Jiyana Aramê Tîgran..Aram Tigran’ın yaşamı..

3d3e2eee7e758b2a1642dc8324495aca

Aram Tigran (Ermenice: Արամ Տիգրան,Kürtçe: Aramê Dîkran veya Aramê Tîgran; 1934, Kamışlı – 8 Ağustos 2009), Ermenibesteci.

Ailesi Ermeni Tehciri sırasında Diyarbakır‘dan Suriye Kürdistan’ın da ki Qamışlo kentine göç etmiştir. Tigran, dokuz yaşındayken ilgisini müziğe yönlendirdi ve ud çalmaya başladı. 20 yaşındayken Kürtçe, Ermenice ve Arapçaşarkılar söylemeye başladı.[1] Kürtçe söyleyen şarkıcı ve müzisyenler arasında en iyilerden sayılmaktadır.[2]

Sanatçı, hayatı boyunca 11 albüm çıkardı. Aram, 230’u Kurmancî, 150’si Arapça, 10’uSüryanice, 8’i Yunanca şarkı okudu.[3] 2009 Newroz kutlamaları için geldiği Diyarbakır’da rahatsızlandı, sanatçıya kaldırıldığı hastanede anjiyo yapılmıştı. 6 Ağustos 2009 tarihindeYunanistan‘da tedavi gördüğü hastanede beyin ölümü gerçekleşti ve 8 Ağustos 2009 tarihinde vefat etti.

ALBÜMLERİ:

  1. Çiyayê Gabarê, Aydın Müzik, 2004.
  2. Zîlan, Aydın Müzik, 2004.
  3. Serxwebûn Xweş e, Aydın Müzik, 2004.
  4. Kurdistan, Aydın Müzik, 2004

 

 JIYANA ARAMÊ DÎKRAN  (ARAMÊ TÎGRAN )..

Aramê Dîkran (wekî Aramê Tîgran jî tê naskirin; navê wî yê ermenî: Aram Melîkyan),hunermendekî ermenî ye ku bi kurdî û ermenîdistre. Di sala 1934an de li bajarê Qamişlokê (Binxetê) hatiye dinê. Aramê Dîkran di roja 8êtebaxa 2009an de li Atînayê (Yewnanistan) çû ser dilovaniya xwe.

Gotineke bav û kalan heye ku wiha dibêje: “Tenê deng û huner dimînin û nemirin”. Ji mêj de ye ku nermiya dengê tijî his û xweşê mamosta Aramê Dîkran di nava civata Kurdan de tê bihîstin. Li Kurdistanê kesê ku dengê tijî êşiq û evînê wî nebihîstibe, tine ye. Kurmanc,Soran, Zaza, Loran, Goran û hemû Kurd wî û evîna wî ya ji bo kilamên cimaeta Kurdan nas diken. Sedem jî ew e ku hakimiyeta deng û stranên wî li ser dil û mejiyê mirovan bandorek taybetî çêdikin. Yek ji dengên ku hertim para kurdî ya Radyoya Êrîvanê di nava Kurdên her çar perçên Kurdistanê de dide guhdar kirin, dengê zelal ê Aramê Dîkran e. Dengê ku ji kûrahiya dil derdiket û evîn û heza bêdawî ji bo rûmeta bilind û jiyana bi şan û şeref diafirand.

Deng û awazên hunermendên mîna DawudêXelo, Sosika Simo, Kawîs Axa, Karapêtê Xaço,M. Arifê Cizîrî, Şeroyê Biro, Eyşe Şan, Hesenê Cizîrî, Aslîka Qadir, Nesrîn Şêrwan, Mecîdê Silêman, Reşîdê Baso, Meryem Xan, Belga Qadir, Zadîna şakir, Aramê Dîkran û hwd… her roj ji roja berê zêdetir guhdarên Radyoya Êrîvanê zêdetir dikirin.

Lê di vê navê de pirsa herî girîng ji bo Kurdan ev bû ku Aram Dîkranê Ermenî çawa wiha ji dil û bi şewatek tijî soz dikare stranên kurdî bixwîne?! Çawa dikare wiha li ser bedewiya deşt, zozan, dol û newal, mêrxas û egîdên Kurdan bistire? Aram kî ye ku nekitiye bin bandora siyaseta wan xwînmijên ku hertim dihola neyartiya kurdî û Ermeniyan lêdixistin û neteweya kurdî bi wê hîndê tawanbar dikirin ku di ferman û qira Ermeniyan de li rex Osmaniyên xwinxwar, cih girtine!? Û gelek pirsên din. Lê emeknasî û famkirina siyaseta çewta dagirkerên Kurdistanê ji mêj de bû ku di malbata Aramê mirovhez de hatibû famkirin. Aram Dîkran bixwe di vê derbarê de wiha dibêje:

Bavê min jî mîna gelek Ermeniyên din di çaxê tevkujiya Ermeniyan de bi riya Kurdan ji kuştina bi destê Tirkan hat rizgar kirin. Ji bona wê jî hertim ji min re wiha digot: Kurê min qedir û qîmetê gelê kurdî bizanibe, Kurdan ji bîra neke. Emekê wan li ser min pir e, zehmetî û xiwêdana wan li ser min pir e. Ewan min xwedî kirine û ger hûn çar bira û du xwîşik vê gavê li ser rûyê dinê dijîn bi xêra Kurdan e ku hûn dijîn. Heke dijimin min bikuşta, hûn jî nedihatin rûyê dinyayê. Ew axayê kurdî ku çend salan bi nihênî ez di mala xwe de xwedî kirim û pişt re ez şandimBinxetê (Başûrê Kurdistanê yê biçûk), jiyana me rizgar kir û bi xêra wan vê gavê hûn li rûyê dinê dijîn. Ji bona wê jî divê hûn vê emeka wan qet ji bîra neken. Bi stranên xwe zimanê kurdî biqedirîne û van helbestên ku ez didime te bike stranên xweş. Tu bixwe jî bibe dostek baş ji Kurdan re û emeka wan ticarî ji bîra neke…

Bi vî awayî Aram, li herderê bi birayên xwe yên kurd re jî û şîreta bavê xwe yê emeknas heya roja îro jî ji bîra nekiriye. Heya roja îro jî li ser vê riya dûr û dirêj Aramê hêja dimeşe. Sala1966´an gelek Ermeniyên ku li welatê Sûriyêdijîn, vegerîn welatê bav û kalên xwe Ermenistanê. Li wir bû ku Aram bi hevkariyaXelîl Muradov ku berpirsyarên para kurdî ya radyoyê bûn, bi awayekî berfireh dest bi karê xwe yê stranbêjiyê kir. Carek din jê re hat îsbat kirin ku kurdî li her derê mêranî û mêvanperweriya xwe wenda naken. Li wir bû ku Aramê evîndarê stirîn û awazên kurdî bi hevkariya Cemîla Celîl û Keremê Seyad bêtir ket nava deryaya stranên kurdî û bi melevantiya di nava vê deryaya bêbin de bû hosta û şehrezayekî pispor. Elbete Aram rihê kurdîtiyê û hezkirina zimanê kurdî ji bav û diya xwe girtine ku hertim di nava malê de bi hevre bi zimanê kurdî diaxivîn û behsa bextereşiyên kurdî û Ermeniyan dikirin.

Rêbaza (istîla) hunerî û naveroka stranên Aram Dîkran bêtir vê rastiyê bi me didin selmandin ku ew bi şiyarî xebitiye û ji hunera resen hezkiriye. Awaz û helbestên wî ji nava dilê civata Kurdan derketine. Kiye ku strana “Bilbilo” nebihîse û Kurdistana bindest û bextreşiyên gelê Kurdî li ber çavên wî zindî nebin?! Kîjan evîndar e ku strana “Keçê ji bona te ez dîn im” bibhîse û hêsrên evîndariya bi şewat nebarîne?!

“Stranên Hey lo lo delal”, “Şev çû”, “Çiyayê Gabarê”, “Zîlan”, “Diçim-diçim”, “Bi hesreta Êrîvanê”, “Çil-çil kezî”, “Ey welato em heliyan”, “Elmasa min ji dersê tê”, “Ax dê û bavê me” û bi dehan stranên din bi riya Aram Dîkran ketin ser zimanê gel û ji Kurdan re bûn samanek netewî ku di nava rûpelên dîroka hunerê de nayên wenda kirin.

Bi serhev de mirov dikare bêje ku naveroka stranên hunermend Aramê Dîkran pênaseya hunermendî, kesayetî û dilpakiya wî ne. Bedewiya erdnigariya Kurdistanê, dewlemendiya ziman, stran û bi giştî kultura Kurdan, heza ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê, selmandina biratiya Kurdî û Ermeniyan, evîna ji bo Gerîla û şervanên riya bi şan û şerefa azadiyê, evîna ji bo mirovantiyê, canfîdayiya egîd û lehengên Kurdistanê ku bi netirsî canê xwe fîda kirin, wefadarî û emeknasî û… tev kevir û binaxê stranên Aram Dîkran pêktînin.

Bi salaye ku ew wek dergevanekî xwendingeha hunera Kurdistanê bi dengê xwe yê germ û nerm dewlemendiya lorîk, stran û zimanê şirînê Kurdî bi bîra herkesî tîne. Aram bûye nîşana demokrasiya di navbera gelênRojhilata Navîn de. Wî di piratîka xwe de daye xuyakirin ku hemû gelên Rojhilata Navîn dikarin bi hevre û di nava aştî û biratiyê de bijîn.

Dema ku ji sala 1915‘an û pêde genosîda li dijî gelê Ermenî (cîranên Kurdan yên dîrokî) bi destûra nifşparêzên Împeratoriya Osmanîdestpêkir, Kurdan gelek ji wan di nava dilê xwe de veşartin. Kurdan nedikarîn bibînin ku neviyên Mongolan li ber çavên wan birayên wan bikujin.

Herkes nikare muzîkê bi guhdarên xwe bide hezkirin. Ger hunermend bi deng û awazên xwe di vî karî de biser nekeve, nikare muzîka xwe mîna xwarina riha mirovan, pêşkêşî gel bike. Di vî karî de Aram mamostayekî jîr e û dizane çawa hest û hisên gel bilivîne. Ji bona wê jî mamosta Aramê Dîkran di derbarê huner û hunermendiyê de wiha dibêje:

Gava em dibêjin huner, du wate ji hunerê tên ber çav: Ya yekê hunerê jê dertê me’irîfet û ya duduyan hunera sazbendî û kilambêjiyê. Di nava van çend salan de hunerê rih daye min, nehişt ku ez zû êxtiyar bibim û min hertim xwe di nava gel de dît…

Aram hunermendekî bextewere. Ji ber ku wî di nava civakê de dilxweşî pêk aniye û mirovên hunerdost bi can û dil ji wî razîne. Hunera wî bi hezek bêdawî di nava gel de hatiye pejirandin.

Kilamên Aram yên evîndariyê rewşa sosyolojî û kilamên siyasî jî rewşa siyasî ya gelê Kurdî didin nasandin. Mamostayê me Aram Dîkran bi pirensîbên xwe yên exlaqî û kesayetiya xwe ya bilind jî di nava Kurdan de xwedî rûmet û hurmeteke bilind e.

Aram kurê Dîkran Melîkyan di sala 1934’an de li Qamîşlokê di nava malbateke hejar de hat dinê. Karê xwe yê hunerî bi evînek tijî his û xweşî ji temenê 18 saliyê di nava dewat û şahiyên Kurd û Ermenyan de da destpêkirin. Bavê wî di karê stran gotinê de pir ew teşwîq kir ku riya hunerê bidomîne. Sala 1966’an bi malbata xwe re hatin Ermenistanê û heya sala 1985’an di Radyoya Êrîvanê de mîna xebatkarekî fêrmî xebitî.

Di sala 1990’an de wek penaber hatEwropayê. Di roja 8ê tebaxa 2009’an de liAtînayê (serbajarê Yewnanistanê) miriye.

Çavkanî

Etiketler:, , , , ,

About admin

”’Occo Mahabad”’ programcı,çevirmen,şair ve yazardır.Bütün çalışmalarını Kürtçe yapmıştır. ”’Occo Mahabad”’ 1977 senesinde Wan’da dünyaya gelir. İstanbul Ünüversitesini bitirdikten sonra yazmaya başlar. Yazı ve şiirleri Çîrûsk, Asiva, Pengav gibi dergilerde yayınlanmıştır,ayrıca internette bir çok sitede resmi yazar ve yazıları makaleleri bulunmaktadır. İlk şiir kitabının adı HELBESTÊN DÎNIK dir.(Çatlak Şiirler).Kitap AVA yayınlarından çıkmıştır. İkinci kitabının ismi Êşên Qehbiktir (Kahpe Acılar).Kitap Do yayınlarından çıkmıştır. Yazılarının dışında yabancı filmlere Kürtçe altyazılarda hazırlamıştır.Birçok film Occo Mahabad tarafından Kürtçeleştirilmiştir. Occo Mahabad’ın Kürtçeleştirdiği bazı filmler/ “MALENA” “RABBIT PROOF FENCE” “THE ROAD to GUANTANAMO” Teknik dünyanın anlaşılması için yazdıgı bir E-kitap da vardır.Kitap Nivîsên Teknîkî (Teknik Yazılar) adıyla bilinmektedir. Bunun yanı sıra Occo Mahabad teknik çalışmalarıylada bilinmektedir. Bugüne kadar birçok bilgisayar programı Occo Mahabad tarafından Kürtçeleştirilmiştir. Occo Mahabad’in Kürtçeleştirdiği bazı bilgisayar programları/ WinRAR Defraggler Revo Uninstaller CCleaner Ayrıca ilk defa halk için şiir ve sanat şiarıyla tüm hakları halka ait olan Helbestên Dînik (Çatlak Şiirler) adlı ücretsiz bir şiir albümü hazırlamıştır. Albüm internet üzerinden serbestçe dağıtılıp indirilebilmektedir. Kitapları: “Helbestên Dînik(Çatlak Şiirler):Ava Yayınları-Mart-2012 “Êşên Qehbik(Kahpe Acılar):Do Yayınları-Mayıs-2013

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Google+ fotoğrafı

Google+ hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Connecting to %s

%d blogcu bunu beğendi: