DER BARÊ DE

Occo Mahabad Kî ye?

Occo Mahabad helbestvan,bernamenûs, wergêr û nivîskarekî Kurd e.
Occo Mahabad di sala 1977′an de li Wan‘ê hatiye dinê. Piştî qedandina zanîngeha
Stenbolê dest bi nivîsandinê dike.
Her weha di kovarên wekî Çîrûsk, Asiva, Pengav de nivîs û helbestên wî hatine
weşandin, dîsa pir malperan de nivîskariyê dike û nivîsên wî hatine weşandin û
belavkirin.
Ji xêynî helbestan ji bo fîlmên biyanî binnivîsan amede kiriye. Pir fîlmên biyanî ji
aliyê Occo Mahabad ve hatine kurdîkirin.
Çend fîlmên ku ji aliyê wî ve hatine Kurdîkirin:
Malena
Rabbit Prof-Fence
The Road to Guantanamo

Herwiha, Occo Mahabad bi xebatên xwe yên teknîkî ve jî tê nasîn. Heta niha gellek
bernameyên kompîturê ji aliyê wî ve hatiye Kurdîkirin. Ji bo standartîzkirina
zimanê teknîkî bi salan e xebatan çêdike. Ji bo fêmkirina jiyana teknîkî e-pirtûkek
jî amade kiriye. Pirtûk bi navê Nivîsên Teknîkî li ser malperan tê belavkirin.
Çend bernameyên kompîturê ku ji aliyê wî ve hatine Kurdîkirin:
WinRAR
Ccleaner
Revo Uninstaller

Bi armanca ji bo gel hunereke bêpere albûmên helbestan çêkiriye,hemû mafên albûman aîdî gel e,albûm li ser înternetê bêpere tên daxistin û guhdarîkirin.
Albûmên wî:
Helbestên Dînik
Dem
Helbestên Bijare

Occo Mahabad bi helbest, werger, nivîs û gotarên xwe yên cur bi cur jiyana me ya Kurdewarî bi xebatên xwe yên domdar ronî dike.

Pirtûkên wî:
Helbestên Dînik:Weşanên Ava-2012
Êşên Qehbik:Weşanên Do-2013
Rondikên Binevşê. Weşanên Do-2016

-Dem:Weşanên Na-2017

Girêdanên derve

33

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Google+ fotoğrafı

Google+ hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Connecting to %s

%d blogcu bunu beğendi: