Ayşe Şan Hayat Hikayesi

resim

Baba evinde kurulan dengbêj divanlarıyla yaşama gözlerini açan Ayşe Şan, Babasının denjbêj olması nedeniyle küçük yaşta müzikle tanışmış, müzik hayatına Diyarbakır’da kadın cemaatlerinde ilahiler söyleyerek başlamıştır. Eyşana Kurd, Eyşe Xan, Eyşana Eli olarak’ta tanınan sanatçı, Qederê ve Dayikê gibi unutulmaz şarkılara imza atan kişidir. Dokuz yaşında babasını yitiren Şan, Yaşadığı toplumda kadınların şarkı söylemesinin günah olarak görülmesinden dolayı, maruz kaldığı baskılara dayanamayıp genç yaşta Diyarbakır’dan ayrılarak Antep’e gider.

Antep’te sanat yaşamına ilk ciddi adımı atan Ayşe Şan, Kürtçenin yasak olması nedeniyle radyoda İki yıl boyunca Türkçe şarkılar söyler.

1963 yılında ekonomik sıkıntılar nedeniyle sanatın merkezi olarak gördüğü İstanbul’un yolunu tutar.

İstanbul’da Kürtçe ve Türkçe konserler verir. ‘Ez Xezalım’ adlı parçasıyla ünlenir, daha sonra çıkardığı Kürtçe-Türkçe ilk kaseti, onun tanınmasına sağlar. Ancak Ayşe Şan’ın tanınması, onun üzerindeki baskıları azaltmak bir yana, bilakis artırır. Kürtçe müziğin yasak olduğu bu yıllarda baskılara daha fazla dayanamayan Şan, Türkiye’yi terk ederek Almanya’ya gider. Burada sanat ve yaşam mücadelesini sürdürmeye çalışırken 18 aylık kızı Şahnaz’ı yitirir. Direndiği baskılara bir de duygu dünyasındaki bu büyük yıkım eklenir. (Şan’ın dillere destan “Qederê” adlı parçası bu yıllarda yazılır ve söylenir.)

Bir süre burada yaşadıktan sonra şartların uygun hale geldiğini düşünüp Almanya’dan İstanbul’a geri döner. Fakat İstanbul’da yaşamı umduğu gibi iyi gitmez. Artık üç çocuk sahibi bir anne olan Şan bu kez, söylediği şarkılar nedeniyle baskı ve tehditler ile karşılaşır. Çocuklarının da bu durumda kendisini yalnız bırakması üzerine 1979 yılında Bağdat’ın yolunu tutar.

Bağdat’ın Sesi Radyosu’nda Eyşana Eli adıyla sesini duyurmaya başlar. Dönemin Hewler Valisi’nin daveti üzerine Hewler’e giden Şan bir çok konser verir. Burada bir çok sanatçıyla tanışma fırsatı bulur.Ayşe Şan’ın hayatından etkilenen sanatçı Cizrawi, ‘Le le le waye, Eyşane le waye, çav biçuke le waye..’ gibi Ayşe Şan’nın aşkını dilendiren şarkılar seslendirir.

Ayşe Şan, kardeş ve akrabalarının ölüm tehditleri yüzünden doğduğu, hayatının ilk yıllarını geçirdiği ve çok sevdiğini her fırsatta dile getirdiği Diyarbakır’a bir daha gidemez. Sadece annesinin ona sahip çıkması, sevdiği şehre gitmesi için yeterli olmaz.

Kendi hayatında tanık olduğu yalnızlık ve baskıyı şarkılarında dillendiren Ayşe Şan, yine de bütün acılarını vakur bir şekilde karşılamanın yanında, Ezilmişliğin üstünü örten perdenin arkasını gören, bilinçli bir sanatçı olarak; Ezilmişliğin kendisiyle beraber büyük acı ve keder getirdiğini söyler.

Ayşe Şan’ın acı ve keder dolu yaşamına kanser hastalığı eklenir.Ölümünden önce son kez kızını görmek isteyen anneye akrabaları izin vermediği gibi, annesinin mezarını bile bir kez olsun ziyaret etmesine izin verilmez. Bu olay Ayşe Şan’ın hayatında büyük bir yara açar. Ayşe Şan, bu acısını, müzik duygusunda derin izler bırakan bu olay sonucunda ‘Dayike’ şarkısıyla dillendirir. Bir dönemin bütün gençlerini etkileyerek o dönemin efsanesi haline gelmiştir.

Zorluklarla dolu olan hayatı gurbet elde tek başına mücadele ve sıkıntılarla geçmiştir.

Ayşe Şan 18 Aralık 1996 yılında İzmir’de kanser hastalığına yenik düşerek, yaşamını yitirerek aramızdan ayrıldı.

AŞAĞIDAKİ LİNKTEN AYŞE ŞAN ALBÜMÜNÜ İNDİRİP DİNLEYEBİLİRSİNİZ..

AYŞE ŞAN-ALBÜM-İNDİR

***************************************************************

***************************************************************

Eyşe Şan

Eyşe Şan (z. 1938 Amed − m. 18’ê berfanbarê 1996 Îzmîr), stranbêjeke navdar a kurd e.

Di dîroka serhildana çand û hunera Kurdistanê de, yek ji wan hunermendên ku li diji siyaseta çewt û asimilasyona reş û bi hêzaKemalistan li bakurê Kurdistanê mina şêre jinekê li berxweda Eyşe Şan bû. Eyşe Şanê bi wi dengê xwe yê şilik û nazik, bı wan kılamên xwe yên resen, gotina bav û kalên me anko (şêr şêre çi jin çi mêr e) di çax û serdemekê de da ispatkirin ku komara stemkara Tirkiyêxewna ji holê rakirina gelê Kurd û hemû taybetmendiyen kulturi û çandiyên Kurdan deqideyekê jı serê xwe dernedixistin.

Jiyan

Eyşe Şan ku di nava civata Kurdan da bi navên mina Eyşana Kurd, Eyşe Şan, Eyşe Xan, Eyşana Osman, Eyşana Eli û Ayşa Şan tê nasîn di Mijdara sala 1938‘an li bajarê Diyarbekirê hat dinê. Ji aliyê bav û dê de xwedi malbatek mezin û navdare. Navê diya wê Heciye Xanim û ji êla Hacî Mistefa Begên Erziromê ye, navê bavê wê jî Osman e û ji eşîreta mezina Cibriyan e. Bavê Eyşe Şanê Osman bi xwe ji dengbêjeki navdar û herwiha miroveki gelek dindar û xwedêtirs bû.

Di nava Kurdan de hunera dengbêjiyê mîna kaniya avê bêdawî ye, hertim dizê û çiknabe. Dengbêjên Kurd di vê navê de teisîrek mezin li ser hesta huneriya Eyşe Şanê lîstin e, çımki herdem dîwanxana mala bavê wê ji dengbêjên herêmên cûr bi cûrên Kurdistanê tejî bû. Li mala wan dengbêjên dengxweş didan ber hev û tev heya roja din berê sibê bi hev re distrîn. Di vê navê de dengbêjê ku ji herkesî dengxweştir û hostatir derbiketa di dawiyê de ji aliyê xwediyê diwanê xelatek baş distand û herkesi ew piroz dikir. Ev e´detê qenc bı hezaran sale ku hê ji dı nava Kurdan de dıdome û bi taybet ji giregirên Kurdan, Axa û Begên xwedi gund herdem deriyê kûşk û dîwanxaneyên xwe ji dengbêjên Kurd re vekiri hiştine û malên wan bûne xwindingehek ji bo bi hêzkirina edebiyata şifahî (devki) ya Kurdan. Dema mirov jiyana dengbêjê mezin Evdalê Zeynikê dixwine baştir bi vê rastiyê dihese. Ji berku Evdal bi piştgiriya maddi û me’inewiya Sûrmeli Mihemed Paşa bêtir di karê xwe de bi serdikeve. Osmanê bavê Eyşe Şanê ji ev karê bav û kalên xwe li gor hêza xwe didomanidin. Dayıka Eyşe Şanê Heciye Xanimê ji carna bı lorikên ku jı wê re dixwindin, riha wê ya teji hest û hissên hunera Kurdewari dixiste bizav û hereketê.

Dema ku dengbêjên Kurd di mala bavê Eyse Şanê de li dora hev diciviyan Eyşe Şanê jî ji wan çaxên bi qîmet mifa werdigirt û bi heval û destexuşkên xwe re li pişta deriyê dîwanxanê heya berê sibê rûdinişt û bi evînek kûr li dengê stranbêj û dengbêjên mêvan guhdarî dikir. Eyşe Şan carna bi bîhîstina dengê wan mest û mendehoş dibû û haya wê ji dinyayê nedima. Ew dibû Zîn û li Cizira Botan bi Memê Alan re dipeyvî, carna ji ew dibû Xecê û li serê çiyayên Sîpan û Xelatê bi Siyamend Silîvî re di geşt û gulzaran de digeriya. Dane berheva dengbêjê mezinê Kurdistanê Evdalê Zeynikê û Gulêya Ermenî weke careke din jêre zindî dibûn. Bi deng û naveroka stranên dengbêjên Kurd serbihuriya Derwêşê Evdî û Edûlê, mîna rêze filmekê li ber çavên wê zindî û derbas dibû. Di vê derbarê de Eyşe Şan dibêje:‘’ Xweziya der û diwarên mala bavê mın bı zıman bûna ku jı were behsa wan roj û şevan bikirana, erê ez hertim bi hesret dibêjim xweziya zimanê dîwarê mala me ya li Diyarbakirê hebûya û ji me re qala wan sevbêrkên dengbêjan bikira. Min di quncikan de li dengbêjan guhdarî dikir. Min wisa guhdarî dikir ku yekî gazî min bikira, ezê veciniqiyama. Dengê bavê min yê zîz û xemgîn teisîrek mezin li min dikir. Sal diborîn lê dengê wî ji guhê min derneket ‘’

Sala 1958’an keça Kurd Eyşana hunerdost û dengnazik bo yekemin car di nava civata jinan de stranên ku ji dengbêjên mina bavê xwe hîn dibe, carna distire. Herkes bi bîhîstina dengê wê bi hesret guhdar dimîne û bi vî rengî hunermenda nemir dest bi strîna kilamên cima’eta Kurdan dike.

Malbata Eyşe Şanê pir dîndar bûn, herkes bi xwîndina Qûranê mijûl dibû û di nava dengxweşên xwindina Qûranê de, dîsa jî Eyşe Şan dikeve rêza yekemin. Lê ew evîndara strana Kurdî ye û li her derê dı nava kom û cıvatên xwebıxwe de bi lorik û besteyên xwe xem û şahiyan di nava dilê mirovên derdora xwe dıafırine.

Eyşe Şan ji despêka xûyakirina hunera xwe ji aliyê bav û birayên xwe ve rastî nerazîbûnan tê, bavê wê ji bo jin û keçan stranbêjiyê bi gunehek mezin dihesbîne û li gor şeri’eta islamê dengê jinê ji bo stranbêjiyê heram û guneh dizane. Dema ji bavê Eyşe Şanê tê xwestın ku çend stranên xwe lı kompaniyekê tomar bıke, ew bi xwe jî pêşnyara pilakçiyan ya ji bo amadekirina kasêtekê napejirîne, lê Eyşe Şan bi hemû zehmetî û kultura paşverotiyê ya li diji xebata huneriya jinan, li berxwe dide û dixwaze ew ji bı dengê xwe jı civata xwe re xizmetekê bide meşandin.

Bûyerek tal di jiyna Eyşe Şanê de ew ji ezîztirîn kesên wê dûr xist. Eyşe Şan hê 20 salî bû ku li ser daxwaza bavê xwe bi xurtekî yê bi navê Sewket Tûran re zewcî. Hercend ew xwediyê kecekê jî bûn, lê ew li hev nehatin û Eyşe Şan piştî vê bûyera nexweş hat bajarê Entabê. Wê dev ji keca xwe ya sê mehî û hemû kesûkarên xwe berdabû û ji bona wê hindê jî xerîbiyê di rewsek wha de teisîrek gelek xirab li ser jiyana wê cêdikir. Li Entabê wê bi hizar zemetiyan û bi karê pinîkirin û dirûtina kincên qetyayî debara jiyana xwe dikir. Eyşe Şanê bi hevkariya zilamekî yê bi navê Naîl Baysû du salan li radiyoya bajarê E´ntabê bi zimanê tirkî stran gotin. Lê ji ber ku di dilê Eysana E´lî de evîna strana Kurdî heye, wê ji karê di radyoya E´ntabê derdixin. Pişt re Eysana Kurd hat Îstembolê û bo cara yekê bi zimanê kurdî û Tirkî stranên xwe tomarkirin. Lê xwediyên plakan mafê wê yê rastîn nedanê û bi firotina kasêtên wê bûn xwediyê her tiştî. Wê ji herçend bı dengê xwe yê xweş dikari bıbe xwediyê hertışti û pir dewlemend bıbe lê bêdadiya xwediyên kompaniyên kasêt tomarkırınê, mafê wê nedıdanê û ew hertim feqir û bêkes bû. Bi salan keda wê hat xwarin, ji bona wê ji Eyşe Şanê jı ber vê bêe´daletiyê gelek xem dikişandin. Ji aliyekê dın ew bi vê heqiqetê ji hesilyabû ku sistema cumûreyta Tirkiyê hebûna Kurd û Kurdistanê inkar diken û zimanê Kurdi ji qedexeye û dema ew li gor zagonên sistema Kemalîstan pêngavan hilnegire, mafê wê ji yê mina mafê 25 mılyon Kurdên bakurê Kurdistanê bê xwarin û pêpestkirin.

Naveroka stranên Eyşe Şanê

Naveroka stranên Eyşe Şanê ku aliyekê pênaseya wê jî didin xuyakirin, sê babetên civaki digirin ber xwe:

1_ Stranên kilasik û kilamên bav û kalan ku bı sedan sale sıng bı sıng jı aliyê dengbêjên Kurd ve hatıne gotın û parastın û samanek netewi û diroki tên hesıbandın. Eyşe Şanê ji riya wan şopandiye û gelek stranên kilasik ji mirinê rizgar kirine: Weke strana Cembeliyê mirê Hekariyê, Strana Mem û Zinê(1), Lê lê Bêmal(2), Zeriî heyran, Cemîle, Bêrîvanê, Kocerê, Lawikê Metînî, Meyro, Hesenîko û gelekên dın.

2_ Stranên ku serûkaniya wan jiyan û ditinên Eyşe Şanê ne û wê di çaxê jiyana xwe de afirandine û xwindine. An ji mırov dıkare bêje naveroka wan stranan xwedik û awêneya jıyana Eyşe Şanê ne.

Jı wan strana (Derdê Hewiyê an wela te nastînim) ku lı ser paşverotiya a´det û o´rfên cıvaka Kurdistanê û zordariya mêran û tehqirkırına şexsiyeta jınên Kurd hatiye gotın, bala mirovan pir dıkişine ser xwe. Herwıha strana (Qederê Yar) ku lı ser jıyan û bextreşiyên xwe yên dı cihanê de kişandine, weke tabloyeki bedew neqişandiye.

Eyse Sanê strana ( Xerîbim Dayê ) li ser mirina dayika xwe gotiye ku beriya mirinê ji kurên xwe daxwaza dîtina Eyse Sanê kiribû, lê wan ew daxwaza dayika xwe nepejirandibûn.

3_ Pışti sala 1990’an ku agırê şoreş û serhıldanên netewi li bakurê Kurdıstanê berfırawan bûn, êşiq û heza Eyşe Şanê ya jı bo Kurdıstanê ku bı salan jı alıyê Kemalistan ve hatıbû serkutkırın, ji nûve geş û gor bûn. Jı bona wê ji Eyşe Şanê bı dengê xwe yê hertın xweş bûyerên sıyasi ji ku dı cıvata wê de dıqewmin anin zıman. Stranên siyasi ku Eyşe Şanê di salên dawiya jiyana xwe de xwindıne bı pırani behsa wêrankırına gund û bajarên Kurdıstanê û qetılamên ku dagırkerên Kurdıstanê pêkanine dıke û bı vi rengi Eyşe Şan helwesta xwe ya jı doza welatê xwe re dıde dıyar kırın.

Stranên Werın werın Pêşmergene, Newroz û Diyarbekir lı ser bûyerên Kurdıstanê hatine strin.

Giringiya xebat û hunera Eyşe Şanê di vir de ye ku wê dı wan salên reş de ku sıyaseta asimilasyona Tırkan her dera Kurdıstanê gırtıbû bın bandora xwe û zimanê Kurdî li bakûrê Kurdistanê heta di nava malbatên Kurd de jî qedexe bû, bi zimanê şirînê Kurdî lorik û stranên kurdî gotin û awazên wê bûn melhemek jı bo tenahiya dılbırindar û Kurdistaniyên ku nedixwastin serê xwe ji ber dagirkeran bitewinin.

Dengê wê bû hêviya wan kesên ku baweriya xwe bi Kemalîsm û asîmîlasyona dijwar neanîbûn.

Di çaxê ku jin û mêrên Kurdan li her derê neçar bûn kincên Kurdî ji ber xwe bavêjin, Eyşe Şan bi kiras û fîstanên Kurdî li bajarên Kurdistan û Tirkiyê derket pêşberiya gel û bi dengê xwe yê şilik û nazik evîna ji bo welat, ziman û strana Kurdî di dilê herkesî de diafirand. Ew ji dijminên axa bav û kalên xwe qet netirsya, ji ber ku heya dawiyê baweriya wê bi hebûna gelê Kurd hebû. Li hemberi vê heza wê dijminê nıfşparêz jî li her derê jê re astengi derxistin û ew ji çalakiyên kar û xebata hunerî berbend kirin.

Berevaji xwestekên wan Eyşana Osman jî sond xwar ku qet teslîmî xwestekên Kemalistên nıfşparêz û inkarkar nebe û bı rasti ji xanıma Kurd Eyşe Şanê heya dawiyê ev soza xwe bi cîh anî û qet ji helwesta xwe ya Kurdayetiyê nehat xwarê. Wê dilê gelê xwe şakir û dilê neyaran jî bi deng û stranênê xwe yên bi zimanê qedexekiri, şewtand.

Eyşana Kurd li sala 1972’an çû Elmaniya û li bajarê Munşên bi cihwar bû. Li wir keça wê Şehnaz ku ji bo dayika xwe ji her tiştê dinyayê bi qîmetir û eziztır bû jiyana xwe ji dest da. Piştî vê bûyera tal xemgînîyek mezin li ser jiyana Eyşe Şanê rûnişt û demeke dirêj dev ji xebatên hunerî berda. Piştre careke din ji Almaniya vegerî Kurdistanê.

Sala 1979’an Eyşe Şan ku bı salan bı hesreta ditına başûrê Kurdıstanê bû, çû seredana Kurdên vê perça Kurdistanê û bı germi jı aliyê Kurdên hemû deverên başûrê Kurdıstanê hat pêşwazi kırın. Lı Bexda, Dıhuk, Kerkûk û Hewlêrê bı hunermendên mina M. Arıfê Cıziri, İsa Berwari, Gulbıhar, Tehsin Teha, Nesrîn Sêrwan û gelek kesên dın re derket ser sehnê û bı hevre konsert pêşkêşi gel kırın. Herwiha wê bi gelek kesayeti û hunermendên Kurd re hevditin pêkanin. Segvan Ebddulhekim û Macida xanima wi, hunermend Nesrin Şêrwan, Ebdulrehman Mızori, Dr. Bedirxan Sindi, Resûl Gerdi û gelek kesên din ji wan kesatiyên Kurd bûn ku Eyşe Şan çû ditina wan. Dema Eyşe Şan vegerî Tirkiyê ji aliyê Mîta dewleta Tirkiyê ve pir hat tehdid û nerihet kirin. Di vê derbarê de Eyşe Şan dibêje:’’ Çaxê ez vegerim Tirkiyê, wan ez girtim û pir heqaret li min kirin. Min got xweziya ez neçûbama Kurdistanê û ez poşman bûm, wan ji min re digotin tu karê Kurdinyê dikî…’’.

Lê Eyse Sanê li basûrê Kurdistanê bi wan pêswaziyên bênimune ku ji aliye gelê Kurd ve li wê û hunera wê kiiribûn, bi vê heqîqetê hesiyabû ku keda wê ya wan salên dijwar û bi zehmet vala necûyê û wê di nava dilê gelê xwe de cihekî taybetî girtiye. Ji bôna wê jî hîviyên mezin di dilê wê de afirîn ku careke de vegere nava Kurdên Kurdistana di bin desthilatdariya Iraqê de.

Ji sala 1979’an heya geşbûna şoreşa li bakurê Kurdistan Eyşe Şanê pir kêm xuya dikir û ji bo debara jiyana xwe di idareyek postxana bajarê İzmirê de dest bi kar kir. Sala 1991’an piştî reva Kurdên başûrê Kurdistanê ji destê Be’isiyên xwînmêj kasêtek pêşkêşî dostên mûzîka Kurdî kir û bi vi rengi careke din bêdengiya salên dûr û dirêj şikand. Dema mirov strana „Werin werin pêşmergene“ li ser reşerojî û qedera gelê Kurd dibîhîse, bêtir bi kûratiya evin û dılsojiya Eyşe Şanê ya ji bo gelê Kurd dihese:

Werin werin Pêşmergene
Derd giranin bêçarane
Ew xerib Kurmancê mene…ax
Ev Dihoke, ev Musile
Zalim Seddam li me hu kir
Zar û zêçê me belakir
Ew qatil fermanê rakir …ax

Û Eyşe Şan bi gotina vê stranê gelê bakurê Kurdistanê vedixwine ku hevkariya birayên xwe yên derbider û aware biken.

Eyşe Şanê gelek stran tomar kırıne ku bi rasti analizkirina berhemên wê kareki hêsan niye.

stranên Lê lê Bêmal, Lorkê lorkê, Daykê qorban, Qederê yar, Cemîle here were, Xezal. Xezal, lêlê dînê, Memir Memir, Xivşê,.Kirasê te melese, Yar Meyro, Derdê Hewiyê, Hepsîyo, min tu dibû, Memê Alan, Nazliyê, Wey Saliho kurmam û gelek stranên din bi dengê wê yê xweş di nava gel da belav bûn.

Eyşe Şanê dı jıyana xwe de jı ber paşverotiya cıvaki û zordariya dagırkerên Kurdıstanê qet xweşi neditin û hertım jı bo bêşansi û êşa gırana jıyana xwe stran dıxwindın. Dema Heciye Xanıma dayıka Eyşe Şanê li Diyarbekirê dımıre, ew jı tırsa bıra û kesên xwe bo cara heri dawiyê ji nıkare dayıka xwe bıbine û vi derdê xwe wıha tine zıman:
Dayıkê qorban ava çemê Dıyarbekır iro dıherıke leme leme e e e

Daykê qorban pêl lı pêlê dıxe davê ser keleme

Wele iro dayıka mın nexweşe waya mın tunine

Hêsırê çavê mi dêrana Xwedê weke baranê biharê dıherıke, nasekıne

Heywax dayê xeribım dayê, hey wax dayê neminım dayê, Heywax dayê bêkesım dayê, bê te kesê mın nemaye lı vê dunyayê dayê ez bımırım dayê…

Mixabin di nava me de derdek giran heye: heya hunermend û nirxên me yên netewi ji nava me koç neken, em qedirê wan nizanin, dema Eyşe Şan li xerîbiyê mir, kêmtir ji deh kesan di merasima veşartina cenazê wê de beşdarî kirbûn û heta di rojên dawiya jiyana wê de jî, kesî ji rewş û halê wê nepirsî.

Ew hertım bı tenê bû û dı nava xembari û xemginıyek bêdawi de jı nava me koçkır. Ev karê me bêqedriyek mezin bû ji bo xizmeta Eyşe Şasnê ya salên dûr û dirêj.

Dema em li jiyana hunermend û kesayetiyên e´reb, Tirk an jî Faris dinêrîn, dibînîn ku ew hinek zêdetir ji me qîmeta nirxên xwe yên netewî digirin. Mesela dema hunermenda E´reb Omkelsum ê wefat kir zêdetir ji yek milyon kesan di merasima vesartina wê de besdarî kirin. Pistre li ser jiyana wê rêze film hatin cêkirin û…
Qedir û bihayê Eyşe Şanê ji ber bindestiya gel û welat wê, biqasi ku pêwist bû, nehat zanin û girtin. Lê ger wê li hemberi peymana xwe ya teji evin ji bo huner û strana Kurdi bê soz û qirar bûya, an ji bi wi dengê xwe yê bênımune bi zimanê gelên serdest stran bixwindana, bêgoman ewê mina pirensisekê, mezin û bihagiran bûya. Lê di nava Kurdan de pirensisek bê tac û text bû. Wê bêgoman felsefeya Emedê Xani xwindibû û bi derdê gel û welatê xwe baş zanibû.

Eyşe Şan xanımek rewşenbir û welatperwer bû û baş bı derdê bındestiya gel û welatê xwe hesiya bû. Jı bona wê ji hertim wıha digot:

‘’ Derdê bindestiyê pir êş û eleman diafrîne û eger welatekî me yê azad hebûya yê gelê me jî bêtir qîmeta nirxên xwe bizanîba, emê bibin fidayê bindestiya gel û welatê xwe.‘’
Belê …Ger Eyşe Şanê ji mina hınek hunermendên bêhelwest jı bona pere û malê dınyayê huner û kesayetıya xwe ya netewi bıfıroştana, bêgoman ewê dı rewşek baştır de bıjiya.

Rewşa jiyana Eyşe Şanê ya maddi baş bû lê wê tim xwe bêkes û xerib didît. Ew hem ji aliyê civaka paşverûya Kurdan û hem ji ji aliyê sistema Kemalismê ve hatibû tehqir kirin. Ji aliyekê bi derdê neditin û dûriya dayik, xwişk û birayên xwe dişewti û ji aliyê din ji dengê wê ji aliyê berpirsyarên komara Tirkiyê di qirika wê de dihat fetisandin û wan nedihêşt awazan bi zimanê xwe yê zikmaki bixwine. Eyşe Şan du caran zewcî û niha du kur û keçek wê hene.

Hunermenda navdar Eyşe Şan di 18’ê Kanuna sala 1996’an de piştî ku gelek salên dûr û dirêj ji hunera resena gelê xwe yê bindest re xizmetek bêwestan kir ,bı nexweşiya kanser(şirpenc)ê li nexweşxaneya bajarê Izmîrê çû ber dilovaniya Xwedê.

Eyşe Şan ji weke gelek hunermendên dın jı nıfşê pişti xwe re bû xwindıngehek dewlemend û dı roja iro de gelek hunermendên Kurd dane ser şopa wê û kılamên wê dıxwinın

Ji wan mirov dikare navê hozan Zozan, Delal, Fatê û Gulistan Perwer û gelek kesên din bi nav bike.

Xizmet û keda Eyşe Şanê ya diroki qet nayê ji bîr kirin û her sal 18’ê kanunê yê li her dera Kurdistanê ew bê bi bîranîn.
1. Ev stran Eyşe Şan û Cemil Hûro bi hevre xwindine, lê sala ku stran hatiye tomarkirin, min nezani kengiye.

2. Strana Lê lê Bêmal wek Eyşe Şan bixwe ji dide xûyakirin ji Osmanê bavê xwe hinbûye.

Çend stranên Eyşe Şanê

Qederê

Were yar… Qederê yar

Qederê #er bikem mîna qederê xelkê tu ji min re nebûy yar

Te ez kirim peyakê rêdûrê westiyayî peyayê piyadar

Tu bûy siwarekî bi rim û bi mizreq

Li ser pista seêwîxelqê bûy siwar

Yar yar yar qederê yar

Lê qederê… te gostê min helandî

Lê sitûyê lingê min li xelkê dikî xiwar

Lê qederê te ji xwe re ez kirime tucar

Tu ji min re bûyî bazar

Te ez kirime tucarekî bilmez

Bi bazara xwe nizanim kirime zirar yar yar …

Lê qederê maliksewitiyê

Te ez kirime sivanekî yaqe bi qulavê (qirêj) ling bigemar

Tuyê li dawiyê bûye gurekî

Siba tu bircîye har yar yar yar

Lê qederê tu rûnustî li #iya kevir û dar li min tînî

Stûyê min li xelkê dikî xiwar yar yar yar

Yar yar yar qederê yar, yar yar…

Lê qederê …malik sewitiyê

Tu bûy siwarekî te ezê ji xwe re kirim

axakî xwe yê rûsar

Te li dawiyê ez kirim heqsizekî heqvêrmezê bêbextê sextekar yar yar…

lê qederê…

Heftxêrnedî bêbext û sextekar yar yar…

Lê qederê te pasî ez kirime qumarciyekî

Bi destê xwe nizane mala xwe sewitînandî, dilîze

Bi heft salan û dilîze bi qumar

Ay lê qederê ezê nifirekê li te li te bikim

Bila gunehê min bibe marekîresê tîremar

Bila li stûyê te biside qederê bigere mêrge bi mêrge

Yayle bi yayle ji te nemîne war bi war yar yar yar…

Lê qederê… maliksewitiyê wele tirsim tu tim yaxa min bernadî

Te darê cuqûrê daye ser piyê min sêwiya Xwedê

Li welêt derxistime malxerabê te ez gerandime war bi war yar, yar…

Ay lê qederê wele tirsa min ji wê tirsê Tu yaxa min bernadî heya roka vê mirinê

Kefen û sabûn û xwendina xoce qorîna tirbê kundala sar yar yar

qederê yar …

Derdê Hewiyê

Wele te nagirim, bîlle te nastînim

Wele te nagirim lo bîlle te nastînim

Derdê hewiyê welle nakisînim

Dayê ez nagirim bavo nastînim

Derdê hewiyê welle nakişînim

Jinê wî diduye çavê wî birçîye

Li malê pevçûye wele nastînim

Dayê nastînim lo, bavo nastînm

Welle te nastînim, bîlle te nastînim

Derdê hewiyê welle nakisînim

Jinê wî care bi dost û yare

Wele nastînim, bîle nastînim

Derdê hewiyê nakisînim

Wele te nastînim, bîlle nastînim

HÛN DIKARIN LÎNKA LI JÊR ALBÛMA AYŞE ŞAN DAXIN Û GUHDARÎ BIKIN..

EYŞE ŞAN-ALBÛM-DAXE

About admin

”’Occo Mahabad”’ programcı,çevirmen,şair ve yazardır.Bütün çalışmalarını Kürtçe yapmıştır. ”’Occo Mahabad”’ 1977 senesinde Wan’da dünyaya gelir. İstanbul Ünüversitesini bitirdikten sonra yazmaya başlar. Yazı ve şiirleri Çîrûsk, Asiva, Pengav gibi dergilerde yayınlanmıştır,ayrıca internette bir çok sitede resmi yazar ve yazıları makaleleri bulunmaktadır. İlk şiir kitabının adı HELBESTÊN DÎNIK dir.(Çatlak Şiirler).Kitap AVA yayınlarından çıkmıştır. İkinci kitabının ismi Êşên Qehbiktir (Kahpe Acılar).Kitap Do yayınlarından çıkmıştır. Yazılarının dışında yabancı filmlere Kürtçe altyazılarda hazırlamıştır.Birçok film Occo Mahabad tarafından Kürtçeleştirilmiştir. Occo Mahabad’ın Kürtçeleştirdiği bazı filmler/ “MALENA” “RABBIT PROOF FENCE” “THE ROAD to GUANTANAMO” Teknik dünyanın anlaşılması için yazdıgı bir E-kitap da vardır.Kitap Nivîsên Teknîkî (Teknik Yazılar) adıyla bilinmektedir. Bunun yanı sıra Occo Mahabad teknik çalışmalarıylada bilinmektedir. Bugüne kadar birçok bilgisayar programı Occo Mahabad tarafından Kürtçeleştirilmiştir. Occo Mahabad’in Kürtçeleştirdiği bazı bilgisayar programları/ WinRAR Defraggler Revo Uninstaller CCleaner Ayrıca ilk defa halk için şiir ve sanat şiarıyla tüm hakları halka ait olan Helbestên Dînik (Çatlak Şiirler) adlı ücretsiz bir şiir albümü hazırlamıştır. Albüm internet üzerinden serbestçe dağıtılıp indirilebilmektedir. Kitapları: “Helbestên Dînik(Çatlak Şiirler):Ava Yayınları-Mart-2012 “Êşên Qehbik(Kahpe Acılar):Do Yayınları-Mayıs-2013

Trackbacks / Pingbacks

  1. Jiyana Eyşe Şan | | ÇandName - Mart 17, 2016

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Google+ fotoğrafı

Google+ hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Connecting to %s

%d blogcu bunu beğendi: