Jiyana Qedrîcan…..QEDRÎ CAN (1911-1972) yaşam hikayesi…

Kaynak:http://tr.wikipedia.org/wiki/Qedr%C3%AEcan

http://ku.wikipedia.org/wiki/Qedr%C3%AEcan

Qedrîcan-5

Qedrîcan ya da Qedrî Can (asıl adı Abdulkadir Can; d. 1911, DerikOsmanlı İmparatorluğu – ö. 1972), sosyalist enternasyonalist Kürt yazar ve şair.

Qedrîcan, 1911 yılında Mardin‘in Derik ilçesinde Abdulkadir Can ismiyle dünyaya gelmiştir. İlköğrenimi Derik’te tamamlayan Qedrîcan, daha sonra Konya Öğretmen Lisesi‘nde okumuştur. Şeyh Said ayaklanmasından sonra Antakya üzerinden kaçarak Suriye‘nin Şam şehrine yerleşmek zorunda kalmıştır. Şiirleri ve öyküleri, Hawar ve Ronahî gibi Kürt entellektüel dergilerinde yayımlanmıştır. Eserlerini Kürtçe’nin Kurmancî lehçesinde yazmıştır. Modern Kürt şiirinin babası olarak kabul edilir.[kaynak belirtilmeli] Şiirlerinde enternasyonalizme ve Kürt ulusal bilince vurgu yapmıştır. Çağdaşları Kürt şairi Cegerxwîn‘den, Türk şairi Nazim Hikmet‘ten ve Rus şairi Vladimir Mayakovski‘den etkilenmiştir.

Dünya Gençlik Konferansı, Qedrîcan’ın hayatında politik ve sanatsal gelişiminde büyük bir dönüm noktası olmuştur. Yola çıkmadan önce Kürt Profesör Qanadê Kurdo‘ya telgraf çekerekMoskova‘ya geleceğini belirmiştir. Dönemin ünlü Kürdologları A.İ Orbelli ve Profesör Qanadê Kurdo’nun yardımıyla Suriye’den çıkarak, İstanbul ve Odessa üzerinden Moskova’ya ulaşmıştır. Bu yolculuk sırasında “Ez diçim Mosko” (Moskova’ya Gidiyorum) şiirini yazar ve şiirde İstanbul’dan Nazım Hikmet’in memleketi olarak bahseder.

Eserleri

Öykü

  • Guneh, Lîs Yayınevi, 2008, Diyarbakır.

Şiirleri

  • Hemû Berhemên wî, Belkî Yayınevi, Diyarbakır.

——————————————————————————————————————————

Qedrîcan an jî Qedrî Can (1911-1972) helbestvan û nivîskarekî kurd bû. Ew bi navê Abdulqadir Can li Dêrika Çiyayê Mazî (Mêrdîn) di sala 1911’ê da hate cîhanê.

Di piçûkahiya xwe de Qedrîcan wek “Qedrî” dihat naskirin. Ji zarokahiya xwe de Qedrîcan pir xwedî şans bû ku bavê wî (ku bi kurtahî wek “Cano” tê naskirin) di zanîna hêjatiya xwendinê bû kurê şand xwendinê. Di dibistanê de ew xwendevanekî pir pêşketî û baş bû, bi taybetî di mijara hejmaran da (matematîk).

Piştî dibistana destpêkê, dibistana navîn û bilind “Cano” kurê xwe şand Zanîstana Mamosteyan ya Konyayê. Di wan salan de Qedrîcan welatparêziya xwe hîn xurtir kir û navê xwe xist îsteya dewleta Tirkan ya reş. Ji bo Qedrîcan tenê du çare ma bû: 1) yan mirin 2) yan revandin.

Qedrîcan ji Dewleta Tirk, bi riya Antakyayê, reviya çû Sûriyê. Piştî revînê, ew nema dikaribû vegere welatê xwe, cihê xwe yê zayînê Dêrika Çiyayê Mazî. Bavê xwe “Cano”, ku pir girêdayî hev bubûn, nema didît.

Qedrîcan yek ji helbestvanên herî mezin ên gelê Kurd bû û wek bavê helbesta nûjen a Kurdî (helbesta torê ya nû) tê naskirin. Wî bi nivîsoka xwe di zaraveya kurdî ya kurmancî dinîvisand.

Yek ji helbest ên wî ya herî bi nav û deng Gula Sor bi destê hozanê gelê Kurd Ciwan Haco hat beste kirin.

Lê Qedrîcan ne tenê helbestvan bû, helbestvanî tenê yek ji xebatên wî yên pirhejmarî bû. Navê wî rewşenbîriya xwe tê bîranîn. Ew rewşenbîr, ronakbîr, zana, helbestvan, wergervan û polîtîkavan bû.

Qedrî Can li hember qedexe û zorî yên dewleta Sûriyê dersên kurdî dida xwendevanên xwe yên dibistanê.

Dema ku mirov li rûpel ên rojname yan kovarên “Hawar“, “Ronahî” û “Roja Nû” binêre, xebat ên Qedrîcan tên dîtin.

Dema ku li Konyaye dixwend pir nakokî di nav mêjiyê wî de çêdibin. Jiyaneke bi xirecir li ber çavên wî ket. Xwest ku xwe binase, li binyada xwe, çand û dîroka xwe vekole. Kete nav lêkolîn û lêgerînên dû dirêj. Dema ku di betlaneya havînê de dihate gund, gelek xort li dora xwe vedihewandin. Ji wan re qala azadiyê û welêt dikir.

Keça Qedrî Can, Şêrîn Can ku li Sûriyê bijîşkiyê dikir ji bo bavê xwe dibêje: “Dema ku havinê ew dihate Dêrikê xort didan dûv xwe û li nav rezan diciviyan. Kêlik diçikandin û berik bera wê didan”. Dema ku dewlet bi xesletê Qedrîcan dihese dikeve pey şopa wî. Qedrîcan dinêre ku tevgera Şêx Seîd têk çûye. Çi rewşenbîr û welatparêz hene an têne girtin an jî kuştin. Ew jî dev ji dibistanê berdide, tevî Reşoyê Dêrikî û çend hevalên din biryar didin ku binxet bibin. Li nêzî tixûb Qedrîcan û bavê xwe hev û dû dibînin. Qedrîcan rewşê dibêje û ji bavê xwe re dibêje ku ew dê rojekê welêt rizgar bikin wê çaxê welat dê pir xweş be û ew jî dê vegerin. Bavê wî nikare wî ji bo ku neçe îkna bike.

Qedrîcan berê xwe dide Şamê û di nav bilbilên Şadî yên ku her tim li dûrî gulistanê dixwînin û keserkûr in de cih digre.

Beriya ku wefat bike, gelek name ji lêzimên xwe re şandine. Gotiye min pir bêriya welêt kiriye û ez dê rojekê vegerim. Lê mixabin ev xwesteka wî bi cih ne hatiye.

Naverok

[veşêre]

Helbestvaniya wî

Em dikarin bibêjin ku Qedrîcan pêşengê helbestvani ya Kurdî ya pêşeroj a ku bê cêwî û bêbersiv hatiye nivîsin e. Li gorî wê heyamê şiîrên ku nivîsîne gelekî bedew, pêşketî û nûjen in. Em dikarin şiîrên wî bidine ber ên şaîrên wê heyamê yên hemden.

Gula SorGula sor
Hil bû jor,
Bîn da dor,
Gula sor…
Gula sor
Em lê dor
Bicivin
Bîn bikin
Dor bi dor

— Qedrîcan

Lihevhatîbûn tor a helbest a nû ye. Hem drûv û hem jî naverok nû ye. Sor hem rengek ku Kurd jê hez dikin e, hem jî ala sosyalîzmê bi bîr tîne. Weke remzekê ye. Qedrîcan lewma ew bikar aniye. Di vê şîîrê de ramana înternasyonalîzmê heye. Helbestvan, di wê baweriyê de ye ku rojekê gula sor dê li hemû cîhanê were hejandin.

Begê AxirzemanDostê min…!
Dijminê postê min…
Ew zenbila tu pê hatî,
Nema datê ji ezman
Benê wê riziya
Li nava rê qetiya
“ket…

— Qedrîcan

Weke ku dixuye bêhna lîvbaziyê ji şiîra wî difure. Hemdemê wî Mayakovskî û Nazim Hikmet jî şiîrê bi vî awayî nivîsîne.

Di helbestên xwe de hiciv bi kar aniye. Bîr û baweriyên batil bi şêweyeke zimanşêrîn rexne kirine.

Nemrûdê biçûkMe bi agir ditirsîne,
Pif…. meşka vala
Ey kevnare yê sala
Baweriya dilê me
Ji îmana Ibrahîm bêtire
Ne kêmtire…

— Qedrîcan

Ku mirov li tevahiya vê şiîrê dinere bîr û baweriyeke ku bi hindik ronakbîr û nivîskarên wê demê re hebû li nik Qedrîcan tête dîtin. Kifşe ku wî hêj wê demê berhemên klasik ên sosyalîstan xwedine û rewa kirine. Li gorî min ji hêla bîr û baweriyê ve Qedrîcan di rêya kovarên wê demê de (Hewar, Ronahî, Roja nû) bi serê xwe ekolek e. Ew û Cegerxwîn nêzîkî hev in, lê ji aliyê kûrahiyê û ji aliyê şekl ve ji hev cihê ne. Di şiîra Cegerxwîn de hin caran bîhna tesewûfê tê.

Sala 1957‘an ji bo komcivîna xortên navneteweyî bi keştiyê diçe Moskowayê. Piştî vê çûyine dîtina wî ya civakî hîn xwurttir bû. Di vê demê de şiîra Ez Diçim Mosko nivîsiye.

Ez Diçim MoskoSiwarê geştê bûm
Teva pêncsed hevalî
Her yek ji wan ji min bêtir
Bi hayacan
Hinek ji wan ereb in
Hinek ji çerkes, kurd û ermen în…
Lê hemû yek ziman û yek dil in,
Zimanê dostanî, aşîtî…
Weke bira diçin Mosko…

— Qedrîcan

Ev helbest a ku gelek dûvdirêj e dilîniyên helbestvanî û ûtopiya wî tîne zimên.

Qedrîcan çûyina xwe ya ber bi roniyê, ronibûna mêjiyê xwe, têgihiştina xwe weha vedibêje:

Ew perdeya reş ûtarî,
Ku ji şevên reş diyarî
Min ji rûyê xwe kişand
Li ber çavên xwe çirand
avît…

— Qedrîcan

Pexşana wî

Nivîsarên wî yên pexşanî bêtir di derbarê rabirdûyê de ne. Hişê wî pir xwurt e. Zarokatî weke şerîda sînemê tê ber çavê wî.

Di pexşanên wî de dilînî û hestekî tenik heye. Ev nivîskar çîrok in lê bêhtirîn dikevin beşê bîranînê.

Pexşana ku bi ser navê “Sondî ê di hejmara Hawarê ya 35″an de hatiye weşandin, nivîskar rojên şagirtiyê bi bîr tîne. Di tevahiye nivîsarê de bêriya welêt û jiyana wir, toreyên berê hatine reşandin. Heçku bi ax û keser hatiye nivîsîn.

Pexşana ku navê wê Guneh e, jî di derbarê rojên şagirtiyê de ye. Hinek kevneşopên beradayî bi ziman û şeweyekî wêjeyî rexne dike.

Rojên Derbasbûyî di 52êmîn hejmara Hewarê de hatiye weşandin. Ev nivîsar jî yek ji wan ên ku Qedîrcan jiyana xwe ya li Başûrê biçûk û Şamê vegotiye ye. Di nivîsarên bi vî rengî de Qedîrcan xweşikayiyên vê deverê û yên welêt dide ber hev. Zozan, çem, bihar û heşinayên welêt qet ji bîra nivîskar dernakevin.

Ew dilê ku van nivîs û şiîran dinivîse her dem kelogirî, çav bi hêstir û kovan e. Mirovên ku wan dixwîne jî heman rewşê dijî.

Zimanê wî yê hunerê

Wek hemû ekola Hawarê zimanê Qedrîcan jî çi di şiîre de çi di pexşanê de be, zimanekî xwerû û gelêrî ye. Ji xwe wê demê pişavtina bi zorê û ya pir bi rêk û pêk tunebû. Hinek polîtîkayên A. Hamîd ê ku sultanê osmanî bû hebûn, lê nedikariya zaroyên kurdan weke îro ji giyanê wan dûr bikin.

Qedîrcan demekê di dibistanên osmanî û tirkan de xwendiye lê bandora vê rewşê di nivîsarên wî de naxuye. Bêhtirîn devokê Mêrdînê bi kar aniye. Belê ku hûrik hûrik nivîsarên wî bêne dahûrandin, dê bixuye ku wî zimanê tevahiya Kurdistanê vekoliye, guhdarî kiriye an jî bihîstiye. Mînak di cihekî de peyva “nola” bikar aniye. Ev peyv li hêrêma ku Qedîrcan zarokatiya xwe lê derbas kiriye tuneye. Bêhtir li Riha û deverine din tê bikaranîn peyva “wusa” her çiqas li herêma wî tune be jî di şiîra wî de heye.

Di şiîrê de ziman rast û rê bi kar aniye. Zêde cih nedaye remzeyan. Lê dirûvandinên wî xwurt in. Mînak:

“Bi agirê dilê zahîdekî diçe heca…
Ez diçim Mosko”
Ev daneberheveke xwurt e.

— Qedrîcan

Gelek peyvên ku îro li ber windabûnê ne, di pexşan û şiîrên wî de hene. Mînak:

“Hevalan, hetanî em ji hev wenda bûn destên xwe ji min re kil dikirin”. Di vê hevoka jêrîn a ku di çîroka wî ya bi navê “Rojên Derbasbûyî“ de cih digre de, peyva “kilkirin” dibuhure. Ev peyv îro jî heye. Lê bêhtir ji bo meşk hejandinê an jî zarok hejandinê tê bikaranîn. Di wateya jorîn de niha zêde naye bi kar anîn. Bêjeya “dest kilkirin” bikaranîneke ciwan e.

Girêdanên derve

Lînka rûpela Helbestvan Qedrîcan bi zimanê îngilîzî: en:Qedrîcan

Çavkanî

  • Tarîxa edebiyata Kurdî, Q. Kurd
  • Hawar, kovar 1932
  • Şêrîn Can, keça Qedrî Can
  • Şêrko Can, neviyê Qedrî Can (kurê Şêrîn Can)
  • Nivîskar û amadekarê pêşî yê vê gotarê: Hasan Kaya
  • Rastkirin û guhartinên rêzmanî: Şêrko Can

 

About admin

”’Occo Mahabad”’ programcı,çevirmen,şair ve yazardır.Bütün çalışmalarını Kürtçe yapmıştır. ”’Occo Mahabad”’ 1977 senesinde Wan’da dünyaya gelir. İstanbul Ünüversitesini bitirdikten sonra yazmaya başlar. Yazı ve şiirleri Çîrûsk, Asiva, Pengav gibi dergilerde yayınlanmıştır,ayrıca internette bir çok sitede resmi yazar ve yazıları makaleleri bulunmaktadır. İlk şiir kitabının adı HELBESTÊN DÎNIK dir.(Çatlak Şiirler).Kitap AVA yayınlarından çıkmıştır. İkinci kitabının ismi Êşên Qehbiktir (Kahpe Acılar).Kitap Do yayınlarından çıkmıştır. Yazılarının dışında yabancı filmlere Kürtçe altyazılarda hazırlamıştır.Birçok film Occo Mahabad tarafından Kürtçeleştirilmiştir. Occo Mahabad’ın Kürtçeleştirdiği bazı filmler/ “MALENA” “RABBIT PROOF FENCE” “THE ROAD to GUANTANAMO” Teknik dünyanın anlaşılması için yazdıgı bir E-kitap da vardır.Kitap Nivîsên Teknîkî (Teknik Yazılar) adıyla bilinmektedir. Bunun yanı sıra Occo Mahabad teknik çalışmalarıylada bilinmektedir. Bugüne kadar birçok bilgisayar programı Occo Mahabad tarafından Kürtçeleştirilmiştir. Occo Mahabad’in Kürtçeleştirdiği bazı bilgisayar programları/ WinRAR Defraggler Revo Uninstaller CCleaner Ayrıca ilk defa halk için şiir ve sanat şiarıyla tüm hakları halka ait olan Helbestên Dînik (Çatlak Şiirler) adlı ücretsiz bir şiir albümü hazırlamıştır. Albüm internet üzerinden serbestçe dağıtılıp indirilebilmektedir. Kitapları: “Helbestên Dînik(Çatlak Şiirler):Ava Yayınları-Mart-2012 “Êşên Qehbik(Kahpe Acılar):Do Yayınları-Mayıs-2013 Rondikên Binevşê (Menekşenin Gözyaşları) Weşanên Do -2016 Dem (Zaman):Weşanên Na -2017

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Google+ fotoğrafı

Google+ hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Connecting to %s

%d blogcu bunu beğendi: