad.wordpress.com/

 

FACEBOOK-BELAYA HERÎ XWEŞIK

Nivîskar:Occo Mahabad

FACEBOOK : BELAYA HERÎ XWEŞIK

Facebook ji bo armancên têkiliyên civakî di sala 2004’an de ji aliyê Mark Zuckerberg ve hat

damezrandin.Mark di sala 1984’an de çêdibe û tê dinyayê.Bavê wî diranker û diya wî jî

psîkolog e.Mark bi saya îmkanên malbatê perwerdehiyeke baş distîne û zanîngeha Harvard’ê

qazanc dike.Li Harvard’ê beşa programkirinê dixwîne.

Malpera wî ya yekemîn ku saz kiribû facemash.com e.Ev malper qîz û xortên popûler yên Harvard’ê dida naskirin.Mark piştî salekê danegeha zanîngehê bi rêbazên Hekkirinê hildiweşîne. Ji aliyê Rêveberiya Zanîngehê ve mehekê ji dibistanê tê dûrxistin.Mark vî cezayî wek neheqiyek dibîne û  ji dibistanê vediqete.Piştî berdana zaningehê Facebook’ê saz dike.Facebook malpera wî ya duyemîn e.

Facebook navê xwe ji peyva ‘’ paper facebooks’’ê girtiye.Paper Facebook formeke

naskirinê ye ku li zanîngehên Amerîkayê tê tijîkirin.Bi vê formê mamoste xwendakarên xwe

nas dikirin.

Mark vê torê bi tenê ji bo xwendekarên Harvard’ê saz kiribû.Armanc ew bû ku xwendekar

hev nas bikin û têkiliyên baştir di navbera xwe de çêbikin.Lê ev pergala ragihandinê ewqas

hat hezkirin û pejirandin ku di demeke kurt de belav bû hemû zanîngeh û dibistanên

Amerîkayê.Piştî çend sal şûn de jî Facebook li cihanê bibû şirketa heftemîn.

Lê li gor pirtûka Ben Mezrich’ê Facebook bi temamî ji bo dîtina jin û keçikên xweşik hatibû damezrandin û Mark jî tolazekî heram û pîçekî dera hanê bû.Tek armanca wî dilê xwe bi qîzikan rehet bike û wan bixapîne bavêje nivîna xwe.Pirtûk pir hat firotin.Mark li hemberî vê pirtûkê dozek vekir lê doz tu encam neda.Li hemberî îdîayên vê pirtûkê fîlmê Tora

Civakî  (The Social Network )  hat kişandin.Fîlm bi temamî li ser jiyana Mark û sazkirina

facebookê disekine. Fîlm weke pirtûka Ben Mezrick eleqe nedîtibe jî pir hat temaşekirin.

Derhênerê vî fîlmî  David Fincher û lîstikvanên sereke jî Rooney Mara,Justin Timberlake û

Jesse Eisenberg bûn.Derhêner ji ber fîlmekî siparîş ji aliyê raya giştî ve pir hat rexnekirin.

Mark Facebookê bi çi armancê  vekiribe jî em niha dibînin ku serkeftineke şexsî û ticarî

derketiye holê.Facebook êdî jiyana civakê dagir kiriye.Şirketek anketek çêdike dibîne ku Facebook weke evîndarekê jêneger û xeşîm ketiye rihê mirovan û dernakeve.

Li gor îstatîstîkên Alexa’yê hejmara endamên Facebook’ê îro gihîştiye 400 milyonê.

Dîsa li gor îstatîstîkan, Facebook herî zehf li van welatan tê bikaranîn:Kanada,Afrîkaya

Başûr,Amerîka,Norwec,Misir,Panama,Turkiya,Swed ….

Facebook pereyê ji reklaman qazanc dike. Her sal çend milyon dolar dahatûyên reklamê

dikeve cêba vê şirketê.Li gor saziya bazirganiyê ya Amerîkayê ,Facebook her hefte herî kêm

1.5 milyon dolar pere qazanc dike.

Şirketên mezin îro ji bo bidesxistin û kirîna Facebookê pir hewl didin ji ber ku ev tor

pasteyeke pir mezin e.Herkes dixwaze ji vê pasteyê kêm an jî zehf bixwe û tehm bike.

Lewma Yahoo ji bo kirîna vê şirketê milyarek teklîf kir.Viacom 2 milyar dolar da.Google

piştî kirîna Youtub’ê xwest ku Facebook’ê jî bikire niha 3 milyar dolar teklîf dide.

Rêveberê Facebook’ê dadixune ku nirxa vê şirketê niha bûye 8 milyar dolar.Mark Zuckerberg

heta niha Facebook’ê nefirot şirketên mezin lê hinek hîseyên şirketê vekir xelk û raya giştî..

Bi vî awayî Microsoft , Viacom,Yahoo û Google hinek hîseyên şirketê bi dest xistin.

KÊR Û  BAŞIYÊN FACEBOOKÊ

Li gor lêkolîner Prof.Dr.Larry Rosen em dikarin qencî û başiyên Facebookê wiha rêz bikin.

-Hûn dikarin dost û hevalên xwe yên kevn bi rêya Facebookê bibînin.

-Hevalên nû nas bikin û bi wan re bikevin têkiliyê.

-Hûn dikarin li ser Facebookê komên nû kêşf bikin û tevlî wan bibin.Bi vî awayî li gor armanc û xwestekên xwe hûn dikarin hin tiştan par ve bikin.

-Ji bo rêxistinbûn û çalakiyên cur bi cur hûn dikarin Facebookê bi kar bînin.

-Ji bo fêrî mijar û bûyerên nû jî hûn dikarin bi Facebookê mijûl bibin.

-Ji bo nasandin û reklamê jî Facebook alternatîfeke baş e.Ji ber ku bêpere ye 🙂

-Ji bo têkiliyên cînsî û hestî jî Facebook êdî bûye platformeke mezin,nasîna rûyên nû dibe ku bala  we bikişîne 🙂

-Hûn dikarin kesên navdar bi Facebookê bişopîninJ Bi min tiştekî kêrdar nîne lê dîsa jî em bijimêrin û binivîsin 🙂

-Ji bo bîranîna roja rojbûnê jî dibe ku feydeya Facebookê hebe 🙂

NEBAŞÎ Û ZERARÊN FACEBOOKÊ

Li gor lêkolîner Dç.S.Craig Watkins zerarên sereke ew in.

-Dema we ya qîmetdar dikuje.Ger qîmetdar be 🙂

-Kesên ku  ne li gor nêrîn û fikrên we difikirin dibe ku derûnî û psîkolojiya we xerab bikin.

-Qîz an jî xortên li ser Facebookê dibe ku we bixapînin.We rezîl û riswa bikin 🙂

-Rûpelên ku qumar tên leyistin bala we bikişîne û dibe ku mala we xera bikin.Ew jî îhtîmaleke mezin e.

-Komên ku ji bo sekskirinê (mînak: seksên lezbiyen ,homoseksuel û komî) hatine sazkirin dibe ku bala we bikişîne û serê we bişewitînin.Paşê vîdeoyên we jî li Youtubê werin nîşandan neheyirin 🙂

-Dibe ku we yekî an jî yekê nas kir,haya jina we jî jê çêbû.Êdî tu dia we xelas nake 🙂

Rêya dadgehê jî ji bîr nekin.Jin an jî mêrê we bila we bernede.

-Zarokên xwe kontrol bikin bila zêde li ber Facebookê nesekinin.Ger bisekinin paşê nebêjin ew halê dersên te çi neJZarokên xwe nekutin.

-Zêde li Facebookê nesekinin,herin pirtûk bixwînin,fîlmek an jî şanoyek temaşe bikin.

Bila Facebook jiyana we perîşan neke.

-Ger karekî we hebe şev li ber Facebookê nesekinin.Bila patron ji ber xew û derengçûyinê we ji kar dernexe.

-Ji bo tendurîstiya we jî Facebook talûkeyeke pir mezin e. Ji ber ku her kompîtur  radyasyon belav dike.Radyasyon dibe ku we bike pençeşêr.

FACEBOOK Û EWLEHÎ

Mixabin Facebook ji aliyê ewlehiyê ve jî xwedî pergalekê pir xerab û jar e.

Em nikarin bibêjin ku ji sedî sed ewle ye.Hekirekî/ê an jî Dizekî/ê profesyonel dikare hesabê we bidize û çi agahiyên we hene bi dest bixe…Lê em dikarin li hemberî Diz û Hekirên ecemî hin ewleyihan bistînin û pêk bînin.

-Şîfreyên dirêj ji bo xwe hilbijêrin,bila di nava şîfreyê de hem herf hem jî reqam hebin.

-Herkesî nekin heval û dost.

-Profîla xwe bi tenê ji bo hevalên xwe vekirî bihêlin.

-Bi teqez ji bo Facebookê numreyeke telefonê bidin. Ger telefona we li Facebook’ê hebe hûn dikarin  hesabê xwe ji dizan bistînin Ev pir girîng e!!!!

-Têkevin beşa EWLEHÎ-Gera ewle-girêdana ewle (taybetiya https’ye) îşaret bikin.

-Dîsa di heman cih de cîhaza xwe bidin nasandin ku bila kesên xerîb bêyî destûra we nekevin hesabê we.

-E-peyama xwe ya duyemîn bişînin Facebook’ê.

Ger hesabê we were dizîn hûn dikarin bi vê e- peyamê dîsa hesabê xwe qazanc bikin.

-Lînkên nenas,nediyar netikînin.

-Ger rûpelek an jî lînkek ji we parola û navê bikarhêner/ê bixwaze nekevin ,nedin.

-Lînkekê ji we parolayê bixwaze asteng bikin.

– Bi tenê kesên nêzîk û nas têxin lîsteyên hevalan.

FACEBOOK Û SÎXURÎ

Li gor ajansa Associated Press’ê Facebook bi rêxistinên sîxuriyê ve  di nava têkiliyên nêzîk de ye û bûye DANEGEHA CIA’yê.Her dane,agahî û kirinên we diçe navenda

Facebookê.Ji wir jî diçe rêxistinên îstîxbaratî..

Eşkereye ku CIA wan agahiyan dide MIT an jî îstîxbaratên din jî.

Ev rastî ji aliyê Julian Asssange ku damezrînerê malpera WikiLeaks e jî hatibû eşkerekirin.Assange dibêje ku ‘’Facebook sîxura herî civakî û xweşik e,bi maçên xweşik we dixapîne û gêj dike,êdî hûn bixwazin jî nikarin dev jê berdin.’’

Nick Cubrilovic hem Hekirekî berê ye hem jî nivîskar e.Li gor wî Facebook û rêxistinên îstîxbaratî bi bişkoka BIECIBÎNE bi rehetî herkesî dişopînin.Taybetiya vê bişkokê ew e ku

weke vîrûsekê her kirin û çalakiyên we dişopîne, agahî û daneyên we dişîne NAVENDA FACEBOOK’ê.Niha em dibînin ku di her malperê de ev bişkok heye.Yanî hûn têkevin kîjan malperê ev bişkok çalakiyên we rapor dike NAVENDA FACEBOOK’ê.Ji bo ku FACEBOOK we neşopîne divê hûn wan pêşniyaran pêk bînin.

-Agahiyên xwe yên rastîn di profîla xwe de nenivîsin.

-Bernameya Ccleanerê peyda bikin û Kakilên(çerez) kompîtura xwe her roj paqij bikin.

-Ji Facebookê bi temamî derkevin.Xwe NEGIRÊDAYÎ bikin.Ger we bi temamî ji pergala Facebookê derneket û bi tenê Facebookê girt wê çaxê Facebook we dişopîne û hemû kirin û çalakiyên we rapor dike û dişîne navenda xwe..Tucarî Facebookê GIRÊDAYÎ nehêlin.

FACEBOOK Û SÛC

Facebook ji aliyê sûc û sûcdaran ve  jî mixabin bûye qadeke mezin.

Îsal li gorî daneyên Hêzên Ewlehiyê sûcên nîgaşî (sanal) ji sedî 68 zêde bûne.

Sûcên sereke wiha tên rêzkirin:Leyistina qumarê,şantaj,sextekarî,taciz,tecawiz,xapandin,

dizî,rencîdekirina şexs û koman,tehdît,revandin,xesp h.w.d….

Ji bo ku hûn neyên xapandin ez ê çend tiştan pêşniyar bikim…

-Di profîla xwe de agahiyên xwe yên rastîn nedin.Bi taybetî telefon û navnîşanên xwe nîşanî kesekî nekin.

-Kesên ku bi we re dikevin têkiliyê pir baş nas bikin.

-Kesên ku we nû nas kiriye bawer nekin.

-Di têkiliyên cînsî û hestî de baldar bin.Bila ji we re şantaj nekin an jî we nexapînin.

Ez ê niha bi sediyan îstatîstîkên sûcan nîşanî we bidim.Ev îstatîstîk ji rojnameyan hatine berhevkirin û ji aliyê Mustafa Şahîn û Volkan Sari ve di sala 2009’an de hatiye kirin.

LI SER FACEBOOKÊ SEDIYA SÛCAN

-Revandin,Tecawiz ,Şantaj,Şideta Fîzîkî : Ji sedî 48
-Heqaret,Îstîsmarên Cînsî, Bêyî Destûr Parvekirina Profîl û Daneyan : Ji sedî 22,2
-Sextekarî,Xapandin,Dizîna Şîfreyan,Xwekuştin,Kuştin : Ji sedî 45
-Çavnebarî,Hevberdan : Ji sedî 13,8

Ev îstatîstîk jî nîşanî me dide ku Facebook bandoreke neyinî li ser jiyana mirovan dike.

Divê bikarhêner herdem bi baldarî li vê qadê bigerin.

Wekî hertiştî başî û nebaşiyên Facebookê jî hene.Divê em başiyên vê pergalê ji bo berjewendiyên xwe  bi zanebûn bi kar bînin.Li hemberî nebaşiyên wê jî çavvekirî tevbigerin.

Mixabin Facebook bi hertiştê xwe ve ketiye jiyana me,em çi bikin jî nikarin xwe jê dûr bixin.

Divê em vê saziyê baş nas bikin û ji başiyên wê feyde bigirin.Li hemberî nebaşiyên wê jî bi tedbîr bigerin.

HÛN DIKARIN NIVÎSÊ BI FORMATA PDF LI JÊR DAXIN

 DAXE

Nivîskar:Occo Mahabad

e-mail:occomahabad@hotmail.com

Malper:    http://www.bernamegeh.net/

https://occomahabad.wordpress.com/

GOOGLE ÇI YE?

Nivîskar: Occo Mahabad

GOOGLE ÇI YE?

Navê Googlê ji aliyê Milton Sorotta ve hatiye dayîn.Sorotta xwerziyê Edward Kasner

e.Edward matematîkzanekî pir jêhatî û navdar e.Wateya navê Googlê ji peyveke matematîkî

hatiye çêkirin.Peyva rastîn Googol e.Di matematîkê de piştî yekê bi hatina 100 sifirê reqamek

çêdibe, ji bo vê reqamê Googol dibêjin.Milton navê Googolê vediguherîne dike Google.

Şîrket bi armanca organîzekirina zanist û agahiyan tê avakirin.Li cîhanê motora lêgerînê ya

herî mezin  û  yekemîn Google e.

Google di sala 1998’ê de ji aliyê  Larry Page û Sergey Brin ve tê avakirin.Sermayeya şirketê

25 milyon dolar e.Ofîsa wan a navendî li Kalîforniyayê ye.Di cîhanê de 5000 karker û

xebatkarên wan hene.Hevparên sermayeya şirketê Kleiner Perkins Caufield & Byers û

Sequoia Capital in.

Şîrket ji bo fîrmayên webê  yên cur bi cur  xizmetên lêgerînê dide.

Motorên din teknolojiya Meta-Lêgerînê bi kar tînin.Ev teknolojî  li ser peyvên kilîd û

sereke hatine sererastkirin û çêkirin. Lê teknolojiya Google li ser PageRank e.Ev teknolojî tor

û malperê analîz dike,guherbarên wan tesbît dike,saziya rûpelê vedikole,girêdanan şîrove

dike,taybetiya rûpelê diyar dike.Li gor van taybetî û hêmanan rêza malperan diyar û eşkere

dike.Ji ber vê motora herî ewle Google e.

Bi saya teknolojiya PageRank sextekariya rêzkirina lêgerînan ji holê radibe.Kes nikare bi

pereyan malpera xwe têxe rêza yekemîn.Lê di motoron din de hûn dikarin bi pereyan rêza

malperê biguherînin û têxin serê lîsteya lêgerînê.

Google pereyê ji reklaman qazanc dike.Lewma Google  ji bo astengkirina sextekariya

rêzkirinan teknolojiya PageRankê çêkiriye û pêş xistiye.

RÊVEBERIYA GOOGLÊ

-Dr. Eric E. Schmidt:Rêveber û Gerînendeyê giştî.

-Larry Page:Damezrînerê duyemîn-Serek-Beşa hilberînan.

-Sergey Brin:Damezrînerê duyemîn-Serek-Beşa teknolojiyê

-Omid Kordestani:Cîgirê serek-Pêşxistina bazirganiyê-Beşa firotinan

-Wayne Rosing:Cîgirê serekê beşa endazyariyê

-Cindy McCaffrey:Cîgirê serek-Beşa têkiliyê

-Joan Braddi:Cîgirê serek-Beşa serwîsên lêgerînan

-Tim Armstrong: Cîgirê serek-Beşa reklaman

-Urs Hölzle:Endamê Googlê

– Craig Silverstein:Rêveberê beşa teknolojiyê

XIZMETÊN GOOGLÊ

1-Google Adense: Pergala weşandina reklaman e.

2-Gmail: http://gmail.google.com

Xizmeta e-postayê yê.Ji bo her bikarhêner(ê) 2 gb qad dide.Hesabê Gmail bêpere ye.

3-Ajandaya Googlê: http://www.google.com/calendar/render

Ev xizmet agahiyên taybet yên bikarhêneran kom dike.Mesela rojbûna wê/wî hebe jê re

peyameke pîrozkirinê dişîne.

4-Desteka Ofîsê: http://docs.google.com

Ofîseke înternetî ye.Hemû xizmetên wê bêpere ne.

5-Desteka nexşe û zimanan: http://www.google.com/language_tools

Ev xizmeteke pirzimanî ye.Bi saya vê xizmetê hûn dikarin zimanekî wergerînin zimanekî din.

6-Bi wêneyên peykê desteka nexşeyê :Li jêr lînk û wateyên wan hatine diyarkirin.Hûn

dikarin ji wan lînkan bigihîjin van xizmetan.

http://maps.google.com (Dîmenên peyk û nexşeyan)

http://moon.google.com (Dîmenên ku ji heyv û esmanê hatine kişandin)

http://mars.google.com (Dîmenên ku ji Marsê hatine kişandin)

7-Xizmetên sepanan:

http://talk.google.com (ji bo Gmaîlê bernameya peyam,deng û dîmenan)

http://earth.google.com Google Earth :Xizmeta esmanî û peykî ye.Hûn dikarin bi vê

bernameyê bajarekî an jî taxekê bibînin.Ev xizmet bi peykê tê dayîn.

http://pack.google.com/ (Pakêta hemû bernameyên Googlê ye.)

8-Xizmetên GSM/GPRS:Ev xizmet li ser înternetê ji bo GSP/GPRS’ê tê dayîn.

9-Xizmeta Qeydkirina Malperan:Heke malperekê we hebe divê hûn bi teqez xwe qeyd

bikin vê xizmetê.Heger malpera we neyê qeydkirin mixabin di lêgerîna Googlê de nayê dîtin

û kes jî nikare bigihîje malper û xizmeta we.

http://www.google.com/intl/tr/add_url.html  :Hûn dikarin ji vê lînkê malpera xwe qeyd bikin

Googlê.

10-Xizmeta Google Code:Ev xizmeta barkirin û daxistina dosyayan e.Çiqas dosyayên we

hene hûn dikarin bi vê xizmetê ji bo daxistin an jî veşartinê bar bikin û bi kar bînin.Pir

malperên barkirinê hene weke Rapidshare an jî Hotfile lê hûn jî zanin ew malperan bi tenê ji

bo demekê kurt dosyayên barkirî vedişêrin .Lê hûn dikarin bi Googlê bêyî sînor  heta 100

mb’ê dosyayên xwe bar bikin û bi lezeke bilind dosyayan daxin.Dosyayên we tucarî nayên

jêbirin û rakirin.

http://code.google.com/intl/tr-TR/  :Hûn dikarin ji vê lînkê bigihîjin vê xizmetê.

XIZMETÊN DIN:

Lînk û wateyên wan.

http://google.com/ig :Ji bo têketina înternetê rûpela destpêkê ya şexsî

http://www.google.com/reader  :Xwînera Google Reader/RSS/ATOM’ê

http://images.google.com   :Ji bo wêne,xêz,grafîk û fotoyan motora lêgerînê

http://video.google.com  :Motora lêgerîna vîdeoyan

http://groups.google.com  :Xizmeta koma e-postayan (Google Groups)

http://blogsearch.google.com  :Xizmeta lêgerîna blogan

http://www.google.com/patents  :Xizmeta şemayên hilberînên bipatent

http://trends.google.com  :Motora peyvên ku li ser Googlê herî zehf tên nivîsandin

http://books.google.com  :Motora lêgerîna pirtûkên çapkirî

http://scholar.google.com  :Ji bo agahiyên gotar û pirtûkan motora lêgerînê

http://catalogs.google.com  :Ji bo xwendin û dîtina katalogên weşanxaneyan motora lêgerînê

http://news.google.com : Nûçeyên Îngilîzî

http://reader.google.com  :Xizmetên xwînerên RSS û ATOM’ê

http://labs.google.com/sets  :Xizmeta legerîna peyvên komî

http://labs.google.com/  : Der barê projeyên Googlê de agahiyan dide

http://www.froogle.com  :Ji bo kirîn û danûstandinan motora lêgerînê

http://www.google.com/alerts:Ev pergala şopandina nûçeyan e.Ji bo we nûçeyên heyî dibîne.

Google îro li cîhanê ji aliyê bikaranînê ve motora yekemîn e.Ji xeynî vê ji bo rêzkirina

malperan motora herî ewle ye.Ji ber ku rêzkirina malperan li Googlê bi destan nayê çêkirin, bi

temamî otomatîk tê tesbîtkirin.Bikaranîna motora lêgerîna Googlê pir hêsan e.Herkes dikare

bi rehetî bi kar bîne û fêm bike.Ji bo dîtina encamekê ji we re bi hezaran alternatîf dide. Kar û

barê we sivik û hêsantir dike.

Nivîskar:Occo Mahabad

e-peyam:  occomahabad@hotmail.com

malper:       http://www.bernamegeh.net/

http://www.kurtceprogram.com/

http://occomahabad.blogspot.com/

NIVÎSÊ BI FORMATA PDF LI JÊR DAXE

DAXE

VÎRÛSÊN KOMPÎTURAN: KUJERÊN PERGALAN

VÎRÛSÊN KOMPÎTURAN: KUJERÊN PERGALAN

Bernamegeh Group | Nivîskar: Occo Mahabad

Di roja me de ji bo kompîturan dijminên herî xeternak vîrûs in.Vîrûsa ewil li Pakistanê ji aliyê Amjad Alvi ve tê çêkirin.Alvi bernameyek çêdike lê dinêre ku herkes bê destûr bernameya wî bi kar tîne.Ji bo agahdarkirina mafê telîfê vîrûsek çêdike.Vîrûs zerar nade kompîturê lê peyameke mafê telîfê dişîne û nîşan dide.Piştî Alvin hin kesan vîrûsên ku zerar didin pergal û kompîturan çêdikin.

VÎRÛS ÇAWA TEVDIGERE?

Vîrûs di bîra kompîturê de bi cih dibe ,dizeliqe , saziyên daneyan diguherîne, xwe bi berdewamî kopî dike,vedişêre, belav dike û bi vî awayî zerarên mezin dide pergal û kompîturê.Heger bernameyeke çêkirî zerar nede pergal û kompîturê vîrûs nayê hesibandin.Divê teqez zerar bide.
SAZIYÊN VÎRÛSAN

Saziya vîrûsê ji sê beşan pêk tê.Beşa kopikirinê,beşa veşartinê û beşa bandorê.Vîrûs berê xwe kopî dike hedefên xwe,paşê ji bo nedîtinê xwe vedişêre ku bila bernameya antîvîrûsê wê tespît neke.Herî dawî jî bi bandoreke mezin zerar dide bername,pergal û kompîturê.
Di nava van beşan de beşa herî talûkedar beşa bandorê ye. Beşa bandorê agahiyên we tevlihev dike,bernameyan jê dibe,dîskên we xera dike,pergala xebatê hildiweşîne. Vîrûs bi giştî bi dirêjeyên EXE,COM,OVL,OBJ,LIB dikevin pergala we û belav dibin her derê.
ZERARÊN VÎRÛSAN
Em dikarin zerarên vîrûsan wiha rêz bikin.
-Denetîma kompîturê bi dest dixin.
-Dikevin belgeyên weke Word û Excelê û zerarên mezin didin.
-Dane û dosyayên we xera dikin.
-Zerar didin hişkalava we.
-Pergala xebatê hildiweşînin.
-Hêz û performansa kompîturê kêm û asteng dikin.

CUREYÊN VÎRÛSAN
1-Li Gor Bernameyan Vîrûsan
A) Vîrûsên Resident:Ev vîrûsan xwe di bîra kompîturê de bi cih dikin û ji bo nedîtinê herdem xwe vedişêrin.Vîrûsa Resident vîrûseke pir çalak e.Heger ev vîrûs ji aliyê çêker ve pir baş hatibe nivîsandin û çêkirin bernameya antîvîrûsê nikare wê bibîne û ji holê rake.
B) Vîrûsên Nonresident (Vîrûsên Gerok): Ew di bîra kompîturê de namînin û ji bo zerardayînê li bernameyan digerin.Xwe di nava bernameyan de kopî dikin û vedişêrin.Çi çax bername were xebitandin ev vîrûs jî dibin çalak û zerarên pir mezin didin.
2-Li Gor Bandoran Vîrûsan
A) Vîrûsên Sektorên Bootê

-Vîrûsên Master Boot Record:Ev vîrûs dikevin hard-dîsk û dîskên floppiyan.Beriya xebitandina dosyayan çalak û amade disekinin ku di vebûna kompîturê de bikevin BIOS’ê .
Piştî vebûna kompîturê sektora Reverse Word dibînin û bîra RAM’ê dixwînin.Ewqas zerar didin pergala xebatê ku kompîtur careke din venabe.

-Vîrûsên Sektorên Bootê yên Normal:Ew îmzeya dîskên floppyê teqlîd dikin û di hundirê dîskên floppyê de bi cih dibin.Bi vî awayî nahêlin ku dîskên floppyê rast û baş bixebitin.
Heke ew ji aliyê bernameya antîvîrûsê neyên dîtin dîskên floppiyê xera dikin.

B) Vîrûsên Bernameyan

Ew dikevin nava bernameyan.Di hundirê bernameyê de xwe vedişêrin û bi xebata bernameyê re çalak dibin û dixebitin.Ew pergalê hilnaweşînin lê rastxebitandina pergalê asteng dikin.Ev astengkirin leza kompîturê dadixe û kêm dike.

C) Vîrûsên Dosyayên COM’ê

Ev vîrûs pir hêsan û zû belav dibin , ji ber ku di nava dirêjeyên COM’ê de bi rehetî xwe vedişêrin.Ev vîrûs qada bîra DOS’ê dagir dikin û hildiweşînin.Vîrûsên dosyayên Com’ê pir xeternak in.

D) Vîrûsên Dosyayên EXE’yê

Vîrûsên Exe’yê hinekî ji vîrûsên Com’ê cuda ne.Weke vîrûsa Comê xwe nanivîsin destpêka dosyayê.Diçin xwe dinivîsin dawiya dosyayê.Bi vî awayî pir zû belav dibin pergala kompîturê.Bi qasî vîrûsên Com’ê ne talûkedar in lê performansa kar û xebatên kompîturê dadixin û asteng dikin.

3- Li Gor Platforman Vîrûsan

A) Vîrûsên Microsoft’ê

Vîrûsên Microsoftê ji bo kompîturên şexsî hatine çêkirin.Bi taybetî ji bo pirenîvenga DOS’ê hatine amadekirin. Lê dikarin di pergalên din de jî bixebitin.Li cîhanê herî zehf ji bo vê platformê (pergala xebatê) vîrûs tên çêkirin.Ji ber ku herî zehf ev platform tê bikaranîn.Ewlehiya Platforma Microsoft’ê ji platformên din jartir û lawaztir e.Microsoft bi zanebûn ewlehiya xwe xurttir nake ku kar û qazancên xwe bilind bike.

B)Vîrûsên Macintosh’ê

Vîrûsên Macintoshê weke vîrûsên Microsoftê ne talûkedar in.Ji ber ku bingeha Macintoshê ji Microsoftê baştir e.Vîrûs nikarin zû bi zû bikevin pergala Machintoshê.Bikevin jî nikarin zû bi zû pergala Macintoshê hilweşînin.

C)Platformên Din

Ev vîrûs ji bo platformên din hatine amadekirin.Mînak ji bo Linux’ê.Lê bingeha Linuxê ewqas saxlem e ku vîrûs pir baş nehatibe çêkirin nikare bikeve pergalê û belav bibe.
Pergala ku ewlehiya wê herî baş Linux e.Ji bo Linuxê parastina pergalê gelek girîng e.Lê mixabin platforma Linuxê zêde nayê naskirin û bikaranîn.Pêşniyara min ew e ku hinekî pergala Linuxê vekolin û nas bikin.Linux bi temamî bêpere û belaş tê weşandin û belavkirin.

4-Vîrûsên Din

A) Vîrûsên Dosyayên BAT’ê

Ew ji bo dosyayên ku dirêjeyên wan BAT in hatine çêkirin.Ev dosyayan bi pergala fermana Binary’ê naxebitin.Pergala fermana wan ASCII ye.Vîrûsên BAT’ê pir zerar didin pergal,dosya û daneyan.

B) Vîrûsên Dosyayên SYS’yê

Çêkirina van vîrûsan pir zor e. Bi tenê pisporekî/ê dikare wan vîrûsan binivîse û belav bike.
Ev vîrûs sernavên dosyayên SYS’yê diguherînin û xwe kopî dikin wê derê.Loma zû bi zû ji aliyê bernameyên antîvîrûsan ve nayên dîtin.

C) Vîrûsên Word Makroyê (Kujerên Sor)

Ev vîrûs zerarên pir mezin didin kompîturan.Di nava hemû cureyan de vîrûsên herî û herî xeternak ew in.Dikevin nava bernameyên weke Word,Excel,Access,PowerPoint,Project,Corel Draw’ê pergalê hildiweşînin.Vîrûsên Makroyê bi giştî bi bernameya Visual Basic’ê tên nivîsandin.Vîrûsên Macro dikarin di heman demê de bi hezaran kompîtur hilweşînin.


FIREWALL (DÎWARÊ EWLEHIYÊ) Û BERNAMEYÊN ANTÎVÎRÛSAN

Ji bo astengkirina êrîşên vîrûsan, divê di kompîtura we de dîwarê parastinê (firewall) û bernameya antîvîrûsê sazkirî hebe.Dîwarê Parastinê bernameyeke antîvîrûsê nîne.Bi tenê di deriyên kompîtura we de nobedariyê dike ku bila bernameyên ku zerar didin kompîturê bêyî destûr nekevin pergala we.Heger kompîtura we bi FIREWALL’ê neyê parastin pergala we zû hildiweşe.
Bernameyên Antîvîrûsan ji bo dîtina vîrûsan hatine çêkirin û divê bi teqez di kompîtura we de bernameya antîvîrûsê sazkirî hebe.Bernameyên antîvîrûsan şopên vîrûsan dişopînin,îmzeyên wan dibînin û vîrûsan bêtesîr dikin.Heger bernameya antîvîrûsê di kompîtura we de tunebe pergala we di demeke kurt de hildiweşe.Divê bernameya antîvîrûsê van taybetiyan bihewîne.
-Divê bername beriya zerardayînê vîrûsan bibîne û ji holê rake.
-Divê desteka rojanekirinê hebe.
-Bername divê di plana pişt de bixebite û vîrûsan tesbît bike.
-Kirara kompîturê newestîne ku bila performansa kompîturê nekeve.
-Bername divê lêgerîneke zû bike.

EWLEHÎ Û PARASTIN

Ji bo astengkirin û jiholêrakirina vîrûsan hûn dikarin van bernameyan bi kar bînin;Eset Nod 32 û Smart,Avast,Karpesky,F-prot,Norton,McAfee Asscoites,Ibm,Avg.…
Lê ji bîr nekin ku bernameyên bilîsans an jî bêpere ji sedî sed ewlehî û parastinê nadin we.Ji ber ku her roj bi hezaran vîrûs tên çêkirin û belavkirin.Bernameya heyî ya sazkirî bi tenê dikare vîrûsên keşfkirî bibîne û ji holê rake.Lewma ji bo bernameya antîvîrûsê desteka rojanekirinê pir girîng e.Heger desteka rojanekirinê nebe pergala we di demeke kurt de hildiweşe.
Dawiyê em dikarin bibêjin ku ji bo parastin û ewlehiyê bernameyek peyda bikin ku bila pergala we zû bi zû hilneweşe..

Nivîskar:Occo Mahabad

e-peyam: occomahabad@hotmail.com

%d blogcu bunu beğendi: