Jiyana Ebdulrehman Qasimlo..Abdurrahman Qasimlo’nun Hayati..

10450592_820401611304371_5290425179911286661_n

Ebdulrehman Qasimlo, (22.12.1930-13.07.1989) siyasetmedar û rêberê Kurdistana Rojhilat bû. Qasimlo serokê PDK-Îran bû û liViyanayê ji aliyê dewleta Îranê ve hat şehîdkirin.

Biyografî

Dr. Ebdulrehman Qasimlo li 22’ê berfanbarê sala 1930‘an de, di malbateke dewlemend û navdar de li bajarê Urmiyê ji dayik bû. Wî xwendina xwe ya serete û navendî li bajarê Urmiyê kir û pişt re ji bo berdewamkirina xwendina xwe çû bajarê Tehranê. Ebdulrehman Qasimlo ji temenê zarokatiyê bi wan hûrbîniyên xwe yên kûr, zû pêhesiya ku gelê wî di rewşeke kambax û dijwar de jiyana xwe didomîne. Herçend Ebdulrehmanê nûgihiştî ji malbatek dewlemend û bavê wî Mihemed Axayê Wisuq yek ji dewlemend û feodalên herî mezin di herêma Urmiyê de bû, lê wî jiyana xwe qet ji derd û xemên jiyana xelkê reş û rût cuda nedidît. Ew ji wan jî dûr neket û ji bona standina mafê wan heta canê xwe bexşî. Li ser wê helwesta kurdheziyê wî çalakiyên xwe yên siyasî ji sala 1945’an dema ku hê di temenê 15 saliya xwe de bû bi pêkanîna (Yekîtiya Ciwanên Demokratên Kurdistana Îranê) di bajarê Urmiyê de dan dest pêkirin. Piştî ku Komara canemerga Kurdistanê (Mihabad, 1946) bi hevkariya hêzên biyanî û xiyaneta Yekitiya Sovyeta (Sovyetistana berê) têk çû, Dr. Ebdulrehman Qasimlo bi hevkariya gelek hevalên xwe yên din xebata xwe ya siyasî bi rengekî nihînî û berfireh dîsa da destpêkirin. Pişt re ew bû endamê fêrmiyê Hizbî Demokratî Kurdistan. Bi vî rengî wî arman û riya xwe ya dûr û dirêj hilbijart. Di kar û xebata siyasî de dayika kurd Mîna Qazî jî gelek hevkariya wan dikir û bi hemû îmkanên xwe yên maddî û menewî hevkariya HDK û ciwanên kurd dikir.(1)

Ebdulrehman Qasimlo di temenê 18 saliya xwe de ji bo xwendina bilind çû welatê Firansayê. Piştî demekê ji wir çû Çekoslovakya û piştî ku li zanistgeha Pragê lîsansa xwe ya di warê siyasî – civakî de stand di sala 1952’an de çaxê desthilatdariya Dr. Mihemed Musediq vegeriya Îranê û di xebata dijî empiryalîzmê ya ji bo millîkirina petrola gelên Îranê li rex hêzên opozîsyonên rijîma seltenetiya M. Riza Pehlewî cih girt. Qasimlo herçend bi temenê xwe ciwan bû lê lê li wir ji bo siyasetvanên Îranî hat xuyanî kirin ku Qasimlo di kar û xebata siyasî de mirovekî jîr û jêhatîye. Yanî wî bi prensîp û terzê xebat û nirxandinên xwe yên siyasî-zanistî bala herkesî kişand ser xwe.

Emperyalîzma Amerîka ya wê demê Îran kiribû navenda xebata xwe ya dijî bizavên hevrik li dij emperyalîzmê û hereketên azadîxwaz di Rojhilata Navîn de. Mihemed Riza şahê Pehlewî jî bi hevkariya Amerîka û welatên rojava bûbû cendirmê herêmê û mîna xûlamekê, fermanên wan yên qirkirin û serkûtkirina hêzên azadîxwaz cî bi cî dikirin. Ev ji aliyê şahê bê îrade ve bersivek bû ji bo wan xizmetên bêgane û emperyalîzma Amerîka ku bi jinavbirina Komara demokratîka Kurdistan û têkçûna dewleta Dr. Mihemed Musediq bi hemû şêweyan hevkariya wî û vegera wî ya ser kursiya seltenetê kiribûn û berevajî xwesteka piraniya gelên Îranê, bi pîlanên çewt careke din ew vegerabdibûn ser desthilatdariyê.

Dr. Qasimlo piştî pênc salan xebata li dijî empiryalîzmê careke din vegerî Çekoslovakya û karî di sala 1962‘an de ji zanstgeha Pragê doktoraya xwe ya di para aborî de jî bistîne.

Dr. Qasimlo heya sala 1970‘an wek mamosta di zanistgeha Pragê de ekonomiya kapîtalîstî, ekonomiya sosyalîstî û teoriya pêşkeftina aboriyê, karê xwe yê dersbêjiyê domand.

Karekî herî girîng di jiyana Dr. Qasimlo de ew bû ku ji sala 1976’an heya 1978’an di para ziman û bajarvaniya Kurdan de di zanistgeha Serbonne li Parîsê, mijûlî dersgotinê bû. Wî bi nivîsandina çend babetên cur bi cur di rojname û kovarên ewropî de derheqa jiyana civakî, dîrok û rewşa siyasiya kurdan di wê demê de karî heya radeyekê dîrok û pirsgirêka gelê kurd baştir bi raya giştiya Ewropa bide nasandin.

Dr. Qasimlo li Ewropayê mîna kesayetiyek siyasî û zana derheqa pirsgirêka netewiya gelê Kurdistanê de dihat nasandin û dewletên ewropî di vê derbarê de dîtin û nirxandinên wî mîna serokaniyekê dihesibandin.

Li 11’ê marsa sala 1970’î dewleta Beesiya Îraqê neçar ma ku bi kurdên başûrê Kurdistanê re li ser maseya gotûbêjê rûne. Dewleta navendiya Îraqê bangek ji bo otonomiya başûrê Kurdistanê da xuyakirin. Wê demê para parastina Îranê anku SAWAK‘ê li hemû Îranê û bi taybetî jî li rojhilatê Kurdistanê bîr û rayên azadîxwaziyê di mejî û singê hemû gelên Îranê de berbest û zindanî kiribûn. Dr. Qasimlo ji bo ku çalakiyên HDK baştir ji berê organîze bike vegeriya Îraqê û li wir bi hevkariya hevalên xwe karî di demek kêm de kar û barê xwe yê rêkxistinî derbasî herêmên Rojhilatê Kurdistanê biken.

Piştî ku di sala 1979’an Mihemed Riza şah Pehlewiyê gor bi gor ji Îranê reviya Dr. Qasimlo vegeriya Rojhilatê Kurdistanê û xebata xwe ya siyasî bi rengekî berfireh li hemû Rojhilatê Kurdistanê da destpêkirin. Piştî serhildana hemu gelên Îranê, Kurdistan jî ket destê şoreşgerên Kurd û xelkê welat, xwe azad û serbest hiss kirin.

Rêberê Gel

Piştî ku di sala 1979’an de bi têkoşîn û xebata hemû gelên Îranê dawî bi desthilatdariya 2500 saliya şahên Îranê hat, meleyekî paşvero yê bi navê (Ruhillah Xumêynî) ji paytexta Firansê (Parîs) vegeriya Iranê û bi damezrandina komara Islamî di hemû waran de bû serdestê çarenivîs û qedera hemû gelên Iranê. Wî bi navê îslamê hêdî-hêdî berevajî daxwazên gelên Iranê ku li benda reform û azadiyên siyasî-cîvakî bûn, dîktatoriya xwe ya paşvero bi darê zorê di Îranê de di Iranê da damezrandin. Wê demê piraniya xaka Rojhilatê Kurdistanê bi hêz û hevkariya her du rêkxistinên Kurdan yên serekî (Komele û HDK-I) ji bin desthilatdariya dewleta Pehlewî hatibû azadkirin. Gel piştî bi dehan salan bi rihetî bêhna bayê azadiyê kişandibû û qedirê azadiyê li ba wan bêtir ji berê hatibû xuyakirin. Kar û barê welatê Kurdan ketibû destê her du rêkxistinên navbirî.

Piştî serhildana Simkoyê Şikak (1920-1930) û pêkhatina komara kêm temena Kurdistanê (Mihabad, 1946) ev sêyemîn car bû ku kurdan xwe azad didîtin.

Mixabin ev rewşa xweş jî zêde nedomî û rejîma paşveroya Îranê nexwast ku rastiya pirsgirêka gelê Kurd di Îranê de bipejirîne û çareseriyekê ji vê problema dîrokî re bibîne. HDK û KOMELÊ xwestin ku bi gotûbêj û hevdîtinan bi dewleta navendiya Iranê re pirsgirkê çareser biken, lê artêş û pasdarên Komara Îslamî bi hevkariya cehşên welatfiroş û hinek aliyên xwefiroş dest bi hêrişên xwe yên dijwar kirin û dîsan jî Kurdistan bû qada şerên bi xwîn û malwêranker. Pasdarên komara Xumêynî bi hemû hêza xwe nekarîn pêşmerge û hêzên gel li Rojhilatê Kurdistanê toşî şikestê biken. Rejîma desthilatdara meleyan (Xumêynî, Refsencan, Xelxalî û hwd) dema zanîn ku bi şerê çekdarî nikarin li hemberî berxwedana gelê Kurdistanê şerê xwe yê gemar bidomînin, bi riyek din li dijî kurdan dest bi kar bû û ji silahê olî, paşverotiya civakî û cudahiya mezhebê Kurd û Persan mifa wergirt. (2)

Xumêynî ku xwe wek rêberê cîhana îslamê bi raya giştî dida nasandin di 19. Agusta (19. 08. 1979’an) de li dijî gelê Kurdistanê CÎHAD (zibare) da î’lamkirin. Dr. qasimlo pir xebitî ku bi rêya hevdîtin û danûstandinên siyasî pirsgirêka Kurdistanê bi rejîma îslamî re çereser bike, lê mentiqa karbidestên komara îslamî di wê pîvanê de nebû ku perspektîvên Dr. Qasimloy ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmnetewên Iranê bipejrînin. Ew di cîhana siyasî de du dunyayên ji hev cuda bûn. Dr. Qasimlo mirovekî demokrasîxwaz û mentiqî bû.

Piştî cîhada Xumêynî ya ku Kurd wek kafir û dijberên şoreş û dînê îslamê bi alîgirên xwe dan nasandin, hêrişên weke çaxê Moxolan ku li ser gelên Rojhilata Navîn hatibûn destpêkirin, li dijî Kurd û şoreşa gelê Kurdistanê jî dest pêkirin. Berxwedana şervanên Kurd karekî dîrokî bû, lê şêweyên hovane û dûr ji pirensîbên mirovanetiyê ku ji aliyê pasdar û artêşa xwînxwara Komara Îslamiya Îranê ve dihatin lidarxistin û kirin, HDK û KOMELE neçar kirin ku ji Rojhilatê Kurdistanê derkevin. Xuyaye ku di vê xwe paşvekişandina hêzên siyasiyên Kurdan de xiyaneta caş û hinek Kurdên xwefiroş jî teisîreke mezin hebû. Piştî vê valabûnê bi hezaran Kurd ji aliyê beşa parastin(êtila’at)a dewleta Îranê ve hatin tîrbaran kirin û daleqandin. Girtîgehên hemû Îranê bûbûn mala Kurdên şoreşger. Hemû Kurdistan mîna zindanek mezin di bin çekmeyên xwînmêjên komara Xumêynî de bûbû meydanek tejî xwîn ji xwîna sora keç û xortên Kurdistanê yên welatparêz.

Şerê partîzanî yê hêzên Kurdistanî li dijî komara îslamî

Pêştî ku komara îslamî bi hemû şêweyan şerê xwe yê li dijî Kurdan dest pêkirin, HDK û KOMELÊ şerê xwe yê çekdarî bi şêweyên partîzanî û bi berfirehî di hemû deverên Kurdistanê de berdewam kirin. Ev siyaseta şehîdê nemir Dr. E. Qasimlo bû ku bi awayê partîzanî li dijî hêzên dagirker şer biken û vê taktîka Kurdan dewleta Îran xiste nava tengaviyên mezin û pirsgirêka Kurdistanê di qada navnetewî de dengek mezin veda. Şerên partîzanî ku bi piranî li her du wilayetên Urmiyê û Sinendecê diqewmîn, xisarek canî û aborî ya pir mezin dida rejîma Xumêynî. Beşa êtila�at (êstixbarat)a Komara Îslamî ji bo vemirandina vê bizava Kurdan dest avête hemû şêwe kiryarên terorîstî. Bi taybetî di Kurdistanê de diravekî bêhisab xerckirin ku sîxorên xwe di nava Kurdan de zêde û zêdetir bikin. Kurdistan mîna kawilxane(xirabe)kê, wêran bûbû û bi hezaran gund hatibûn şewitandin û wêrankirin. Rewşa aboriya gel bi şêweyek berçav hatibû xwarê ku heta roja îro jî şûnewarên vê siyaseta çewit li ber çavanin. Birsîtî(birçîbûn), zindan, daleqandin, kuştin û birrînên bê mehkeme, bêkarî û malwêranî di jiyana Kurdan de bûbû tiştekî rojane.

Ji bilî wê, êstixbarata Komara Îslamiya Îranê bi rengekî nêhînî û veşartî di nava ciwanên Kurd de tiryak, heroyîn(narkotîk) û vexwarinên elkolîk ku li gor zagonên îslamê kişandin û vexwarina wan bqedexe bû, belav dikirin!!.Mixabin niha jî ev siyaseta wan li hemû Kurdistanê didome û heya radeyekê jî ew di siyaseta xwe ya nemirovane de bi ser ketine. Ev karê wan ji bo tunekirina balê herî bi teisîrê şoreşê yanî hêza ciwanên Kurdistanê bû ku bîr û ramanên Kurdayetî û şoreşgeriyê ji mejiyê wan derxînin. Armanca wan ji navbirina mejiyê şoreşê bû. Ji bo ku ew bikarîbin îradeya berxwedana gelê Kurd bişkinên û pêşeroja hereketa milliya Kurdistanê toşî şikesteke dîrokî biken, hemû siyasetên dûr ji exlaqê civatek medenî bikar anîn. Wan bihayê heroyînê yê giran di Kurdistanê de erzantir kirin daku mejiyê ciwanên Kurd bi yekcarî felec biken. Lê bihayê tiryakê ku mîna heroyînê ne giran(ne bi qîmet)e, sal bi sal li hemberî bihayê heroyînê girantir kirin. Bi vî rengî wan bera herkesî dan kişandina heroyînê ku li ser sîstema mejî û di nava xwîna mirovan de cîgir dibe.

Dr. Qasimlo û hereketên siyasî di Kurdistanê de zû bi vê pîlana komara îslamî hesiyabûn. Ji ber wê jî bi riya radyo û weşanên xwe yên çapemenî yê dixebitîn ku rastiyan bi gel bidin famkirin.

Rojhilatê Kurdistanê di hemû Îranê de bi nisbeta herêmên din yên Îranê xwediyê yek ji paqijtirîn civatên Îranê bû. Lê mixabin niha bi vê siyaseta çewta Komara Islamî, rewşa civata Kurdan jî pir hatiye şêwandin û şepirzeyîyek xirab ketiye nava malbatên Kurdan.

Komara Îslamî ji bilî berdewamkirina vê siyaseta xwe ya gemar li Rojhilatê Kurdistanê, çalakiyên xwe yên terorîstî derbasî dervey sinorên Îranê jî kirin û hêşta jî li ser çalakiyên xwe yên bi vî rengî dixebite. Bi dehan kardo û alîgirên HDK û KOMELÊ li Îraq û Başûrê Kurdistanê (bi taybetî li herêma Silêmaniyê) bi destê xulamok û terorîstên êstixbarata komara Îslamî ya Iranê hatin şehîdkirin. Lê berevajî daxwaza komara îslamî şerê partîzanî li Kurdistanê didomî û hakimiyeta dewleta navendî li Kurdistanê hê jî lawaz bû. Ji bona wê jî Refsencanî, Xaminêyî û berpirsyarê giştiyê êstixbarata Îranê (Elî Felahyan) hatin ba hev û ketin wê fikirê ku bi navê diyalogê xwe nêzî serokê giştiyê HDK Dr. Qasimlo biken û mejiyê hereketa Kurdên Rojhilatê Kurdistanê tune biken.

Yekemîn car li kanûna pêşî(Dêsambêr)a sala 1988’an û cara duyemîn li kanûna paşî sala 1989’an Dr.E. Qasimlo û nûnerên Komara Îslamî hatin ba hev. Ji destpêkê û di yekemîn dîtin de armanca berdevkên Komara Îslamî kuştina serokê Kurd Dr. Qasimlo bû, lê her du carên destpêkê derfet çênebû ku ew vê armanca xwe ya çewt cî bi cî bikin. Armanca wan ew bû ku serokê hêza herî mezin li Rojhilatê Kurdistanê razî biken ku bikeve xizmeta wan û qet behsa xwestekên Kurdan yên dîrokî meken. Lê Dr. Qasimlo berevajî vê xwesteka wan bi şêweyek mentiqî û zanistî berevaniyê ji xwestekên Kurdan yên meşrû û dîrokî dike.

Şehadeta Qasimlo

Kurdan di hemû dîroka jiyana bi cîranên xwe re hertim xwestine ku bi rengekî aştiyane û bi biratî bi hevre bijîn, lê mixabin ew dewletên ku Kurdistan dagîr kirine tucaran nexwestine ku bi awayekî mentiqî li daxwazên netewa Kurd binêrin û lêkolîneke kûr li ser vê pirsa girîng biken. Dr. Qasimlo yek ji wan kesan bû ku ji bo cî bi cî kirina vê daxwaza dîrokî pir xebitî û bi hesreta gehiştina vê xwesteka mirovane heta canê xwe jî fîda kir.

Wek hat diyar kirin cara yekê li kanûna pêşî ya sala 1988’an rûniştina bi nûnerên komara Îslamiya Îranê û sekerterê giştiyê Hizbî Demokratî Kurdistan nemir Dr. Qasimlo dest pêkir. Di vê rûniştinê de terorîstên komara paşveroya Îslamî nekarîn armanca xwe ya gemer pêkbînin.

Cara duyemîn li kanûna paşî ya sala 1989�an dîsan peywendî hatin çêkirin, lê di vê peywendiya bi nav siyasî de jî, dîsan mirovkujên komara Îslamiya Îranê nekarîn armanca xwe ya hovane cî bi cî biken.

Roja 12 û 13’ê Mai sala 1989’an (12 û 13. 06. 1989) bo sêyemîn car dema ku berdevkên Komara Îslamî Hacî Mistefa Lacwerdî (serokê êstixbarata Îranê di hemû herêmên Rojhilatê Kurdistanê de), Ceefer Sehrarûdî (cîgirê beşa istixbarata hêzên pasdarên Îranê di Rojhilatê Kurdistanê de) û zilamek din bi navê Emîr Mensûr Borzorgyan ji bo gotûbêjê li Vîyena paytexta Avustirya hatibûn dîtina Dr. Qasimlo, ji nişkave zimanê silahên wan xwînrijan peyvî û bi du guleyên ku ji demanceya yek ji nûnerên dewleta Îranê derket Dr. Qasilo hat şehîd kirin. Piştre her du hevalên wî Dr. Fazil Resûl(3) û Ebdullah Qadirî Azer nûnerê HDK.I li Ewropa jî hatin şehîd kirin.

Di vê bûyerê de herçend Ceefer Sehrarûdî jî birîndar bûbû û tiştekî eşkera bû ku destê wî û hevkarê wî Hacî Mistefa Lacwerdî di vê cinayeta hovane de heye, lê mixabin bi bêy ku îdareya asayiş û polîsên Avusturya di piratîkê de ji bo girtina wan karekî biken, Ceefer Sehrarûdî piştî tedawiyê (di nexweşxaneyeke paytextê Avusturyayê de) çû balyozxaneya Îranê û di roja 22. 07. 1989�an de bi bê asteng ji vî welatî derket û çû Tehranê ku ji Refsencanî û Xaminêyî re bibêje:� Me fermana we baş cî bi cî kir û hertişt li gor daxwaza me birêve çû…�

Çend rojan Emîr Mensûr Bozorgiyan jî ji aliyê polîsê Avusturyayê ve hat girtin û hukimê girtina wî jî bi fêrmî hat dayîn, lê dewleta Avusturyayê hukimê girtina wî jî hilanî û ew jî ber bi Tehranê hat bi rêxistin.

Belê bi vî rengî serok û nûnerekî din yê şoreşa Kurdistanê di welatekî Ewropa de ku her roj zêdetir ji xwarina rojane navê mirovperwerî û demokrasiyê tînin ser ziman û li ser zagûnên wê diaxivin, bû fîdayê protokolên aborî. Xêzana Dr. E. Qasimlo û Hizbî Demokratî Kurdistan li dijî vê cinayetê şikayetnameya xwe teslîmî dewleta Avusturiya kirin û heya niha mehkeme bêsûd hê jî didome.

Berhem

Berhemê herî navdar û girîngê Dr. Qasimlo ku têza doktoraya wî ye, pirtûka wî ya bi navê “Kurdistan û Kurd” e ku bi şêweyek akademîk û zanistî lêkolînên wî di vê pirtûkê de hatine nivîsandin. Ev kitab yek ji çavkaniyên herî ilmî û baş e ji bo nasandina dîrok, aborî û xebata siyasiya Kurdan bi gelên cîhanê ku bi awayekî berfirehtir pirsgirêka gelê Kurdistanê nas bikin.

Kurdistan û Kurd” heya niha bi çendîn zimanên zindî yên cîhanê (Inglîzî, Erebî, Farisî) hatiye wergerandin.

Dr. Qasimlo bi hûrbînîyek temam hemû aliyên pirsgirêka Kurd di vî berhemê xwe yê pirbar de şirove kirine.

Girêdanên derve

Rahman_ghasemlu

Abdurrahman Qasimlo

1930’da Urmiye’de varlıklı bir ailenin çocuğu olarak doğdu. 1945’te, daha delikanlılık yaşlarında, Yekîtiya Ciwanên Demokratên Kurdistan’ın (Kürdistan Demokrat Gençleri Birliği) üyesi oldu. 1948’de eğitim için Fransa’ya gitti ve burada Kamıran Bedirxan’la tanıştı. Kısa bir süre sonra ekonomi öğrenimini yapmak üzere Çekoslovakya’nın başkenti Prag’a gitti. Musadek döneminde yeniden canlanan Kürt siyasi faaliyetlerine katıldı, ama monarşinin kanlı restorasyonundan sonra yeniden İran’dan ayrılıp Çekoslovakya’ya yerleşti. 1961-1978 yılları arasında doktorasını savunduğu Prag Ekonomi Fakültesi’nde ders verdi. 1960’lı yılların ortalarına kadar İran Komunist Partisi Tudeh’e oldukça yakın (hatta, bazı rivayetlere göre üye) olan Qasımlo, 1968’de Dubçek’in başlattığı Prag baharı demokratik hareketine katıldı, bu hareketin Sovyet tanklarıyla bastırılmasından sonra kendisi gibi üniversite profesörü olan eşiyle birlikte görevden uzaklaştırıldı. 11 Mart 1970’te Barzani ile Saddam arasında imzalanan Kürt özerkliği anlaşmasının yarattığı barış ortamında Bağdat’a yerleşti ve orada Devlet Planlama Müdürü görevine getirildi. 1970 yılında İran KDP’sinin Merkez Komitesi’ne, 1973’te de genel sekreterliğine seçildi. Kürtlere karşı savaşın yeniden başlatıldığı 1974 baharında Bağdat’tan ayrılıp yeniden Prag’a yerleşti. Orada bir süre meslek yasaklısı olarak yaşadıktan sonra Fransa’daki dostlarının davetiyle 1976’da Paris’e yerleşti ve Doğu Dilleri Ulusal Enstitüsü’nde Kürt dili ve edebiyatı öğretim görevlisi oldu. Görevinin yanında yaklaşan İran Devriminin hazırlıkları için partisini yeniden düzenledi ve 1978 sonbaharında gizlice Kürdistan’a döndü. 1979-1989 arasında İran Kürt hareketinin en önde gelen lideri olan yazar, 13 Temmuz 1989’da Viyana’da İran ajanları tarafından öldürüldü.

Hamit Bozarslan

Etiketler:,

About admin

”’Occo Mahabad”’ programcı,çevirmen,şair ve yazardır.Bütün çalışmalarını Kürtçe yapmıştır. ”’Occo Mahabad”’ 1977 senesinde Wan’da dünyaya gelir. İstanbul Ünüversitesini bitirdikten sonra yazmaya başlar. Yazı ve şiirleri Çîrûsk, Asiva, Pengav gibi dergilerde yayınlanmıştır,ayrıca internette bir çok sitede resmi yazar ve yazıları makaleleri bulunmaktadır. İlk şiir kitabının adı HELBESTÊN DÎNIK dir.(Çatlak Şiirler).Kitap AVA yayınlarından çıkmıştır. İkinci kitabının ismi Êşên Qehbiktir (Kahpe Acılar).Kitap Do yayınlarından çıkmıştır. Yazılarının dışında yabancı filmlere Kürtçe altyazılarda hazırlamıştır.Birçok film Occo Mahabad tarafından Kürtçeleştirilmiştir. Occo Mahabad’ın Kürtçeleştirdiği bazı filmler/ “MALENA” “RABBIT PROOF FENCE” “THE ROAD to GUANTANAMO” Teknik dünyanın anlaşılması için yazdıgı bir E-kitap da vardır.Kitap Nivîsên Teknîkî (Teknik Yazılar) adıyla bilinmektedir. Bunun yanı sıra Occo Mahabad teknik çalışmalarıylada bilinmektedir. Bugüne kadar birçok bilgisayar programı Occo Mahabad tarafından Kürtçeleştirilmiştir. Occo Mahabad’in Kürtçeleştirdiği bazı bilgisayar programları/ WinRAR Defraggler Revo Uninstaller CCleaner Ayrıca ilk defa halk için şiir ve sanat şiarıyla tüm hakları halka ait olan Helbestên Dînik (Çatlak Şiirler) adlı ücretsiz bir şiir albümü hazırlamıştır. Albüm internet üzerinden serbestçe dağıtılıp indirilebilmektedir. Kitapları: “Helbestên Dînik(Çatlak Şiirler):Ava Yayınları-Mart-2012 “Êşên Qehbik(Kahpe Acılar):Do Yayınları-Mayıs-2013 Rondikên Binevşê (Menekşenin Gözyaşları) Weşanên Do -2016 Dem (Zaman):Weşanên Na -2017

Yorum bırakın